Rono 2002
16.01.2010
![]() |
|||
|
Ehmedê Huseynî |
|||
Min dest diavêt destpêka dastanên destmala te ya ji neqişandina dastanbêjên destvala yên koçerên zozanên navmil û gerdena te.
Sal bi te re dikulkulîn û ber bi şewatên xwe ve bi wêrekî diçûn, sal bi te re digindirîn û ber bi şewatên min ve bi tirsonekî dihatin.
Destpêka salên koçberiya qulingan tu bûyî û destpêka nebedîkirina sêva Geliyê Zîlanê dîsa tu bûyî!
Min bi reşekonên jînenîgariya te dest bi dadana keskê bayizokan dikir û min bi keskê kelepçeya Bavê Laloyî dest ji destpêkirina destpêkirinê berdida.
Porê min ê ji qamîşa Qamişloyê li ber çavên te spî dibû, pencereyên min ên ji kelekela havînê di baweşînkên hêviyên te de diherifîn, govendgerîn û semageriya sermestan ji bîra dest û milên min diçûn, xewnên min, xewrevînên min, xweşxwanên min, xan û eywanên min li ber agirê dilê te zuha dibûn, goristanên keservedanê li hêviya pêjnên êşa min a ji gunehbariyê diman, yê ku xatir ji darbesta min dixwest li min venedigeriya, yê ku dihat dîlana min jî nema xatir ji dîloka mirina min dixwest.
Ma kî ji wan qirêjtir e, mirin an jiyan?
Salê, diwanzdeh mehan, bi zimanekî beravêtî, bi hevokên ji kavilan; bi min re dipeyivî; lê ji bilî dêmên te yên gulgulî tiştek nedigot, salê ez bi sondên xwe, bi siwar û xweşmêr û bi şehîdên xwe dixapandim, velerzîna xwe ya ji nîveşevan, bazinên bîranînê, xezala min ji min didizî, çavên min bi destmala kenê te girêdidan, min rasteqîniya hebûna te, nepeniyên guharê te û ava qedera te vedixwar, di nav pêçiyên te de wek şermê sor dibûm, wek mirîdekî ji dayik dibûm, di nûra Nûristana ava te de, wek darbestekê ditevizîm, min kelehên xwe li ser sînga te ava dikirin û min xwe li wir, ji xizêma mirinê re, ji guharên Heyderî yên mirinê re, bi rewanbêjî digot.
Li ser keviyên berbadbûyî yên mîratgiriyên te, di çolistanên malkambax ên kevnedemên te de, pêrgî bapîrên têkçûna xwe dibûm. Min ji karwanan; li serkeftinên welatê xwe dipirsî û ji balindeyên goştxwir jî min li rengê xwîna bavê xwe û li bîna sînorên xewna dayika xwe dipirsî.
Min elfebeya zarokên xwe ji tûrikê qederê, ji kîsîkê tûtina xwe derdixist û min felsefeya derhest a hişê xwe ya ku ne felsefe ye bi zimanê zilmê ji dîrokê re vedigot.
Kî hat û bû mêvanê çiyayên te; kefenê te birî, li darê darbesta te digeriya, kî hat û bû qesasê xwîna te!
Kî hat û bû xwazgîniyê hinarkên te, di cih de bû celadê nexşeya laşê te, rîhana dilê te talan kir, bişirîna te bi dar vekir û rêça hevdîtina me asê kir..
Kî hat û ji ava denê te vexwar; bû jehr û kete xwîna te..
Kî hat û nanê te xwar bû dirinde û bû bela serê min û te..
- Ma te ji wan re nedgot Rono da ku ha ji kum û kolozên xwe û ha jî nîçîrvanên bîra xwe hebin?
- Guh nedidan rengên keskesora çavên min û ne jî li tembînameya birc û kelehên sînga min xwedî derdiketin!
- ma çîrokên têkçûnên xwe ji te re û ji baranê re nedigotin?
- li rojê dinêrîn û çavên xwe dirijandin, ji şînê esmên didexisîn, çîrokên xwe dikuştin, giyanên xwe radestî nîçîrvanên xwe dikirin û bi kewan re dikeniyan, ew ne bapîr bûn, ew zarokên bêziman û qonaxên mirinê yên bêwestan bûn!
- ma te ji wan re nedigot ha ji çiyayên xwe hebin?
- Li êşa xwe wek tawanbaran dizîvirîn û ji Amûda te fam nedikirin. Qedera xwe di jidayikbûna xwe de didîtin û ferhengên xwe bi girî re ber bi nenasiyê ve vedihinartin.
Ji xeyalên xwe, ji dînên xwe, ji destên xwe ên ku nediafirandin bawer bûn, peykerên xwe dixwarin û ji pembahiya peyvê ditirsiyan.
Toza Esfehanê li ser lêvên wan diçurisî û rondikên wan li ser hinarkên Rihayê diherikîn.
- Çi di xurçika Kurdistana wan de hebû?
- Dîwarên mirina kêlîkane li pêşberî wan, berz, asê, bilind û qehpe dibûn û li paşberî wan jî dayikên çiyê şîrê reşegirêdanê li ser lêvên Zagrosan wenda dikirin...
London
11. 01. 2010


