JI BO KURDAN ENCAM GIRÎNG E
Almaniya, 28.10.2009
Kurdistaniyên hêja!
Heger PKKê û dewleta Tirk di nav hev de peymaneke aştiyê çê bikirana, ku daxwazên Kurdan bihatana mîsoger (garantî) kirin û paşê jî ew alîgir û şervanên PKKê vegeriyana welat, mirov dikarîbû hatina wan kesan fêhm bike.
Bê guman kêfa Kurdan bi wan dîmenan hat, ku milletê Kurd bi awayeke girseyî, bi sed hezaran şervanên xwe pêşwazî kirin. Mirov hez dike ku xelkê Kurd plana teslîmyetê ya Abdullah Ocalan û ya dewleta Tirk pûç derxîne, lê mixabin ew rewş ji bo Kurdan encama serkeftineke mayînde nebû û nîne.
Dewleta Tirk tiştekî tenê layîqî Kurdan dibîne. Ew jî teslîmiyet e. Ji ber ku dewlet êdî nikare Kurdan wek berê asîmîle bike, bi şer, tank û topan xelas bike, loma dewleta Tirk niha mecbûr maye, hin kûtan (kurtîlan) biavêje ber Kurdan, Kurdan hêdî hêdî kedî bike, bike dafikê û di demên pêş de baş bi peymanan Kurdan dîsa wek peyman Lozanê bi xwe ve girê bide, ku êdî Kurd nikaribin behsa dewleteke serbixwe û mafên xwe yên neteweyî bikin.
Karbidestên Tirk çawa 90 salî li milletê xwe û li dinya-alemê derew kirin, ku siyaseta xwe ya bi kirêt bimeşînin, niha jî bi awayekî din wan derewan belav dikin, yên ku wê emrê xwe 90 salî din jî bajon.
Guherînên karbidestên Tirk dîsa lîstik, xap û derewên wan in. Hikûmeta Tirk ji alîkî ve ji Kurdan re fît dike, wan ji serê çiyan û derên din Kurdan tîne û teslîm digire, ji aliyê din ve jî dema Kurd bi kêf û coş wan pêşwazî dikin, dîsa jî ew li ber çavê Tirkan xerab dibin. Vê carê jî Tirk behsa pê lêkirina heq û hiqûqên xwe dikin, mirov dibêje qey me pê li heq û hiqûqên Tirkan kiriye, ku hikûmeta wan doza heq û hiqûqên xwe dikin.
Ji ber ku mantiqê karbidestê Tirkan tine, naşxwile, loma gazin jî ji wan nabe. Çimkî ew her tiştî li gorî xwe şîrove dikin. Pirsa heq-hiqûq, dadmendî jî ne wek ya Tirkan e. Heger mantiqê berpirsiyarên Tirkan jî ji bo aşîtiyê bişxwuliya, wê hingê her tişt di çerçova siyasetê de çareser dibû, ne di çerçova zagoniya Tirkan ya heyî de çareser dibe.
Dewletnê mezin wisa dikin. Ez dixwezim ji Almanya nimûnekî biçûk bidim, lê di rastiyê de gelek girîng e. Almanya li dijî Abdullah Ocalan doza dadkirinê vekiribû, ku ji aliyê Înterpolê ve lê dihate gerandin. Yanê li gorî wê biryarê Abdullah Ocalan li kîderê bihata girtin, dê teslîmî Almanya bikirana.
Dema Abdullah Ocalan hate Romayê, wê hingê behsa teslîmgirtina Abdullah Ocalan ji bo Almanya hate kirin. Kurdan jî bi rojan bêyî ku pirsgirêkê fahm bikin, têbigihîjin li dijî biryara Almanya dertiketin, meşê mezin çê dikirin û digotin bila Abdullah Ocalan ji bo Almanya neyê teslîmkirin.
Lê hukumeta Almanya jî bi muxalefetê re li hev kir, ku Abdullah Ocalan ji Romayê nexwezin.
Humuket û muxalefeta Almanyayê bi wê biryarê, biryara xwe ya dadê dane bin lingên xwe û çirandin. Wana wê hingê gotin, ku heger ew Abdullah Oacalan bînin Almanyayê, dê mehkema wî herî kêmtir 5 salan bikudîne. Almanan wê hingê got, çirandina wê biryarê ji anîna Abdullah Ocalan û teq û reqa Kurdan li Almanya çêtire. Loma dev ji wê biryara dadê berdan.
Hikûmeta Tirk jî niha nafikire, ku wan bi dehê salan, bi derew, dek û dolaban dewleteke cirto virto ava kirine, û li ser wan derewên xwe ewqas zilim li ser xelkê çê kirine, tu dibê qey bi rastî hiqûqiyeta wan hebûye û ew niha jî behsa hiqûqiyeta xwe dikin, ku goya ew kesên serbest hatine berdan, ne hiqûqî ye.
Berpirsiyarên Tirk di dibistanan de ji me zarokên Kurdan re digotin û hê jî ji zarokên Kurdan re dibêjin “Türküm, doğruyum, çalışkanım” (Tirk im, rast im, jîr im) Min her demê ev gotinên berpirsiyarên Tirk wisa fêhm kirine. “Tirk im, derewîn im, sextekar im”
Derew û sextekariya karbidestên Tirk di nava ziman û çanda milletekî wek Alman de jî cihekî pir girîng girtiye. Gava Almanek ji yekî din re dibêje “Du Turkst” tê wateya, ku tu derewînekî wek Tirkan î.
Ev gotina Almanî di dema şerên Osmaniyan de li dijî Ewrûpiyan li ber deriyên Viyana, ku Tirkan dixwestin bi destê zorê derbasî hemû Ewropayê bibin, di sedsala 16an de ketiye nav zimanê Almanî û di nava civatê de kok girtiye. Karbidestên Tirk niha lê bixebitin, tevaya Tirkiyê jî bifroşin, ku Alman vê gotinê ji nava zimanê xwe derînin, dê nikaribin bi ser kevin.
Niha jî Karbidstên Tirk ewqas bêrû û bêfedî ne, ku tenê behsa hestiyarî (hesasiyên) xwe dikin.
Mirov dibê qey ji der hestiyariyên Tirkan êdî li rûyê vê cîhanê hestiyariyê kesî tine. Tirk ji alîkî ve yek Tirkekî wek belela-bedela dinyayê dibînin û ji aliyê din ve jî yek Tirkekî li Ewropayê haşayî bedela kanalîzasyonê nayê dîtin.
Heger bi ya karbidestên Tirkan be, hemû kesên naskirî Tirk in. Tirkan Gorbaçov jî kirine Tirk û niha jî serokê DYA Barack Obama jî xistine Tirk. Ev nijandperestiya Tirkan koka wan qelandiye çavê wan kor kiriye û ewê di dawiya dawîn de bela xwe jî bibînin. Hikûmeta Tirk ne tenê bi Tirkbûna kesan têr dibe, dema mirovek sola xwe biavêje Georg W. Bush, çapemeniya Tirkan bi rojan wê solê rayê didin û dibêjin, ka binêrin ev sola li Tirkiyê hatiye çê kirin. Di dema dadigeha Sadamê xwunrêj de Tirkan bi mehan behsa kincê Sadam dikirin û digotin, ew kincên Sadam li Tirkiyê bi awayeke taybet hatine dirûtin.
Heger ji destên berpirsiyarên Tirkan bihata, dê bigotana ev cîhana gilover jî me afirandiye. Lê ji ber ku derwek wisa bi boçik dê ji “bejn û bala” wan derbastir bibe, loma ew xwe têkilî derweke wisa bi dûvik nakin.


