|
 |
|
Gulnar Eli |
|
Xewnek ji davên rastiyê
Berî spêdê bû,
hêdî wekî dizan ji cihê xwe derket. Sihareka sar bû. Tirîfe roniya xwe
hinekê di nav rengê esmanî de berze kiribû. Dengê teptepa piyan deng
veda digel bayê şîn û belav dikir li kolanê.
Bixar qesta robarî kir. Her tişt bêdeng bû, tinê dengê xewa avê digel
henasên westiyayî binemezên dil têkel dibû. Pêngav westandin, kesek li
wir nebû. Robar, ez, esman, dengê bayekê hêdî û tezî. Dengekî li guhê
min zengil lêda. Ew deng e yê ko ez lêdigerim, min çavên xwe girtin. Ji
bo careke din bibihîsim, Roooondiiiik çavên xwe vekirin.
Li alê din yê robarî. Dînatî ji dînatiya min revî, ew e li beramber
çavan, dûr e bi çend gavan. Tinê robarek e di navbera me diqetîne. Dil
sîng diquta daxwaza firînê dikir. Awer li dîmenî temaşe dike. Bîrhatin
bûn filmekê sînemayê, bendewariyê ser û bin lê reş kiribûn. Berê wî li
rêya min bû bi girnijîna xwe ya xembar û awerên şikestî li bendê bû.
Ew perîşaniya herdem li ser dêmê wî nigarkirî, dîsan bibûn tîrên tirs u
perîşan. Çavê wî li min man, ez dîtim, destên wî di berîkan de givaştî
bûn. Salên bendemanê gelek bûn bi dirêjahiya dûriyê. Tinê heyva zelal
şahidê xewnên me yên mor bû, û rêyên me yên dûr.
Pora min ber bi bayê diket. Kiras, berî û fistanî dixwast baz bide,
lewendî vebûn bibûn per û heldana firîna min dikir. Riha şirîn e, piyên
min di axê de hatin çandin. Min divêt digel te baxivim, te divêt digel
min baxivî?
Min divêt bigehime rexa te. Di hembêza xwe bikim, da bawer kim eve tu yî,
tu û ez, ez û tu tinê, pêkve. Belê, belê qederê ya bi serê Anahîta
xwandî ko ez û tu bi aşkerayî jêk dûr bikevîn wek niho, bermaber yêk. Av
di navbera me bê. Û ez neşêm çi bêjim.
Rondik wek baranê barîn, ya ez tinê şiyayîm ew bû ko çavên xwe xafil
nekim. Wî jî bi xemgînî li min dinêrî, ew destên ji berîka xwe anîne der
hindika mabû ko digel bayê bifirim. Hez dikir min vegirit û li ser
destên xwe rakit wek diyariyekw ko ji esmanî hatiye xwar.
Maçan li erd û esmanan belav bike berî ko maçekê li eniya min bide. Belê
rondikên min ew jî bêomêd beramber avê rawestand. Ji bêçareyî destên xwe
li berîkên xwe kir. Pêlên avê ji birsa dikin hawar, devên lehengan
vekirî ne. Ne demê mîsa ye şîrî ji wî bixwazîn. Çi pir nînin me
bigehînin. Min hez kir dem raweste di wê kêlîkê de.
Belê digel tîrêja yekê ya çavê rojê, ronahî kete warê min çav û serê xwe
bi aramî zivirand wek zulqutîna çav bi girnijînek xembar destê xwe ji
berîka xwe anî der, bilind kir û hejand. Qêrîna çavên min volkan rakir.
Bangê Xwedê dîwarên oda min hejandin. Di navbera hejiyan û volaknê de,
mijîlankên nimiyayî, wênekê şêlî rûyên hinî bi agirê bêriyan sor kiribû.
|