Mûzîk  

Video

Wêne

Helbest

Rêziman

Navdar Navên kurdî Lîsk Çîrok Meselok Pêkenok Link

 
 
 
 

 

 

 

 

 

 

bihara beravêtî

 

 

di tariya xayîn de

roj xesandin

pelên azadiyê weşandin

li 16’ê adarê

goristanên Mediya

giriyandin

ji kelha zilmê

melkemotên mirinê

şiyandin

di tariya xayîn de

roj xesandin

min jan û kovan

ji kolanên bihara beravêtî

kişandine nava xwe

di henasa xwe de

qêrîn û girî girtin

bi lehiyên vereşandina jahrê

di qolincên bajarê bêmecal de

Helebçe kuştin

di tariya xayin de

roj xesandin

axînên we

di çolbeyarên giyanên xwe re

herikîne bêdumahiya dilê min

werin netirsin

sêwiyên paşmayên Medan

di cîhanê de hûn bi cih nebûn

cîhan nikare we veşêre

werin

di mêjiyê min de

xwe veşêrin

werin destên min bigirin

em cîhana xwe

biafirînin

bi çavên êşê

bi axîn û girî

bi agir û hilma tirsê

li min nenêrin

hêstirên we

kaniyên çavên min

ziwa dikin

ser xwe rakin

baskên xwe vekirine stêrên jînê

bêgiyan ranewestin

rabin

li dilê min siwar bin

binêrin

bayê bihara jînê

hate Helebçe

tirsa leşkerê Med

kelha zilmê hejand

bircên Babîl hilweşand

bi hilma biharê werin

werin bikevin dilê min

ji cejna me re

pênc roj mane

wê bibe

cejn  li welatê me

em cilên xwe yên

rengerengo li xwe kin

li kuç û kolanên

leyîstik lê mirin

şekirê cejnê kom bikin

rabin werin

werin bikevin mêjiyê min

di mêjiyê min de

bijîn werin

 

16.03.2005

 

Kamran Simo Hedilî

 

 
 
 
 
 

 

   
 

Webstats4U - Free web site statistics