|

|
|
Dildar
Ismail |
Negrî şehîd

Negrî dilê min li ser te dinalê û
dikelê
Hey ihsanê delal û ciwan
Negrî û birîna te dimîne nîşan
Çara zor û sitemkariyê her bê çareye
Tû dibe şehîdê kurdistan
Dijmin dijmine didê ber hev
Zarok û kal kec û xwort
Bi hovîtî didê ber xwe û bi pêlavan
Didê ser gul û çîçekên buharê
Buhara ku hê ne hatiye der
Bi beyive hey ihsanê delal û ciwan
Rêça te dimîne doz û berxwedan
Peyvên te dibin bersivên gelek pirsan
Negrî û ez xweş dizanim ku giriyê te
Ji nava dile ne bi çavên sor û şile
Dijmin xwîn xware wekî tûpişk û mare
Qet nas nake dostanî û mirovatî
Herdem dimîne wekî hov
Nasnake ne insan û ne ol
Didê ber hev çep û rast
Dikenê û li ser xwînê dikê dîlan
Dikenê û difroşê ojdan
Negrî hey ihsanê
delal û ciwan
Tû dimîne şehîdê
kurdistan
Bi nave te şiyar dibin hezarê xwortan
Ne daliqandina
sîdaran û ne kuştina fîşekan
Gavekê bi paşve dikşîne
Kurdistan dimîne xewna hemî kurdan
Hêviyê dijwar dike
Tenê em dixwazin aştî biratî û dostanî
Kuştinê em naxwazin em tên kuştin
Em di axivin
axivtinên me tên birîn
Em naxwazin xewna
bibînin
Ji bona xewna her em
têne girtin
Ji bona nerînên xwe
em tê zindankirin
Nerîn û xewin
dimînin qedexe
Hêvî û daxwaz qet ji
mer nabe
Dijmin weha dixwaze… û
Em weha dibînin
Ihsan di dilê her
kurdekî de sax dimîne
Dibe şehîdê kurd û
Kurdistan
Ev helbest ji bona
ihsan fathiyan
11.11.2009
Dildar ismail
|