 |
|
Mahsum Nisebini |
|
Lêvên
sornarîn ( helbest 1 )
Guljînê
hezkira bisk zêr
şevrojê awirên te
li mêrga zozanê min
kon vedane
dîtina rûwê şêrîn
di nava mijan de
hatine dorpêç kirin
eşq birîna min
ji xweziya dilî dirije
balkêşiya rûdêmên te
awazê livhêziyê dibêje
bi fûrîna hestên xwe
memik berfînên te
maçdikim
guljînê
xemilbejna xwekêş
li ber siya xeyalên xwe
mist didim
kute kuta dilê te î
rehwan
pêdiviyên min
dikewîne
narkên kurîsor kulîlk
dikenin
henes bi henes
bêhna elendê ji gerdina
te
dikêşim
mijandina lêvên sornarîn
pêlhinavên min
dişidîne
hevdîtinên bi hesret
li xweziyan me digerin
tovikên jînê li zeviya
zikê te
diçînim
bi lêdana têlên giyana
xwe
sbehîbûnên şermok
diqîrim
guljînê
pêçanên hevmêjî aram
xelwetbagêrî şehweta min
dibin
zulf bi bêhna zar şêrîn
Mahsum Nisebini
Têkiliyên bê rêz (
helbest 2)
Lorînên xewê
ji dengên bêdengiya
reben tên
razana çavên vekirî
xemsarî şiyariyê dibe
zilaliya ramanên me
bi keserkeşiyê dixilin
zimanên janreşên
li tenikiya hestan
diçêrin
guhên bê parzûn
ji pêjnên genî neqrîsk
didin
têkiliyên bê rêz
raqsa kenê rondikrêjî
dibarin
destxerîbên fenfûtî
bi henesa komê dijîn
de bibînin bibînin
bihara şewitî
tîmara sergêjiya laşê
xwe
havênê yekbûnê li meyanê
xembare
em
li ber siya stêrikan
ziwabûna dilên xwe
avnadin
vedana kiryarên rûgeş
hêviyên paşroja dilxweş
ramanên rast livî hevbeş
bi qetînên tilîreş ve
diçin
dîtinên lerzok
ji xwarkarî dipale
û armancên stewir ji
melûliyê dirijin
germbayê heskirinê
ji şerxwaziya toranî
dimire
xwe
ji zûrînên diran bi xwîn
re tevdidin
em
hê bi şûrê giyandanê
kefenvirên wan î li xwe
diqetînin
zêzikê nû
li hêviya bilind
dengiyê hisretkeşe
rewş êşa bi pirs
guhpêlî bersifçarane...
Mahsum Nisêbînî