Mûzîk  

Video

Wêne

Helbest

Rêziman

Navdar Navên kurdî Lîsk Çîrok Meselok Pêkenok Link

 
 
 
 
 

Gulnar Eli

 

Valentine

 

 

semiyana dil

evîn,

xwezî,

roniya pêngavên rojan e

keservedanên demê gêj

bişkujşilêra dilsoj

şev

şiyarmestî

siwarên valentine

rehwanê xwe li pêşiya min xist.

Buraqê çerxê êkûbîstê

gehandin hev.

 

Roj, heyv

reşdav li geştê

navbera dest û dilan

şûşeper

ji belgên şînahiyê,

pêlên sinoran

demên serxweş, ji qedexeyên çavên vê şevê

ax bi ax,

av bi av,

bi tilîliyên dîtina yekemîn,

birîskên bêdengiyê

taviyek hûr

şevnema şana min.

 

 

Valentine evro

Cane xwe di ruhaniya ruha min de faramoş bike

jibîr bike.

" ANA AL HEQ"

pîroziya zayîna min

pîroziya şilêra vejiyay ser dêmê min

pîroziya dilêrê efsaneya evînê min

asîman mişt ji semayê kir,

ji stêrên keyf û kenînê.

 

Navê te  di gulwaza işqê de xweştirîn deng e.

Hedar,

roniya şevbendemanê

xogirê li ber reşbayên kelha evê şevê 

hogirê xewn û bêriyan

" Delalê min, eve

çendikî çend salan"

di nav cejin û şahiyan

ferzindeka mişext bûm!

 

Hizar pelatînk hêlîna dil dagîr bikin,

hizar hezar awaz li ser serên min bibarin

hizar wêne di paxila min bizên,

dê pêkve gorî girnijîneke te bikim.

 

Di henasa min de,

Tu, 

sorgul,

dil,

asîman,

dar û ber,

dîwar

û qedereka xwedayî sermest î.

 

 

Trafîk keskin,

homeless im,

bi qefta gulê belengaziya xwe û te dinuxumînim

şagul,

serkêşa govenda vê şahiyê me,

di nav çavên te de.

Tu „ Evra û ez

 

Saturday, February 14, 2009,

 

 

 

 
 
 
 

Webstats4U - Free web site statistics