Bi mizgîniya ku min dayî mihemed, çavên
wî kenîn.
-Xwedê ji te razîbe metê, zarokên me hemû
li ser destên te hatine dinyayê. Tu nebûyayî, gelo me yê
çi kiribana?
-Min dixwest ku ez mizgîniya kurekî
bidime te, lê Xwedê keç kire nesîb.
-Keç çi ye û kur çi ye metê?
Ewqasî kur li van derana
ji çi re dibin. Pêşiyên me dibêjin, ”şêr şêr e çi jin e
çi mêr e.” Li vir kîjan mêr ji te pirtir dikare
alîkariya me bike?
-Tu yê navê wê bikî çi?
-Te navê wê got metê.
-Min
tu nav negotin, ma çima ez bêjim? Tu û dayîka wê navê wê
lêbikin haqê we ye.
-Te got ku rindik e,
-Erê bixwedê gelekî xweşik e.
-Baş e, bila nave wê
Rindêxanê be. Dayîka wê digot ku keç be, ezê navê wê
bikime Xanê.
Rindê te lêkir û
dayîka wê Xanê lêdikir. Min jî navên ku we gotî, kirin
yek û navê Rindêxan lêkir.
-Rindêxan navekî xweş
e, li ser xêrê be. Înşellah dê bibe layîqê navê xwe. Ne
esil nav in, esil ew e ku bibe layîqê navê xwe.
-Rast e, metê.
-Here hindur, jin û
keçika xwe bibîne! Rebenê pir westiya ye.
Min
xelata pîrikiya xwe girt û li ba jin û mêrên ku bi
Mihemed re li mala cîran li hêviya bûna zarokê bûn
rûniştim. Mihemed bi rûkî şermoke rabû ser xwe xatir ji
civatê xwest û berê xwe da mala xwe.
Piştî sê rojan
Mihemed, xwarina keçbûna Rindêxanê amede kir û gazî hemû
mirov û dostên xwe ên nêzîk kir. Mêvanên ku hatibûn di
nav xwe de dipeyvîn, hinekan digot, ”ev çi ye? mirov ji
kuran re şahiyê dike, ne ji keçan re. Mihemed ji keçan
re dike, ev ne edetên me ne”. Hinekan jî digot, “baş
dike, ma keç ne zarokên me ne?” gûftugoya di nav wan de
her ku diçû ji herêma we dûr diket. Ên ku digotin divê
were pîroz kirin, nepîrozkirin dikirin tawanê edetên
ereban, ên ku bi riya îslamê hatine nav kurdan. Yên din
digot, “îslam dînê me ye û ev pîrozkirin di dîne îslamê
de tune ye”. Hinekan digot, “ Mezinên me digotin ferqa
metên me û apên me nebû, herdu jî weke hevbûn li ba me.”
Dengê van gûftugoyên di nav mêvanan de diçû Mihemed jî.
Piştî ku herkes rûnişt, Mihemed ji mêvanên xwe re peyîvî.
-Gelî bira, pismam û
dostên mala Eliyê Yunis, hûn hemû bi xêr hatine keçbûna
keça min Rindêxanê. Rast e, pîrozkirina çêbûna keçan em
nakin lê min ev rast nedît û ez keçbûna keça xwe pîroz
dikim. Ez ê ne tenê keçbûna wê pîroz bikim. Heta ku ji
min were, ez ê wê li ber destên meleyên me bidime
xwendin û di mezinkirinê de, ez ferqê naxime nav keç û
kurên xwe. Ez ji we dipirsim, jinên me hemû karan bi me
re dikin an na?
Ji nav civatê deng
bilind dibûn, “dikin” Mihemed axiftina xwe dewam kir.
-Wê demê çi ferqa keç
û kuran heye? Ez hêvî dikim ku Rindêxanê bibe layîqê vê
pîrozbahîîî…
Hê Mihemed
peyvên xwe bidawî ne anîbûn li der ve dengê def û zirnê
hat, pîrozkirina çêbûna Rindêxanê dest pê kiribû. Şahiyê
bi govend û dîlana keç û xortan heta nîvê şevê dom kir.
Piştî gelek şev û
rojên din, ên ku Rindêxan di leyîstikên wan de westiyaye
û gelek xewnên ku di nav wan de geh di ser çiyan re
difirî û geh di zinar û latan de diket. Rindêxan hate
çaxê xwendinê, bi birayên xwe re, li ber destên gelek
meleyên zane fêrî xwendin û nivîsandinê dibû. Mamostên
wê gelek pirtûk pê didane xwendine û ew fêrî gelek
tiştan dibû.
Di dawet û şahiyan de
bi mêran re tiving davêt kêlikên ku ji xwe re dikirin
armanc.
Gelek caran, di van pêşbirkan de, wê kêlik li ber mêran
dişikandin. Di bikaranîna tivingê de şehraza bû û ji xwe
bawer bû. Bi qasî zîrekî û aqilbûna wê, her ku mezin
dibû xweşikiya wê jî xwe dida pêş.
Li derûdorên Sason nav û
dengê xweşikî û aqilbûna wê balav dibû.
Di bihara ciwaniyê de,
çavên xwe li nav serhildana Xarziyan a li dijî
zordestiya tirkan vekir.
Li her derê hem hawar û
nalîn bû û hem dîlan û şahî bû. Herkes ji bo serkeftinê
tiştek dikir. Şervanên di kozik û çeperan de dijmin
dibizdandin û ên din li ser kuştiyan digirîn û binax
dikirin.
Rindêxanê jî mîna
keç û jinên din, geh li kozik û çeparan bû, geh li
goristanan bû. Xwarin û pêdiviyê şer ji şervanan re
dibirin ji wir jî kuştî û birîndar dianîn.
Rindêxanê ev kar ji xwe
re kêm didît. Biryara xwe ku ji bavê xwe re bêje, ez
dixwazim şer bikim da. Bi Jinên ku ji şervanan re
pêwîstiyên wan dibirin re çû eniya ku bavê wê fermandar
bû. Vê cerê ne bi bar û piştî bû. Xwe bi rext û fişekan
pêçabûn. Tivingeke rusî li milê wê û derkete pêşberî
bavê xwe. Dikir ji bavê xwe re bêje, ez hatime li dijî
dijmin şer bikim. Dît ku komeke şervan yekî ku şehîd
bûyî bi jor ve tînin. Berî biryara xwe bêje, pirsa navê
şehîd kir.
-Bavo ew kî ye şehîd
bûye?
-Me Sebrî jî winda kir
keça min.
Bi bersiva bavê xwe re,
li cihê xwe rûnişt û hew dikarî bipeyive. Xeyalên evînê
di dilê wê de qurmiçîn. Rondikên xwe di dilê xwe de ji
giyanê Sebrî yê xwe re, rê dikirin. Dixwest bi hawar û
qêrîn li ser evîna xwe ya têkçûyî bigirî, lê nedibû. Di
her saetê de stêrkek ji berxwedanê kêm dibû. Dema wan ji
girî re tune bû, dijmin ew dem nedida wan.
Rindêxanê di dilê xwe de
strana evîna xwe û Sebrî digot, “ax ax Sebrî, te derî li
ber kenê min girt. Te xeyalên min ên zarok mezinkirinê
cemidandin. Te yadîgara têkçûna min a yekem nîşanî min
da. Sebrî, te şev di hundirê min de hişyar kir. Siya
nefretê ji dilê min difûre. Hespê daxwaza tolhilanînê
çargav direve, hefsarê xwe ji destên min revand.”
Hem jana dilê xwe
digot û hem xwest rabê ser piyên xwe û here pêşiya
şervanên ku laşê Sebrî dianîn. Bi rabûnê re hejiya,
hindik mabû ku bikeve. Du jinên li wir bi milên wê
girtin û ne hiştin ku bikevê. Şervanan termê Sebrî anîn
û li maydanê danîn. Rindêxanê loriyên xwe dewam kirin.
”Sebrî, tu bajarê
kombûna şahiya xeyalên min bûyî. Tu plana pêşeroja cejn
û Newrozên min bûyî. Te çeka evînê a dawî ji min stand.
Te temenê min di nêrînên xwe yên sar de rawestand.
Bi van awirên te ên
bêhêvî, ez têgihiştim dema ku ez hesreta nedîtina te a
şev û rojeke bikêşim û li benda hatina te bimînim çû.”
Awirên xwe ji nav awirên
Sebrî ên sar rakir û li şervanên hevalên wî ên westiyayî
nêrî û dîsa berê xwe da Sebrî û axivî. ”Sebrî, her roja
derengmana min dê bibe temenê ji temenê marekî dirêjtir.
Êdî ez ê ne li hêviya hatina te bim. Ezê rojên hatina
xwe bihijmêrim. Ez jî hatibûm ku şer bikim û gorekê ji
xewnên xwe re bi we re çê bikim. Xeyalên min, bi
koçkirina te re koç kirin. Te şîna xewnên min li min kir
Sebrî. Te welatek di hudirê min de şewitand. Te kulîlkên
evîna min qurifandin.” Bi rondikên ku ji ser dêmên xwe
ziwa dikirin re, berî Sebrî birêke goristanê biryara xwe
ji bavê xwe re got.
-Bavo ez dixwazim bi we
re li dijî van tirkên xwedênenas şer bikim.
-Keça min, şer her ku
diçe zahmet dibe. Li vir, li vî şerî mirov nêçîr e, an
nêçîrvan e. Riyeke din ji me re nehiştine. Mîna mirov
derkevine nêçîra kew û kîvroşkan, derdikevin nêçîra
kuştina me. Di dilê neyar de rahma xwedê û dilovanî
mirîye. Heqê me tune em ji nêçîrvanê xwe dilovaniyê
bixwazin. Ji ber em dizanin ku bê feydeye û mecbûrin
mîna wan bibine nêçîrvan. Şert û mercên vir wisa ne ku
tu ji xwe bawer bî were. Tu dê pir zahmetiyê bikşînî, ez
ditirsim ku tu nikaribî xwe li ber vê bigirî.
Rindêxanê,
kesereke kûr kişand, bêyî ku li bavê xwe binêre axivî.
-Bavo ma tu vê zilma ji
asîmanan bi ser erdê ve dibare û nalînên difirin
asîmanan nabînî?
Ez ji van lewendan ne
çêtirim. Piştî van agîdan ez naxwazim li navbera eniya
şer û goristanê bijîm. Min biryara xwe berî niha dabû ku
ji vir û pê ve mîna şervanekê bijîm. Lê ji îro pê ve ez
ê ji bo tolhilanînê bi tenê bijîm. Ji bilî tolhildanê tu
armanca min ji bo jiyanê nema bavo.”
Hate ber devê wê
ku bibêje, ez naxwazim mîna jineke giriyok bijîm û ez
dixwazim tola Sebrî ji dijmin hilînim. Lê nikarî, çavên
wê tijî bûn, serê xwe xwar kir û şerm kir negot.
Bavê Rindêxanê,
pêta agirê di dilê keça xwe de didît û hew dizanî çi
bêje û bersiveke çawa bide.
-Were keça min, were ez
te ji berdêla hemû hezkiriyên xwe hembêz bikim. Li te
temaşe bikim, rûyê Sebrî û birayên te ên di vî şerî de
mirî bi rûyê te vegerînim. Di rengê çavên te de, şehîdên
bêxatir xwestin çûne bibînim.
Mîna hechecka ku
xwe ji ber baranê davêje hêlînê, Rindêxanê xwe avêt nav
hembêza bavê xwe û di giriyê dilê xwe de, ewrên raserî
çiyayên Sason ziwa dikirin. Rindêxanê, digirî û bavê wê
êşa dilê xwe û sedemên serhildanê digot.
-Min ji xwe re hilbijart
ku ev çiya bibana mala min. Bibine medresa xwendina min
a veşartî. Bibine hêlîna min a azadiyê. Min zanî bû ku
jiyana min dê biqasî firehiya di navbera azadiyê û
mirinê ji hev vediqetîne de, kurt an dirêj be.
Henasa xwe kişand, serê
Rindêxanê maç kir û axaftina xwe domand.
-Ev mirina ku me navekî
din jê re hilbijartî, mîna ku em diçine karwanê deştê û
emê fêkiyê xwe bi genim biguharin, em xwe davêjin ser
mirina xwe. Di vê rêwîtiyê de mirin bi me re dimeşe keça
min. Bêhna hilma mirinê, em di nav hilma xwe de hîs
dikin. Her roj ji roja li pêşçûyî hişktir e û dijwartir
e, guhartin di rojan de tune. Ji bilî pirbûna hejmara
şehîdan… Ewqasî ev mirina me navê wê bi şehîdiyê guhartî
nêzîke û ewqasî biêş e keça min ji êşê re meferê girî
tune. Di vî şerî de ên perîşan, ne ew in ên ku dimirin.
Ên perîşan, ew in ên li paş wan dimînin. Ew in ên sêwî,
jinebî û evîndarên ku xewnên serjêkirî dibînin.
Rindêxanê hinekî
şerm kir ji gotina bavê xwe ya dawî, bavê wê evîna wê û
Sebrî zanîbû. Wer dizanî ku bavê wê ew gotin ji wê re
digotin. Dengê giriyê xwe kêmtir kir û xwe bi hembêz
bavê xwe ve gûvaşt.
-Keça min, di vî şerî de,
min ev rastî zû fêhm kir. Êşa şehîdekî evîndar li peyî
yekî li paş xwe jineke sitûxwar, bavekî di çavan de
rondikqurmiçî û dayîkeke kezebşewitî hiştî. Êşa her yek
ji wan bû çîrokek li pey çîroka din û hate gotin. Sebrî
jî bû yek ji wan. Li peyî wan tiştên ji me re mayî
goreke tijî girî û bêrîkirina ji êşên me xatir ne
xwestî. Tiştek din di destên min de tune ji bilî çeka ku
ji wan ji min re maye û hemû stêrkên li ser milên me dê
navê şehîdbûna me be.
Bi van mêrxasan
re, her cerê min xwe davêt ser mirinê, mîna ku min
bêriya mirinê kiribe, lê mirinê ez ne dibirim û ez bi
paş ve dihatime nav meydana êşan. Îro ne mirin min qebûl
dike û ne ez jiyana bindest qebûl dikim.
Bi dengekî kûz û
nîvgirî Rindêxanê peyvî, xwest dilê bavê xwe xweş bike û
wisa got.
-Xwedê neke bavo, ku tu
werî kuştin ez ê çi bikim? Ji te pê ve kî heye ku li me
bibe xwedî? Bi tenê tu dikarî di bin vî barî de rabî û
vê zilmê ji ser me rakî. Ez zanim ku te nedixwest ev şer
bibe û ev hemû mêrxas werine kuştin.
Hê Rindêxan
dipeyîvî, bavê wê weke ku bixwazê sedemên destpêkirina
şer bibêje axivtina xwe bire cihekî din.
-Axxx ax xinisî, te mal
li xwe û li me xira kir. Te
çima xwe da dest?
-Xinisî kî ye? bavo.
-Keça min, xinisî, Xalid begê Cîbranî ye.
Bê şensî bi
dîlgirtina wî re, li me barî. Ew serokê Civata Azadî
kurd bû û zanîbû çawa kurdan bînê cem hev. Me hemûyan li
wî guhdar dikir. Bê şensî ya duyem û a mezin şikestina
hêza şêx Seide Efendî bû. Bê şensî ya sêyem bi
darvekirina wî û zanayên me kurdan bû. Ev bê şensî yek
li peyî ya din hat, me di nav van şertên giran de dest
bi serhildanê kir. Ya rastî keça min, em mecbûrî vê
serhildanê kirin.
Ji malbata me gelek
kes di nav Civata Azadî kurd de bûn û tirkan ev zanî bû.
Piştî ku
derdorên me kirina destên xwe, bi ser me de hatin. Du rê
li ber me hebû keça min. Yan divê me şer bikira, şeref û
navê xwe biparastina. Yan jî em teslîm bûbûna û bi
serjêkirina xwe razî bûbûna. Ji van herdu riyan pê ve li
ber me, riyek din tune bû. Roja pêşî min zanîbû ku ev
şer dê pir bi êş be keça min.
Ev çiyayên me ji xwe re
kirine hêlîna azadiyê, di vê dorpêçkirina tirkê romê û
rûreşên kurdan de her roj zarokên xwe dadiqurtênin keça
min.
Piştî vê axaftina
dirêj, destûr da ku Rindêxanê di nav şer de cihê xwe
bigire.
-Keça min tu bi min re li
serê rîsê goga ku tevlîhev bûye bigere. Em bi hev re,
hem li tolhildanê bigerin û hem li serkftinê.
Êdî Rindêxanê, di eniya
şer de bû.
Fêr bûbû di nav
demhijmêreke de, fêrî êş û şadiyê bibe û di eynî demê de
xewnên evînê û têkçûna evînê jî bibîne. Xeyalên
serkeftinê û têkçûnê bi hev re bibîne. Ji kozikekê
dibezî kozika din, şervanî û zîrekiya xwe nîşanî
neyar dida.
Her ku diçû şer ji
şerê mêranî dûr diket û dibû şerê derveyî hêza şervanan.
Sasoniyan cara pêşî Balafirên bombaavêj didîtin.
Şervanan navê van balafiran kiribûn teyrên ku bomba
davêjê. Ev nav li van balafiran kiribûn û ji van teyrên
bombaavêj re digotin, ”ma ne hûnê êvarê herine lîs, ezê
nîşanî we bidim bê çawa teyr hêkên ku biteqîn tavêjin
dikin.” Cara pêşî balafirên kujer didîtin. şer, ne
şerê baş bikaranîna tivingê bû. Li hemberî çend tivingên
di destên berxwedêrên Sasonî de, artêşê dagîrkar bi
balafir, top û metaryozan êrîş dikir.
Di eniya rojava de
li nêzîkî pira Malabadê, şer giran dibû. Rindêxanê û
hevalên xwe ketine çembere. Ketina çemberê demî dizanîn
û wer dizanîn ku di demeke kin de, dê çemberê bişikînin.
Roja nehem,
Rindêxanê û çend şervanên birîndar ên ku gulên wan
qediya bûn mabûn. Roj çend bejinan bilind bûbû. Toz û
dûmanê girtibû ser kozika ku Rindêxanê û hevalên xwe
têde dîroka xwe dinivîsandin. Di vê navê de tevzînok ji
milê Rindêxanê yê rastê çû, her ku diçû cihê tevzînokên
germ, êşa sar digirt. Êşa milê wê, hêdî hêdî dikete hemû
laşê wê, di gewriya wê de girêkekê gewriya wê teng
dikir. Girêka êşê û tirsa bi saxî dîl bikevê dest bû.
Êdî nedikarî tevinga xwe bikar bîne. Bi bêdengiya kozika
Rindêxanê re serleşker fermana êrîşê da, "ileri" bi pêş
ve paşî çend eskeran bi hev re xwe avêtin kozikê û bi
singuyên xwe şervanên birîndar ji janên wan, ew rizgar
kirin. Her şervanî bi dihan serê singuyên tirkan di
laşen xwe de dîtin. Dema esker nêzîkî Rindêxanê bûn
dîtin ku ya hewqas şer li hemberî wan dikir keçek e.
Matmayî rawestan, nizanî bû çi bikin. Bê vîna xwe yekî
kire qîrîn "komtanim kiz dir" fermandarê min keç e
fermandar
bibihîstina navê keçê re fêhmkir ku Rindêxanê ye ji bo
ku di gelek şeran de navê wê dibihîst û zanîbû ku keça
Mihemdê Eliyê Yunis e. "onu oldirmeyin ben geliyorim" wê
nekujin ez têm.
Fermandar li
pêşberî xweşikiya Rindêxanê matmayî rawestiya. Xwîn,
xwêdan û toza ku ew çend roj bûn li ser dêmên Rindêxanê
hişk bûbûn û bi hev re dixwestin, xweşikiya wê ji
dijminê namûsê veşêrin jî, ne dikarîn veşêrin. Mîna
Xezala birîndar ku xwe ji deren keftarê kujer dûr bike,
Rindêxanê jî, xwe da paş û qîriya, "nêzîkî min nebe"! bi
qêrina Rindêxanê re ken ji ser nikilê hemû çûk û dêmên
kulîlkên çiyayên Sason û herêma Xarzan firî. Serleşkerê
ku çavên xwe berdabû destdirêjiya Rindêxanê, a dilê xwe
ji Rindêxanê re got, "Tê bibe ya min, tu zanê ku ez
çiqasî li hêviya vê rojê bûm ku ez te bi saxî bigirim û
bi dilê xwe vî bi…te"?
Gotinên bavê wê ku li ser
laşe Sebrî gotin, hate bîra wê, ”heqê me tune em ji
nêçîrvanê xwe dilovaniyê bixwazin. Ne mirinê ez qebûl
dikirim û ne ez jiyana bindest qebûl dikim keça min”.
van peyvan di guhên wê de dikire çinge çing. Rindêxanê
fêmkirin ku rizgarî ji destên serleşker nîne bi lez
axivî.
-Rast e, ez esîr ketime
destên te û tu çawa bixwazî tu dikarê bikî. Lê ne li
vir, li vir nabe. Tu li vir destên xwe bidê min ez ê xwe
bikujim.
Serleşker pirsî;
-Çima ne li vir?
Rindêxanê, bilez got;
-Ev der erdê ku dibin
destên bavê min de ye ji bo wê ne li vir.
Serleşker pirsa sinorê
erdê bavê wê kir;
-Erdê bavê te heta ku ye?
Rindêxanê pira Malabadê
nîşan da.
-Erdê bavê min heta aliyê
dinî pira Malabadê ye.
Serleşker bi destên xwe
pira ku Rindêxanê nîşanî wî dayî işaret kir.
-Pira Malabadê ev pira li
ser vê avê ye? yanî ev pira nêzîk e?
Rindêxanê bi serê xwe erê
kir.
-Rast e, ev pira li ser
çemê Batmanê ye. Sinorê Sason û Farqînê ew der e. Ev
aliyê pirê erdê Sasonê ye û aliyê pirê din erdê Farqînê
ye.
Serleşker li pirê nêrî û
dilê xwe xweşkir, pir riya nîv saetê ji wan dûr bû. Di
dilê xwe de got, "Ma tu yê ji destên min rizgar bibî pir
va ye" lê nedixwest ku ev destdirêjî cerek be, dixwest
Rindêxanê mîna ceriyekê bi kar bîne ji bo wê hem bi
nermî û hem bi tehdîtwarî bi Rindêxanê re peyivî.
-Tu bi dilê xwe bi min re
razê û bixwazî bibe yarika min, ezê te naşînime mehkama
şarq îstîqlalê û tu yê ji mirinê jî rizgar bibî. Binêre
tu birîndarî jî, ez ê bihêlim ku tu birîna xwe derman
bikî.
Rindêxanê êşa birîna xwe
ji bîr kiribû.
-Birîna min ne giran e,
bi tenê gule li milê min ketiye. Min devê birînê bi
desmala xwe girt, xwîn sekinî.
Xwest bêje, yê birîndar
dilê min e, ne milê min e lê xwe ragirt û negot.
-Ku tu li vir dest li min
nedî, ezê li aliyê pirê din bi dilê xwe bi te re razêm.
Lê ne li vî aliyê pirê.
Fermandar, pêşî nexwest
vê pêşniyazê bipejirîne û dixwast li wir destdirêjiyî wê
bike. Lê hem pir ne dûr bû û hem xweşikiya Rindêxanê ew
dîl girtibû. Li gerantiya berdawamiya destdirêjiya xwe
digeriya û dîsa pirsî.
-Te negot, tu ê bibe
yarika min an ne?
Rindêxanê xwest baweriyê
bidiyê û bersiveke sergirtî da.
-Bê çawa êsîriya min, ne
bi dilê min bû. Yarikî jî, dê bêdilî be, lê ez mecbûrim
ji te re bibim yarik ku tu min ji mirinê rizgar bikî.
Serleşker, mîna roviyê ku
mirîşkê ji dûr ve dibînê û av ji devê wî tê bi zimanê
xwe dora lêvên xwe dialîse, serleşker jî wisa lêvên xwe
alast û got.
-Baş e, lê divê ku ez
destên te jî mîna van kesên din girê bidim.
Bi gotina van kesên din
Rindêxanê fêhm kir ku ne bitenê ye. Lê hê jî nizanî bû
kesên din kî ne û çi kes in.
Rindêxanê zû pirsî;
-Kesên din? we hemû bi
singuyên xwe kuştin.
Serleşker bi rengekî ku
serkeftineke mezin bi dest xistî got.
-Na, na, ne hevalên te.
Me jin û zarokên ku çetan dixwestin wan bi xwe re bibin
girtin, em wan dibin.
Pirsên Rindêxanê li pey
hev dirêj dibûn.
-Çawa? hûn wan dibine ku?
çi ji mêran hat?
Serleşker bi kene kî
quretî bersiv da.
-Dixwestin vane jî bi xwe
re bibin, lê nikarîbûn li hemberî eskerê me xwe ragirin.
Tu pirsên xwe ji wan bike, ew dê merîfeta me ji te re
bêjin.
Ferman da eskerên li dora
xwe, "esker destên wê girêdin! Wê jî, bibine nav wan
heywanên din. Ev ne mirovin, hemû weke heywanên kovî ne.
Di rûyê van kurdên pîs de, bi hezaran eskerên me di van
çiyan de şehîd bûn. Ma ev heqê xwedê ye? xwedê bela xwe
bidê kurdan hemûyan”.
Şadiya rizgarbûna
ji destdirêjiyê, hindik mabû ku dîl girtinê bi Rindêxanê
bide ji bîr kirin.
Henaseke dirêj kişand û
rabû ser piyên xwe. Destên wê girêdan û du eskeran bi
milê wê girtin û ew jî anîna nav koma me jin û zarokên
ku dîl hatibûn girtin. Hê negihiştibû pirsa tiştekî bike
dengê serleşker hat. Ferman da ku rabin û bi kevine rê,
"rabin bimeşin kûçikên heram, rabin zû!”
Di nav komê de, Rindêxanê
ez jî dîtim. Rindêxanê xwe gihanda min û pirsa
serhildanê ji min kir.
-Dayê çawa bû? hûn çawa
ketin destên van bêbavan?
Min xwest ta bi derziyê
ve bikim, çi min zanîbû hemû min ji Rindêxanê re got.
-Keça min ev serê du
heftane ku bi şev û rojê êrîş ser me dikirin. Gelek
xeyînên kurmancan jî, alîkariya romiyan dikirin. Quweta
şervanan ne digihişte romî û xeyînên kurmancan. Kom bi
kom berê xwe dane Binxetê û eniyên şer berdan. Berî ku
xeberê bidine we, romî ketine navbera me û we. Nedikarîn
xeberê bidin ku hûn xwe xilas bikin.
Her komeke şervan komeke
jin û zaroka bi xwe re dibirin. Koma ku em bi wan re
diçûn ketine şerekî pir dijwar, gelek ji şervanan şehîd
ketin. Şer wisa giran bû, êdî îmkanên ku şervan me bi
xwe re bibin tune bû. Em di gelîyê Sêvan de veşartibûn û
wan li jorê gelî, li dijî romiyan şer dikirin.
Roja çaran
romiyan cihê me dîtin û em esîr girtin. Gelek ji me
hatine kuştin, jinên ku tirka dixwest destbavêjina wan
xwe dikuştin ji bo ku werine kuştin ji nav me direvîn da
esker gule berdina wan û wan bikujin.
Di rê de gelekan xwe di
zinaran de avêtin û xwe kuştin. Yên ku tu wan dibînî em
pîrejin û zarokên di bin heft salî yê de ne. Xwedê ev
qeder layîqî me dît û em kirine esîrê roma reş keça min.
Hê ez dipeyivîm, em
hatine ser pirê. Rindêxanê li pirê, diwarên li herdu
eliyên pirê û rûbarê di bin pirê re dişemitî dinêrî.
Keneki mehsune li ser dêmên wê herikî. Herkes ji pirê
derbas bûn, fermana bêhnberdanê hate dayîn. Koma jin û
zarokan rûniştin ji bo bêhnberdanê. Rindêxanê berî rûne,
çû ba serleşker û destûr jê xwest ku bihêlê here ser
pirê.
-Ez hêvî ji te dikim ku
tu destûra min bidî, ez cara dawî derême ser pirê û têr
li erdê bavê xwe binêrim û werim, êdî tu çawa dixwazî
wisa bike. Tu destên min jî veke dê gelekî baş be. Ez
dixwazim vê qirêja li ser rûyê xwe hinekî paqij bikim.
Destgirêdayî ez nikarim rûyê xwe paqij bikim. Tu jî,
jineke rû qirêj naxwazî.
Serleşker bi gotinên
paqijkirina qirêjê û tu jî jineke rû biqirêj naxwazê
bawer kir ku Rindêxanê dixwazê xwe ji wî re xweşik bike.
Bi awayekî ku gelekî medeniyetê dizanî got.
-Ez ê, medeniyetê nîşanî
te bidim. Tu ye li bajaran bijî û tu ye bi xanimiya xwe
bihesî.
Rindêxanê, xwest baweriya
wî bi xwe bîne
-Ez jî, hin tiştan dizanim, ne wisa cehil
im. Tu zanî ku ez
keça Mihemed Eliyê Yunis im û min li ber destên gelek
mamosteyên baş xwend. Ez zanim ku jiyana bajaran ji ya
van çiyan xweştir e. Hemû pirtûkên ku mamosteyên min bi
min didane xwendin li bajaran hatibûn nivîsandin. Di
helbestên wan de xweşiya jiyana bajaran û bajarvaniyê
hebû. Min pir xeyal dikir ku li bajarekî mezin bijîm.
Min Şîraz nedîtiye lê ez ji şêx Sadî yê Şîrazî, bajarê
Şîrazê nas dikim.
Her ku diçû
serleşker pirtir bawer dikir ku Rindêxanê dê bibê yarika
wî û destûr da ku here ser pirê û rûyê xwe paqij bike.
-Baş e, pir dereng
nemîne, em îşev divê xwe bigihênîn Farqînê. Li wir ez ê
te li mala hevalekî xwe veşêrim û paşî bêjim dixwest
birêve min kuşt. Tu zanî ku her kesên li Tirkiyê bijîn
pêwîste nav û paşnavên wan bi tirkî be. Ez ê navêkî bi
tirkî ji te re bibînim û bi wî navî te li her derên
Tirkiyê bi min re bijî. Tu kes dê nizanibin ku tu
Rindêxan î, bila navê te Yildiz be. Ez hew dihêlim ku
destên te werine girêdan, tu yê dest vekirî bimeş î.
Hê Rindêxanê
bersiv nedabû, fermana ku destên Rindêxanê vekîn da,
"destên wê vekin"!
Destên Rindêxanê vekirin
û Rindêxanê hat li ba Min li ser çokên xwe rûnişt. Şe û
neynika xwe deranîn ji bo ku nedikarî destê rastê bikar
bîne, neynik da min ji bo jê re bigirim û bi destê çepê
biskên xwe şe kir. Reng ji ser rû yê min çû, hew min xwe
girt.
-Tu çi dikî? Porê xwe ji
kê re şe dikî? Dema ku tu ketî destên wan, mezinê
romiyan dixwest destbavêjê te. Te li wir çi jê re digot
ku dev ji te berda bêje?
Rindêxanê bersiva min da.
-Min jê re got, ev der
erdê bavê min e li vir nabe. Tu dest bidî min li vir ez
ê xwe bikujim. Wî pirsa sinorê erdê bavê min kir, min
got, heta pira Malabadê ye. Ji bo ku pir nêzîk bû wî
heta vê derê dest neda min.
Min, bi dengekî nîv
fetisî û gelekî hêrs got.
-Vêga jî tu dûvê xwe li
ber wî tirkê qetil dihejînê na? Heyf û mixabin ku tu ji
malbeta Eliyê Yunis î.
Bi gotinê re min neynik
ji destê xwe avête erdê.
Rindêxanê, fêhmkir ku ez
wer dizanim ew xwe ji serleşker re xweşik dikê. Ji bo ez
hê pirtir xemgîn û hêrs nebim ya dilê xwe got.
-Dayê ez naxwazim bi vî
halî herime ba Sebrî.
Bi bihstina navê Sebrî
re, hindik mabû ku ez biqîrin, lê Rindêxanê destê ku şe
têdebû danî ser devê min.
-Dayê, nehêle ku ev
bêbavên eskeran gumana revê ji min bikin.
Min şe ji destên wê girt,
bisk û tembûriyên wê ên di nav xwîn û xwêdanê de
tevlîhev bûbûn şe kir. Biskên wê badan, xwîna ku bi tozê
re li ser dêmên wê hişk bûyî tifî tiliyên xwe dikir û bi
tifa xwe paqij dikir. Min di ber van karan re,
qermîçokên rûyê xwe bi rondikên xwe av didan. Bêhna
bêrîkirina tunebûna Sebrî ji nav rondikên min difûrî.
-Vêga vê, dizanim bê çima
şeva ku dayîka te, tu dianî, te çima nedixwest werî, te
ev êş û têkçûn dizanîn ji bo wê te nedixwest werî. Weled
dayê, weled bê miradê. Ma min ê tu ji mirinê re xweşik
bikira? Cara pêşî, şeva tu bûyî min tu şuştî û vêga ve
jî, ji çûna dawî re xweşikkirina te, xwedê kire nesîbê
min. Bila xwedê vê nehaqiya ku li me dikin ji wan re
nehêlê. Ev serê du rojane ku van zarokan pariyek nan
nexwarîne, ev zarok dê çawa vê zilmê ji bîr bikin? Heta
ku dinya dinyabe, ew vê ji bîr nekin.
Rindêxanê mîna ku
xwest ji min û komê xatir bixwaze, henaseke kûr kişand û
axivî.
-Giya di bin keviran de
namînê dayê.
Van celatan, şadiya meşa me, a ber bi
jînê ve nexwestin.
Jîn ji nav destên me
revandin û kefenê bindestiyê layîqî me dîtin. Lê ew dê
nikaribin meşa me, a ber bi rûreşkirina qederê ve
bisekinînin.
Me dinyayeke xweşik û
têra me hemûyan bike dixwest.
Jiyaneke bê şer ji reng û
dengan tijî.
Jiyaneke ji hezkirinê
tijî û xewnên wê rast dixwest.
Bi van gotinan,
bêhna hebûn û mirina xwe dikişand nav xwe. Bêhna hebûn û
tunebûnê, jîn û mirinê bi hev re êrîş dibirinê. Bê ku
destên min maç bike û xatir ji komê bixwaze, rabû ser
xwe û berê xwe da pirê. Eskerek çû pêşiyê û dengê
xwe lê kir.
-Raweste! tu bi ku ve
diçî?
Berî ku Rindêxanê bersivê
bide, serleşker dengê xwe li esker kir
-Dev jê berde, bila here
heta ser pirê. Destûr ji min xwest wê.
Cara dawî li koma jin û
zarokan nêrî û bi gavên giran ber bi pirê ve meşî,
Rindêxanê. Mîna ku ji kesekî nêzîk re bipeyive, di ber
xwe de dipeyîvî.
-Wê roja ku tu çûyî, min
mîna gêjan ji paş ve li te dinêrî Lal bûbûm, zimanê min
di devê min de ziwa bûbû. Bi tenê min hêza ku xwe
bavêjim hembêza lehiya barana çavên xwe, di xwe de
didît.
Bi çûna te re, hemû
hevokan wateya xwe winda kirin. Min jî, wateya şadiya
evîna xwe û wateya jînê winda kir.
Ji roja tu çûyî ve, dilê
min bû erdê mîmkirî û giyanê min di nav mîman de serxweş
digere.
Piştî wê rojê, lêvên min
ên xweşik ewên tu wan nas dikî, ken nedîtin û maç ji bîr
kirin.
Lingên min ên mîna lingên
kûliyan jêhatî nesekinîne û ber bi te ve direvin.
Îro mirin ji mirina min
ditirse û ez ji herduyan ditirsim.
Min ji te re digot ku ez
ji şeva pêşî ditirsim.
Ji têkçûna keçkaniya xwe
ditirsim
Were bi rêz û hezkirin,
were.
Were zavayê rizgariya şîn
û şadiya min were.
Were Mîrê mirina min
were!
Were êdî bese were!
destên min bigire û here!”
Di navbera ken û girî de
dipeyvî. Bi van peyvên di nav xeyal û rastiyê de gihişte
pirê. Di nav xilmaşî û şiyariyê de derkete ser diwarê
pirê. Li erdê bavê xwe li çiyayên derdorên xwe nêrî û bi
dengekî bilind bangkir bavê xwe,
"Bavooo, bavooo, bavooo,
mirin min qebûl nekê jî, ez ê îro mirinê hembêz bikim û
di hembêza wê de razêm."
Di nav awirên zarokan ên
tirsonek û awirên eskeran ên matmayî de, bi ser
bêdengiya çem ve firî.
14.02.2008
kamran Simo Hedilî