 |
|
Mahsum Nisebini |
|
MEŞERÊ
Kerwanê rêdûriyê
disuhire
xelatên dîrokafirîna
gund
û şarestanan
bi pêlavetên Firad
pijiqîn
di nav tiliyên Godî û
Hurriyan de
xak welidî
dan û stendin li
nûrengên sûkan barîn
pirsa riya hervêşim
ji aqilê mirovan dibe
bihîstin bi zimanên
bêbext
li çarmixe ketin
nerînên şoreşa mirinkuj
xwînê bi çewisandinin
bêmaf ve dibine
dengepirsa bilind
perda guhqerêjiya girtî
dixwe…
bersiva nûgavên
ramanwêrek
di şivîlên çivxûzî de
lezgîniyê dibin
helwest…
helwestên rapêcayî
bi bêhn xurtî diqîrin
her
û
niha
bexçê roniya qirik ziwa
li xuşîntava baranê
digere
derxa gulhizrên Manî
bi xunavkedê geşdibe
ez
bi dîtinên xwe
derdên rêrastiyê
dixwînim
ji nêzîkbûnên xwe yên
rêdûriyê têm
ji ber serê xwe
ling qusyayî bûm
jîn xembara evînpepûk
li ser u rûwê zorê dide
pêjnên xwe afêr
nahtoriyên xewar ji
mexelên gotinhariyê
radikin
kiryarên rêdûriya
pîvanrevî
bi dilşikenîn vînkorî
dibin
zimanên tixûproxî
bi bejna mijiyê xwe
arseng riya li pêşiya
me dijenin
gotinên kerwanê bê rê
reşlivî xwediyên xwe
dibin
Tîrme 2008
Mahsum Nisebini