Mûzîk  

Video

Wêne

Helbest

Rêziman

Navdar Navên kurdî Lîsk Çîrok Meselok Pêkenok Link

 
 

 

 
 

Dildar  Ismail

 

 ŞEVÊ

          

 

Ax ji dûr nayê dengê te

Ew wêneya teyî zêrîn

Ew lêvên sor

Ew gerdena bi mor

Winda nabe ermenca hêviyên şevê

Hêviyên ku li ser hêviya tên avakirin

Şev û hêvî li hev dicivin

Dipirsin ji hev

Kengî bê der sitêra sibehê

Kengî tîrêja rojê bê der

Şevê dikevim tor û bextê te

Tû min bê hêvî neke

Bihêle xewin bimînin mêhvan

Xewnên bê zar û guneh

Havînek gerim

Zivistanek seqem

Winda nabin ew peyv

Ew roj ew awazên xemgîn

Ew buhara ku em lê jiyan dibûn

Pirdibûn li dora me gelek kîn

Ji bîr nabin û hêvî li hêviya xewnê

Xewin dimîne barê şevê

15.09.2009

 

dildarismail@hotmail.com

 

 

 
 
 
   
 

Webstats4U - Free web site statistics