|

|
|
Dildar
Ismail |
HELEBÇE
Roj
hemî dûmane
Leylane
li ber çavên bê ronî
Dîlan û
qîr û zare zar
Şeveqa
bê hêvî
Lorîkên
bê şîr
Kezeba
sincirandî
Dilê
peritandî
Agirê
dijwar
Xwîna
tar
Dibare
û difûre
Birîna
kûr
Min
hişyar dike
Hêstirên gorna bê kefen
Tariye
roj û şev
Hawar û
nale nal
Dengê
zarokên bê zar
Dengê
bê guhdar
Avdare
kulîlkên zer
Newroze
şînî û gulên sor
Qêrîna
qad û azman
Li hev
dizîvire
Kî
şiyar dimîne
Kî
xembar dimîne
Azmanê
miştî dûman
Cehdeyên renge sor
Dîwarên
bê deng
Qelenê
xwînê dimîne
Sal û
roj li hev tê der
Dijmin
dimîne dijmin
Jiyan
xwe nû jendike
Buhar
berdewam dibe
Helebçe
dimîne nîşan
Bilûr
dike fîxan
Yek
dest û yek peyiv
Bo
dayika niştiman
Birîna
hemî kurdan
Helebçe
……..?
16.03.2008
dildarismail@hotmail.com |