TIRAJEDÎ Û ÇEWTÎ BERDEWAME
almanya 17.12.2009
Kurdistaniyên hêja!
Herçî kesên gotar û analîzên min heya niha şopandine, ramanên min di derbarê siyaseta serokwezîrê Tirk Erdogan, ya partiya wî û hukumeta wî de dinasin.
Mixabin Erdogan di despêkê de baweriyeke xurt neda, ku ew çareseriyê ji dil dixweze. Lê belê mirov nikare bibêje Erdogan qet çareseriyê naxweze. Çareseriya ku ew dixweze, ew e, ku pê tenê devdelinga xwe ji generalan rizgar bike û li ser desthilatiyê bimîne.
Daxwaza çareseriya Erdogan evqas e, ne kêm û ne jî zêde.
Jixwe mirov nikare gazinan bike, daxwaza tiştên zêde jî ji Erdogan bike. Çimkî Erdogan kûrahiya pirskirêka Kurd fahm nekiriye, ew ne mirovekî demokrat e û nizane demokrasî çawa birêve tê birin. Erdogan di nava oladaran de mezin bûye, perwerda xwe ji wê derê wergirtiye û heya niha hemû serkevtina kariyera xwe li ser wê rê berhev kiriye. Erdogan di pirsa çareserkirina doza Kurdan de jî di vê çerçovê de siyaseta xwe bi rê ve dibe.
Lê ji aliyê din ve gelo Kurd çiqas ji çareseriyê re amade bûn, amade ne, û ew di ber vê yekê de çiqasî xizmetê dikin?
Bi baweriya min ev pirs di cihê xwe de ne, çimkî ev bûyerên van rojana qet û qet ne ji bo xêra Kurdan e. Mirov dikare Erdogan û siyaseta wî rexne bike, serserkî li erdê bide, lê ev çalakiyên ji bo bihaneya cihê Abdullah Ocalan biçûk e an mezin e, qet ne di cih de bûn, ku bi vî şiklî çalakî bêne çê kirin. Çimkî yên dîsa zêde ji wan çalakiyan ziyan û zerarê dibînin Kurd bixwe ne.
Divêt milletê Kurd çalakiyên girseyî, Aşityane yên wisa mezin pêk bîne, ku hukumet pê bê hejandin. Wek mînak, dema şervanên PKK ji bo aştiyê hatin û millet ew pêşwazî kirin, ew çalakî wek bombek di rojeva cîhanê de deng da. Bi molotof kokteylan (Molotowcocktail) pirsgirêk çareser nabin. Bi bûyerên wisa mafdarî û heqdariya Kurdan wenda dibe û astengên mezin derdikevin pêşiya Tevgera rizgariya neteweyî.
Bê guman tevî Abdullah Ocalan, kî dibe bila bibe, çi girtiyên siyasî û çi jî girtiyên din, mafê hemû girtiyan heye, di zîndanan de jiyaneke mirovane bêyî êşandin, tade û lêdan derbas bikin. Ev daxwazeke dadmendî, însanî, mirovahî û xwezayî ye. Hemû welatên şaristanî-medenî pirsgirêkan wisa dinirxînin û çareser dikin.
Di demeke wisa de, ku ji terorîstên Ergenekonê, generalên Tirk hêsap tê xwestin, divêt Kurd di van dema de gavên xwe ji her demê zanatir û bi aqilê selîm biavêjin. Divêt Kurd ne tenê li dijî siyaseta hukumetê ya çewt, herwisa li dijî generalên Tirk û rêxistina terorîst ya Ergenekonê jî derên, bi hemû quweta xwe hêsab ji wan bixwezin. Û divêt Kurd ji pêvajoyê re nebin asteng.
Desthilata PKKê pejirand, ku wan 7 leşkerên Tirk li bajarê Tokatê kuştine. Hê jî nehatiye fêhm kirin çima di demeke wisa de? Bûyera kuştina leşkeran tariye. Bi kuştina leşkerên zarokên belengazên Kurd û Tirkan jî pirsgirêk çareser nabin. Ez ne şerxwazim, lê mafdar im, ji PKKê bipirsin, çima PKK generalekî Tirk î destbixwîn û tawanbar, çi li ser desthilatiyê, çi jî li teqawitiyê nakuje?
PKK kînga berê xwe da generalan û agir xiste mala generalan, dê baweriya her kesî bi wan û siyaseta wan were. Û dê wê hingê general ji çareseriyê re bê mefer bimînin. Wekî din ne mimkun e.
Heya Kurd bi siyaseta kor û topal berdewam bikin, dê her dem wenda bikin. Qedexebûna DTPê jî encama wê siyaseta bê vaca ye. Ew mantiqê li pê seyaseta Abdullah Ocalan here, li pê zîhniyeta kemalîzimê dimeşe, û nikare xwe ji revê rizgar bike.
Jixwe ketina DTPê ji bo parlamena Tirk ne di cihê xwe de bû. Parlamenterên Kurd di vebûna parlamena Tirk de li ser “namûs û şerefa” Tirkan sond xwarin û dest bi karê xwe kirin. Ew sonda ku Kurd li ser “namûs û şerefa” Tirkan sond bixwin ne di cih de ye.
Pêşiyên me, dibêjin “Siwarbûna kerê eybek e, peyabûna ji kerê du eyb in” bi gotineke din “Siwarbûna kerê carekî şerm e, peyabûna ji kerê du caran şerm e”.
Zagona Tirkan him partiya DTP qedexe kir û him jî heya 5 salan cezayê siyasetnekirinê da Ahmet Turk.
Qedexebûna Aysel Tugluk sembolîk e.
Di nava PKKê de du leheng tenê hene: Abdullah Ocalan û kesên mirî.
Ji xêncî wan Abdullah Ocalan destûrê nade ti kesî di nava civata Kurd de bibe xwedî kesayetî û rêber.
Ahmet Turk bi duristiya xwe, bi helwest, rabûn, axaftin û tevgera xwe bi taybet van dawiyan ne tenê di nava Kurdan de herwisa di nava Tirkan de jî gelek sempatî û mezinahî wergirt.
Abdullah Ocalan ev yek ji bo xwe talûke dît û di dawiya dawîn de armanceke din yên generalan bi cih kir û dîsa kêrek di pişta tevgera rizgarîxwaza Kurd de çikand.


