hêlîn vala hişt
û ji paşila min firî
sal çûn
roj borîn
şev bûn bigorî
kêla sebrê herifî
cihê jê çûyî û çûyê
destên bêrîkirinê girtin
di ezmûna ken de

peyv melûl
evîn tî
û
xew
di birîna dil de dîn kir
rengê janê li bajaran
û
hêvî li kolanan par kir
kuştin
zîndan
sirgûn
û

gelek êş
fêrî min kir

ez fêrî jibîrkirina xwe nekirim
min
ro hilgirt
û
bêdeng stirana kevokan pêşkêş kir
tirsê zincîr qetand
nêrînê
di şîniya hezkirinê de haveyn girt
stêra nehînî û siran
di hembêza birûskan de hilat
û min
bi çêja bendewariyê
êş birîndar kir

 

13.09.2009