|
Hindek Ji pêlên Bîranînan
Zilamek li taxa me hebû navê wî
Bavê Selma bû gava go ji mala
xwe derdiket dibû tinazî û
pêkenîna zilamên taxê, Bavê
Selma zilamekî bi tundî çavteng
û nemerd bû.. gava ku xelkê
silav lê dikir berê xwe ji wan
diguherî û xwe nedispart kesî ji
xwe re digot heger ez guh bidim
xelkê wê çûn û hatin û serdanî
jî digel min bidin û bi vî awayî
divê ez çayê û kafê bidim wan û
çaxê firavîn û şîvê be divê ez
wan vexwînim ser xwarinê û ev
yek hemî ziyane ..
Amûra jimaryarî ji bêrîka xwe
derdixist û dihijmart ku li ser
wî çendîn buhaye çayê û kafê
.
Ne ez serê xwe dêşînim û ne
peyvîna xelkê ji mire gereke.
Her ez dost û merivekî bibînim
ezê xwe bidim Alî çêtire.
Wê ji min bipirsin li ser kincê
minî nû yên ko ji berî çar salan
bes min kiriye û hîn ji heftpîna
pêve tê de nîne
Yan wê pirsa pêlava min bikin ya
ko hîn ji bermayên bavê mine
dilvaniya xwedê lêbe ya berî deh
salane û hîn ji sê caran pêve
min çaksaz nekiriye û wê pirsa
egera lawazbûna laşê min bikin û
ezê bersiva wan bidim ko bi
xwedê her ji du roja ez firavînê
bi malbata xwe re dixum goştê ko
her ji mehekê ez dikirim têra
min nîv mehê dike û nîvê din jî
ez merga wê dixum tev go ez
nikarim zêdegavya bikim ji ber
go rewşa minî aborî xizane
tişteĸî min Nîne ji pêv du
karxana û perçak zemîn ez ji
xwere têde baxçan diçînim .
Dê çawa ezê karibim deryê xwe ji
mêvana re vekim û rewşa minî
mewdanî lawaze ma hûn jî ne
bimirene ko Silava xelkê
ziyaneke mezine ?! ……
Ji kurteçirokên : Wezna Osê
Wergerandin : Pêşeroj Cewherî
|