Baskên xwe yên ji çurîskên êşê, di
esmanê sedsalan de, di hişyariya
hetavên westiyayî de wek ku tu
çiyayan nabînî, vegire!Wek dijminekî li deryayê binêre,
pêlên aziryayî bixwîne, perdeya
ewran veçirîne, serçavkên baranê
bikuje, di şevistana dirêj de, li
wateyên nenas ên hebûnê, tenhatiyê,
evînê,berfê, xwînê, li egerên tarî
û ronahiyê bigere! Li deryayê binêre û destên Qendilê
yên ji av û êgir li ser milên xwe
ragire…