Wa dîsa bû şev!!
almanya 17.12.2009
Erê dîsa bû şev, lê vê carê bê melodî, tenê şev û kengî? Di wê demê de ku em li hêviyê ne ku roj bêtir hilê.
Li Tirkyê biryara girtina DTP hate dayîn û girtina DTP ne girtina partiyekê bi tenê ye, lê belê girtina rê li pêşiya çareserkirina pirsgirêka salên dûr û dirêj e.
Mehkekemê îro li Tirkyê ev qerar da ku partiya kurdan were girtin û hemû rêberên wê ji siyasetê dûrkevin heya pênc salan. ne tenê wisa, lê wê hin parlementer jî ji perleman bi dûrkevin. (tevî ku milet ew hilbijartine).
Girtina DTP tê çi wateyê?
Girtina partiyekê tê wateya gemkirina devê endamên wê û mafê serbest axaftinê yekemîn mafe ku tê parastin di peymana mafê mirovan de.
Girtina partiyekê tê wateya piştguhkirina ewqase endam yên ku bawerya xwe pê anîne.
Girtina partiyekê ji kurdanre ku ewqase endamên wê di perleman de hene tê wateya li dij derketina gotina miletê ku ew hilbijartine.
Girtina DTP:
Mehkema tirkan DTP girt, lê miletê kurd û siyasetmedarên wî xelas ne bûne.
Mehkema tirkan DTP girt, lê vekirina partîk nû ne zehmet e.
Mehkema tirkan DTP girt, û siyaset li rêvebirya wê qedexe kirin, lê kurd hemû siyasetmedar in û hemû jî karin partîkê nû bi rêve bibin.
Lê rêgirtina li pêşiya aştiyê ew ya xerab e, ew ya ku gerek dunya li ber bisekine û bipirse: heya kengî?
rêgirtina li pêşiya çareserkirina demokratîk ew ya xerab e, ya ku gerek anha çavê me hemûyan li ser vebe.
an jî gerek em gotina (Ji bilî çiyayên me kesî me nîne) tu carî jibîr nekin??
http://www.youtube.com/watch?v=UY8R-tv7q0s
Kawa Şêxê 11.12.2009
kawa142@hotmail.com


