|

Rono
200 8
Ehmedê Huseynî
ehmedehuseyni@live.co.uk
Kêliya ku ji dayik bûm
Dilopên hêsiran berdane çavên min
Da ku dîtina min
Bi qasî êşa gelê min be.. (Amberto Akapal)
Roj baş da tu xwesotina mûman bi hilatina xwe
vemirînî û pêşwaziya pêlvedanên oxira min bikî!
Roj baş da tu bi wêrekî parçeyên nexşeya
parzemînên giyanê min, bi pêşmalkên ji êgir berhev bikî û
reşeguliyên goristana Amûdê bi şehên şahberûyên bendemanê şeh
bikî!
Roj baş da tu destên min ên ji poşmaniya spî li
ser milên çiyê bi tenê di nav diranên berfê de ji bîr nekî!
Roj baş da tu li bin baranê bi min re şil bibî û
bi min re ji bûkên rojavayî re bilîlînî û guhên qederê kerr
bikî!
Li asoyên zîvperest ên çavên te, mîna ku kaneya
gunehbariyê bim, dinêrim. Siwarê te yê birîndar im, li Sîpanê
Xelatê wateyên nîvçe yên reşekujiya darên sêgulî me; lê kes bi
hawara min û bi hawara pezkûviyên zinarên dilê Nûrê ve nayê!
şevnameya xwe ji nav pencên hinekirî yên tobedariyê direvînim,
hêlînên laşê xwe yên belavbûyî hînî pirtepirta baskên hilatina
kenê te dikim, çiyayan û gulavên poşmaniya xwe, bi hev re, bi
ser êvariyên dudiliyê de dirijînim û şevbuhêrkên hîvên çardeşevî
ji te re, li bin baranê, bi pênûsên velerzînê dinivîsînim.
Di valahiyên bêdawî de, di gerînekên demê yên
bêbinî de, diherikîm û ber bi neynikên têgehên mirina xwe ve
sernişîv dibûm.
çiyayên ji xwînê ji navbera min û xwe hilîne,
sîtavên min ên ji gurîna tozê ber bi xwe ve rakişîne û ji min
bixwaze ku bi zimanê gulan bi te re bipeyivim, ji min bixwaze ku
bi lêvên dîrokê maçî eniya te ya ji rojhilatê bikim, ji min
bixwaze ku reşeewrên giran û sînorên zinêkar û rûpelên xeybê
dûrî jena dilê te bixînim, ji min bixwaze ku ji te re bibêjim:
Çavkaniyên serjêkirî yên xewna min ji berojkên
lêvên te dipijiqin...
Rêwîtiya xemhilgir a rêber û rêbirrên van
rêzeçiyayan, bi gavên te yên bahozane dest pê dike...
Gavên te jî yên bawermend, ber bi man û nemanê
ve, ber bi bûna bûnewerên bobelatên berdewam ve diçin, min
dilerizînin û
dema tu pêl dilê min dikî; Xwe bi rondikên te û
xwe bi xatirxwestina revendan dişom...
Li ser şax û çiqulên dara hara destê te hînî
zorbaziya xwînav û ximav û xunav û hînî dilovaniya dilodînî ya
roka ber êvarê dibûm...
De çiyayên xwe yên ji samanên bendewariyan di
razên çiyayan de bihêle; bihêle hetanî ku bîbikên bendewaran
hevûdû birizînin...
Şevê di paxira rojê de û rojê di erênayê de
bihêle; bihêle hetanî ku mîna dirindeyên birakujiyê hevûdû
bigurînin...
Bila bagerên sergerm daristanên sînga min ji xwe
re mîna Troyayê vekin û bi ser ciwaniya gulgenimên helbesta min
de bigirîn!
Bila gulên buhara zimanê te di sêwîtiya baranê de
sêwîtir bimînin!
Bila dilê min têra min û te dilikê xwe raperîne,
jena xwe nû bike, hinasên xwe bixapîne!
Bila tu li ser keviya evînê wek stêrkekê min û
dilbijîna min daliqînî!
Bila tu rojbaş û şabaş û mircanqaş û peykertaşa
awirvedana min bî!
Bila tu yara yaran û nûra keleha Nûristana min
bî!
London
18. 02. 2010 |