|

Rono
200 9
Ehmedê Huseynî
ehmedehuseyni@live.co.uk
Vê ´esra ji çil´esriya dilê min tengtir,
´esra ji Ehrîmenê keysperest, ´esra ji sêlên dadayî, vê
´esra mîna hêviyên te derizî, bêqidoş, bextreş, reşekuj,
vê ´esra
kurdûnde, vê
´esra ku kila te ya sibhanî bi kêrên babelîskan dikuşt, min
gulên bîranînê bi kurtepista ji kevirên reş ên bêrîkirinê av
didan.
Dengê te yê şkestî weku pirsên deştê yên
bêbersiv, weku
pirsên temenê min ê ji xweliyê, weku pêwisteyekê, di şaneyên min
de, dipişkivî. Sira bayê; dîloka te ji guhê min direvand û berê
xwe dida hêlana ji êgir a miriyan.
Min gulên nostaljyaya xwe bi tembînameya
kuştina xwe avdidan
û min dayikên şewata sînemeya Amûdê, yeko yeko, bi dilê xwe ve
didirûtin.
Dayikan bi şûrê bêrîkirina xwe asoyên goristanê
diqelaştin, pêl dilê axa sincirî dikirin û terkên piyên xwe di
kezeba rê de, mîna aline reş daçikyayî dihiştin, li ber serê
zarokên xwe rûdiniştin û kevirên bîranînan bi destên nehwirînê
dinejinandin û bi
agirên hinavên xwe kulîlkên ´esra teng avdidan.
Dara kajê ya li ber lingê birayê min bi ser axîna
dayika min de diçemiya, hinarka kêla spî miz dida û di matmayîna
mirinê de lal dibû. Marmarokan li rûyên dayikan guhdarî dikirin
û ji felsefeya kûrekûrê têr nedibûn.
Dayikan şkestinên xwe bi qefd û kalanên bîranînan
berhev dikirin û bi xwe re vedigerandin, li bin baskên Amûdê
radixistin, li hev dinêrîn û li ser asîtankên şewatên mezintir
rûdiniştin.
Li esmanekî şîn û li valahiyeke bê wate dinêrin û
di dilê xwe de weku gazinan bikin, digotin: Em ji wan beytikên
buhuştê têr nebûn!
Dara tûyê pelên xwe bi ser kûfiyên qedera wan de
diweşandin û li pêşberî wan jî qederan zendên xwe badidan û
Amûda dilên wan bi şînîgiriyê sertac dikir.
Dîsa li esmên dinêrîn û ji kezebên xwe re
digotin: Sêvên xelatî bûn!
Bi ser nemana xwe de diketin, dengên wan ên ketî
ji ketinên xwe radibûn, xwe davêtin bextên berbejnên axa
sincirî, xwe li ber serê miriyan mirî didîtin.
Zavayê sê roj û sê
şevan bû, hineya destê wî li ser eniya Qesra Baxemsê
diçurisî, li deşta Mêrdînê xwîna çûkan diçurise, li Geliyê
Zîlanê mirinan nav di xwe didan, li deşta dilê min jî zemawenda
mêkewan û ahenga rojçêbûna navê te ye..
Çiya ji çiya re digot: ka were em behsa êşê
bikin!
Sînoran ji hev re digotin: ka werin bila êşên me
hev nasbikin!
Werin em zimanekî ji hemî zimanan firehtir ji
êşên xwe re peyda bikin!
Rojê ji ´esra teng û ji kelekela pêncşemban re
digot: werin em goristana Amûdê li ser zimanê tiliyên dayikên
şewatê bihelînin!
Dengê birayê min ji gorê dihat:
Negirî dayê!
Li ferhenga êşa xwe negere!
Hespên xwe hînî cirîda peyvan nekin û xwe ji
agirê nasnameyan biparêzin, şevistanên xwe bi bêdengiyê
rapêçînin, dengvedanên xwe bêyî konvedan ragihînin, rimên
rondikên xwe ji sînga min rakişînin û zaroktiya min jî, wisa, li
ber çavên xwedê yên vekirî, hetahetayê, pirsek e vekirî bihêlin.
´esra teng di himbêza
bîranînên dayika
min de mir û Ahoramezdayekî hevrêşimîn, li pey xwe, di dûmana
êgir de hişt.
London
04. 03. 2010 |