Mûzîk  

Video

Wêne

Helbest

Rêziman

Navdar Navên kurdî Lîsk Çîrok Meselok Pêkenok Link

 
 
 
 

 

 

 Dildar ismail  

dildarismail@hotmail.com

 

 

XWEZÎ

 

 

 

Xwezî dem carekê vegera be

Gulê ji nûve şax dab e

Geşbûna buhara geş û

Kulîlkên  sor û zer

Hêstirên winda û xonava dara

Xwezî kenê lêva vegera be

Jîn û vîn ji hev cûda be

Xem û keder û ar

Pora zêrîn ser kemberê berda be

Xwezî bi girî  roj vegera be

Xwezî dunya carekê nezîvirya be

Bera dîlber li min bi geriya be

Şewqa evînê di çavê felek de xwiya be

Xwezî felek bê çav mabe

Tenê carek bi dil şabe

Carek  yar xweşik xwiya be

Xwezî roj ne çûbe ava

Geya dibin lata de mabe

Xwezî axa bê xulam ma be

Xwezî şah bê kola be

Xwezî ………………..

Kevokên sipî li hêlînê vegera be

Memo bi zînê şabe

 

     LEYLANE

 

 

 

Nav bera min û tede leylane

Heger dinya li min vegera be

Min dîbe ….

Çavên te yarê

Ew bejna ziravî levhatî

Ew pora zêrînî berdayî

Hişyar dike tamarên dil

Xilmaş dibe çavên şevê

Çîroka evîniyê li dare

Xewna kevnar

Roj dimîne xembar

Bêrya dengê te dikim

Yarê hê tû yarî

Sal li hev dizîvirin

Roj dibin ar

Dibhurin bi lez û bez

Leylane na bînim çavên te

Evîn ne kal dibe û ne bê zar dibe

Nav bera min û tede leylane

Hêviya zivistanê berf û baran

Derdê xerîbiyê nerîna çavan

Êşa dildariyê birîna dilan

Ar disincire şev tarî dibe

Roj dimîne leylan……

 

 

 

 

         KINÊ  

 

 

Li benda roja wê dimînim

Da ku bejna kin bibînim

Kine bi nav jine

Qîze an jine

Nizanim ez

Kine ne ji warê mine

Xwîn şêrîne bejnê di hejîne

Laşê naz pir li derve dimîne

Kine wekî cine

Tariyê dike ronî

Roniyê zelal dike

Roja wê ne bînim

Çav lê ne keve

Dibim wekî serxweşe

Dibim wekî dîne

Navê wê jibîr dibe

Wêneya wê winda nake çav

Çima tû xwe dûr dike

Ey kina lêv şêrîn

Çima tû xwe bê hiş dike

Ey kina ne wek xwe

Nîvê memka tim xwiyane

Pêsîra gerim û nazik

Çav lê di keve

Li demarên dil fermane

Kine wekî cine

Çav reşe dem xweşe

Ji bîr neke dem xwe dughere

Xwe li min giran neke

Dil jane ne kevire

Sore lê ne bacane

02.10.2008

 

 OLGA

 

 

 

 

Olga kiye olga

Olga hat û olga çû

Olga bû xewin û ne çû

Olga da min pêsîra sipî

Memkên nerim û xweşî

Şev zû li min dimeşî

Olga bû xewin û ne çû

Olga kiye

Olga keçikek qîrqîziye

Reng û deng û rastiye

Can li min westiye

Bi çavan ew min dixwê

Bi awra ew min divê

Kiye olga……

Peyv û deng û awaze

Can li şevê naraze

Dev li kene herdem dibê were

Şev zû li min dibhûre

Olga şevek tariye

Xwedî soz û hêviye

Dil bi eşqe dil evîndare

Rû bê fediye

Olga mêhvana  her roje

Awira wê çiqa tûje

Şev li min dike roj

Lêva dike doj

Levhatiye canê naz

Ji rojê re dibêjê her

Ji min re dibêje wer

Olga bejnek ziravî delel

Ji gulên buharê hatiye der

Dûrdike ji min kul û keser

Olga min himbêz dike

Hiş ji min dibe

Dikevim xewnê de

Dikevim xeyalan de

Lê olga ne xewne

Û nejî xeyale

Li ber çavan dibe leylan

Ji nerîna bê saman

Lêv lêvan pûç dike

Ji mijandina bê hedan

Ji şîrava heyî şêrîn

Roj wekî avê dibhurin

Windadibin sînor

Li ber pêsîra vekirî

Ew canê naz û hînik

Ew gerdena lê badayî zêr

Birhên zirav û çavên reş

Dêmin geş û lêvên xweş

Olga ne xwene

Hero min dixe xewnê de

Bi kenê lêvan

Hêviyê dijwar dike

Olga didê min maçê li ser maçê

Lêv lêvê himbêz dikê

Can tewaf dike can

Dem dibhure

Dil dimîne ciwan

Roj û şev dibhurin

Olga dibe  derman

Di germa havînî de

Dibe dermanê dil û can

Olga kiye olga

keçikek qîrqîziye

olga hat û olga çû

olga xewnek rastiye.

 

    19.09.2008

Xemgin-61@hotmail.com

 

 

 

 

 

 

 
 
 
 

Webstats4U - Free web site statistics