Mûzîk  

Video

Wêne

Helbest

Rêziman

Navdar Navên kurdî Lîsk Çîrok Meselok Pêkenok Link

 

 

 

 

Kawa şêxê

ji bo 40 rojiya koçkirina Seydayê Bêbuhar (Yûsivê Berazî)

 

 

Bêbuhar

 

 

 

 

Na, na bawer nekin!!

û ne hewceye hûn reş li xwekin!!

Bêbihar li nav me ye û ger ne bawer in ka dilê xwe vekin.

hûnê bibînin bê çawa sax e, xwe girêdaye, qelem di dest de sîlah e û helbest jî fîşek in.

Na na ji mirina wî bawer nekin

hûnê bibînin çawa ji berxwedanê re timî hazirin

çendî ku sal li hevdû bizîvirin

ne helbest dirizin û ne jî helbestvan dimirin.

Tenê ji nav me bar dikin û ber bi asîmanekî fereh ve,

bi du baskên tenik her û her difirin.

Bêbuhar bû awazek û awaz mîna evînê tu carî pîr nabin

Bêbuhar bû helbestek

û helbest mîna xewnane tucarî jibîr nabin.

Bêbuhar bû dîrokek û dîrok wek avê ne tucarî tîr nabin.

 

Na na bawer nekin

û ne hewceye hûn reş li xwekin

Bêbuhar barnekirye, wa li pişt derî ye, ka derî jêre vekin

wê derbasbe wekû ronahiye, ew û ronahiyê her yekin.

 

 

 

Hûn zanin îşev Bêbuhar li kû dimîne??

hûn zanin anha kîjan ewir wî di nava xwede dibe û tîne

û wî li ser kîjan xakê dibarîne?

Li jor.... li bin darek geş û şîn e

çar mêr dev li ken, rûniştîne

yek distirê, yê din dibêje û dibilîne

yek govendê digerîne

û yê çaran helbestan dirêse, awaz dike û jiwanre dixwîne

yek Tîrîj e, yek Mihemed Şêxo, Bêbuhar jî mêvanê wan e

û yê çaran jî xwedyê dîwanê Cegerxwîn e

 

 

Kawa Şêxê

25.02.2009

 

 

 

 

 
 

Webstats4U - Free web site statistics