Mûzîk
Video
Wêne
Helbest
Rêziman
Gulnar Eli
Phoenix li şeveka şeyda
Canê min: Silavên spêdeyan gazî te dikin gaziyên êvariyan hawarî jana min dikin Şevînek ji hespê xewa xwe hatiye xwar li nav bîhokên awirên me, heliza xwe dilorîne çavên te êtûna şerekê bêdawî ye, ji xweşbûnê min tu divêyî. Ji kubariya birûskên çavên te xewnê hêviyên min şiyar kirin hedana dengê te nayê te bi çirîskên henasa xwe hêlan dikim têla zirav, bayê ji pencera te xwe azad kirî alîst, gilop, dida şopa ronahiya kolanê dibûm rêwiyê şemendefereka şevlêgeryayî. Çavên pirşeng dengê ceng û bilûra hizra min, gavên xwe di rêya tîpan de winda kir nalîna strana, li dawiya şevê şêrbaz rakir semayê bask û perên xwe, li ber bayî dike. Bi darê ve çeqek şîn heye sîdara çîçikan e maçên xwe li ser lêvên ava heyatê dirêje hevrist vedide dilê xwe di nav de vedşêrî dê bî viyan û strana vê şevê dê bî xewna laşekê serxweş silavên eşqê dê bi havênê stranekê tirş bikim, bi mestbûna te, şevê ber bi kovanên derwêşî ve velorînim »Aşiqê mest-i bi ‘işqê niye hacet bi meyê Waridê warid û ehwal-i bi ewrad-i çi kit Te xered vêkketina yek weliyek murşid-i bit Salik û talib-i irşad-i bi Bexdad-i çi kit« Te di nav çavên xwe de nîgar bikim bikim çiyayekê ji semfoniyan wêneyekê hermayî, di çavên wêneyî de, ruha xwe sermest bikim Keskesor dibe nasnameya tîrêjên çavên min, çibkên dilên min tu şevên min bi tinê nehêle, wan gulav bide min tu divêy Tu di dilê min de têhna windakiriyekê nûdîtî yî li xweşiyê, agirê girnijîna min î li girnijîna min, xunava spêdeyan î li spêdeyan, awaza dengvedana çar hêlên min yê birîndar î li nexweşiyê, befra nalîna min î li xewnan, sirûda hebûna min î li hebûnê, tu heyîna roniyê di çavên rojê de yî. Tu ez im û ez tu yim »Dil yek e dê işq-i yek bit ‘aşiqan yek yar-i bes Qible dê yek bit qulûban dilberek dildar-i bes Min di benda zulfekê dil da bi destê pîrê işq Lew di işqê da ko best ihram û yek zunnar-i bes« Dihingivim henasa te û sermest dibim bi agirê derdên te pîroz disojim dibim şewat, dibim xwelî ji xweliyê dibim Phoenix-ekê nûjen ji nû ve, min tu divêyî mîna te mîna xwe mîna evîna me mîna wê kêliya herî xweş ko tu pê hest dikî, mîna sirûdeke rûhanî di tevzînokên laşê min de, dema min tu niyasî mîna wê baweriya ko ji rehên hemî daran pêk ve, hemî çiyayan pêkve qayîmtir, bihêztir û »Qedehek bade bi destê xwe li qelbê me birêj ‘Aşiqê sûxite bê ateşê seyyal-i çi hez Neko wek teyr ji mijên te bibarin peykan Ji birînên di dilî şubhetê xirbal-i çi hez«