Mûzîk  

Video

Wêne

Helbest

Rêziman

Navdar Navên kurdî Lîsk Çîrok Meselok Pêkenok Link

 
 
 
 
 

 

 

Kamran simo

 

 

Tîr di dil de ji bîr bû

 

 

Li peyî te

kanî û rûbar

ziwa bûn

hest gêj

daxwaz mandû bûn

dil

çûkê serxweş e

bask tu yî

serhildana ewran e 

rondik şîn û reş dibarin

roj

di bin kirasê şevê de

reng

di êşa kulîlkên hinarê de

hêvî

di asoyê dûr de dinalin

dîrok

têkçûnên me

ji çeperekî

dibe çeperê din

ji serkeftinan pirtir

giyan

di pîroziya Dîcle û Firat de tî me

çavên

firîna şadiya min

windane îro

min

dîlana jiyanê

da baskên çûkên biharê

te

termê evînê

bi hêstirên min şoşt

jana têkçûnê

di dilê min û xwe de hişt

31.03.2008

Kamran Simo Hedilî

 
 
 
 
 
   
 

Webstats4U - Free web site statistics