Festîvala Helbesta
kurdî li Bonn ê li darket
Roja
24. 10.2009 li bajarê Bonn ê festîvala helbesta
kurdî (ya kurdên rojava)
li darket.
Ev festîval ji sala 1993 an de li welat li
dardikeve, lê ji berî 4 salan de dest pêkiriye
li Almaniya jî li dardikeve.
Komîta festîvalê beriya du mehan civiya bû, û
bangek şandibûn ji helbestvanan re ji bo
beşdarbûnê. Hinek helbestvanan bersiv dabûn û
hejmara wan jî gihîştibû dora 25 helbestvanan lê
hineka jî lêborîna xwe xwestibûn.
Komîta festîvalê ya ku ji pênc kesan pêk dihat:
Arşevê Oskan, Keça Kurd, Alî Cafer, Xunav û Qado
şêrîn. Hewildanên xwe kiribûn ku festîvalek ji
ya par serkeftîtir li darbixin û di hinek xalan
de bi serketin, lê di hinek xalên din de de jî
lawazî derket.
Festîvalê
destpêkir bi gotina bi deqak bê deng li sr
geyanê şehdanYASA û ew jî
sazîk hiqûqiye lê dîsa jî alîkariya çalakiyên
hunerî û edebî jî dikin, lê hêjayî gotinê ye ku
gotina ku kak Arif Cabo li ser navê wana hate
xwendin, diyar kir ku wana festîval li
darxistiye, tevî ku ne wisa ye.
Û di programa televizyonek almanî de jî yê
nûçegihînê televizyonê gotibû ev sê sal in ku
YASA vê festîvalê li dar dixe, û ew jî ne heya
dawî rast bû.
Piştî gotina YASA, komîta festîvalê gotina xwe
xwendin, gotina wan Alî Cafer xwend, moralekî
mezin tê de hebû, her weha hinek gazin û daxwazî
jî kirin ji bo xwedî lê derketina li vê
festîvalê di salên pêşiya me de.
Helbestvanan dest bi helbestên xwe kirin, kevin,
nû, klasîk tevlîhev bûn. Lê kêm helbestan bal
kişandin.
Televizyonên
kurdî hatibûn vexwendin ji vê festîvalê re, lê
mixabin wekû her sal kes nehat û tenê Roj
Company bi alîkariya birêz Gandî Kendalî û Kawa
Şêxê festîval qeyd kirin û nehiştin ku li ber ba
here.
Gelek guhdarvan nebûn, hema helbestvanan bi xwe
dixwend û bi xwe jî guhdarî dikirin ji bilî çend
kesan, lê tiştekî ne baş jî hebû ku nîvê
helbestvanan li salonê li cihê qehwê bûn û nîvê
jî li salona xwendinê bûn.
Hunermend Zuhêr Cemîl, bi amûrên xwe alîkariya
festîvalê kir û dengê helbestvanan gîhande hev û
her weha di dawiya festîvalê de jî dû stran
gotin û milet geş kir.
Di nava helbestan de jî du hunermêndên kurd, jin,
deng xweş milet geş kirin û xew ji ser çavan
revandin, ew jî Evîna Welat ji Efrînê û Narîn
Şêxê ji bakurê Kurdistanê. Bi alîkariya kemana
Elend Welat û gîtara Elend Seîd. (herdû jî Elend
bûn û bi rastî jî elendên mûzîka kurdî bûn)
Helbestvanên
ku helbestên xwe xwendin ev bûn:
Azer Osî, Can Kurd, Gulistan Haco, Dilyar Dêrikî,
Dîlan Zêbo, Husên M. Hebeş, Hêmin Kurdaxî, Kawa
Şêxî, Lava Derwêş, Jan Dost, Merwan Osman,
Mizgîn Hesko, Nezîr Palo, Nedîm Yûsiv, Serhan
Îsa, Xebat Şakir.
Gelek birûsknameyên pîrozbahiyê ji gelek sazî û
kesayetan gihan ber destê komîtê û ew ji aliyê
pêşkêşvan Arşev ve hatin xwendin ji wan:
1. Dezgeha Semakurd li Dubei, birêz Arif Remezan.
2. birêz Hozan Emîn, berpirsyarê malpera
Semakurd.net.
3. Hunermend Şivan Perwer.
4. Malpera Avestakurd.
5. Malbata Cegerxwîn.
6. Komîta Amadekar ya Mehrîcana Helbesta
Kurdî ya Çardemîn ji rojavayê Kurdistanê
7. Nivîskar Heyder Omer.
8. Nivîskar Silêman Azer.
9. Nivîskar Ezîz Xemcivîn.
10.Ibrahîm Ibrahîm.
11. Partiya Yekîtiya Demoqrat.
hinek sûret li vir jî hene û sûret hemû yên min
in,, yanî (( Foto: Kawa Shêxê))
http://picasaweb.google.de/dilbixwindara/MeineEmpfangenenDateien?feat=embedwebsite
Kawa Şêxê
Kawa142@hotmail.com