|

|
|
Dildar
Ismail |
AX EVÎNDARIM
Ketim tayê li ber evîna te
Roj û şev li min tarîbûn
Şahiya jiyana min difûre
Li ber şîrava lêvên te
Dikevim û dibarînim
Hêstirên çavên westiyayî
Carek tenê bi axive
Carek tenê guhdarke
Li bersivên dilekî evîndar
Were xwar ji azmanê jor
Veke ....ferhengê .........
Navê min û te xwiyadibe
Li ser hêlînek badayî
Dîrokek zindî
Evînek tevdayî
Li min bipirse herdem
Dûrî minxe kul û xem
Heyî li min û heyî li min
Tovê bê bextiyê birêve
Hovîtiya gelê bê soz
Ji min re bêjin tev
Evîn û evîndarî çiye
Nayê li min bayê bakur
Girtin derî li ber min
Ji min kişandin her xewin
Pêçan li min serûka reş
Hatin bi hevre
Bikolin gorna min
Ax evîndarim ez
Her ji bona min û te dicivin
Xatir û gazin ji bona yar
Bere bimrim rojê sed car
Sed tifû li wan
Hogirên bê heval
Sozên bê soz
Ax evîndarim ez
dildarismail@hotmail.com
|