Mûzîk  

Video

Wêne

Helbest

Rêziman

Navdar Navên kurdî Lîsk Çîrok Meselok Pêkenok Link

 

 
 

 

 

 

 

Dilê min bo te Duhok a min

 

 

Rûyê şîn,
mija spêdê,
şikestina çavên te,
sotina hetavê,
tabûta zarokatiya min
    ser milên xwe helgirt.
Pey taziya xewnên min
çûçk û zarok,
sîbera ferzindeka mirî dişûn.
biken û girya xwe,
 
kolanan vedmalin.

 
Dilên niyas dibînim
dêmên neniyas
zarokê kal neniyasî
Bûrîn.
 

Çentka wêne û kartên hevala
bi milê çepê ve
xwe bidavên dil girêda.
tikêta firokê bi xurtî
xwe bi serên tibla şehdê û beranî vegirt.
Dêmên xelkî di nav xerecirê de,
hemî wek hev in,
lêvên biken
firîna kevoka
çav belavoka strana.
 

Tinê ez ya biyanî me
 
ne wekî kesê

 
biyanî li derve û jor

li ser sinora û dûr.
 
Rabîna firokê ji Hewlêr
dilê min revand û bazda
ji bo bizivrît...
Dilê vekolayî ser tabîta diltengiyê
te kir bû pelatinkeka rengîn.
Şîn kirin
hewes û perdavên şîn
 
nexşîn roj.

 

 

 

 
Barana payîzê, şûştim

Bi germa xem û xweşiyan...
gehiştînêk ji bo jêk dûrkevîn
çi bibe, bila bibe!
 
noke min bibe def xwe

dizanim kuçkirna min çarenûs e,
 her wekî viyana min
dizanim ku şevên min dirêj in.
 
Girî dê davên xwe rêsît

 
xweşiya evro, xema sube ye

 
xema evro, kenyada sube ye.

 

 
Di dozexa xwe ya şox û şeng

 
min hembêz bike.

 
Dilê xwe dê bo te hêlim,

 
barkem dûr,

 
dûr zeman

 
dûr zemîn.

 
Fêrî derbederiyê û koçkirinê bûm,

 
fêrî elfebêtkên Teniyayê û xemokiyê bûm,

 
fêrî nalîna şevên bêdar bûm.

 
Di bajarên pêşesazî de

 
beringarî şevên xwînmêj bim

 
bi dilê trumpa xewa bê êş.

 
pişta xwe bidim paşe rojê

bila çavên min ser rojên reviyayî
 helawîstî bimînin.
 

Gulnar Elî
23-6-06
Duhok
 
Nikirin 16-8-08
 

 

 

Webstats4U - Free web site statistics