Mûzîk  

Video

Wêne

Helbest

Rêziman

Navdar Navên kurdî Lîsk Çîrok Meselok Pêkenok Link

 

 
 

 

 

 

DE WERE

 

Ronî ELÎ

 

 

 

De wer yarê …

Da te bibînim

Sirûda tiktika dilê talankirî

Li ser dilê dagîrker

Bixwînim

Gulên çilmisî

Ji seqema dûrketinê

Di nav tîna ava çavan de

Biçînim

                                De wer yarê …

 

 

De wer yarê…

Da xemla zeviyên Helebçe,

Ji gerdenê te hilînim

Û bi ser termên

Nemirên

Enfal û yekê Sibatê de

Vegrim û vereşînim

Û bi lîlînên te

Ji serkeftinên azadiyê re

Di giyanê nemirên 12 Avdarê de

Govenda rakim

Û birûskan bişînim

                                De wer yarê …

 

 

De wer yarê…

Da ji kilê çavên te

Tevna omîdan birêsim

Û bihûnim

Û bi wan biskên heyînê

Hêstira çavên 

Kak û Mam

Bi ser zarok û jinebiyan de

Di bîranaîna 1ê Sibatê de

Damalim

Û hilînim

                                De wer yarê …

 

 

De wer yarê…

Da bi wan memikên

Ku di sînga talankirî de belbûne

Mizgîna paşerojê

Li ber serê koçberên Avdarê

Bineqşînim

Û bi bihna wan dêmên heyînê

Şar û gundên mezobotamya

Ji hilma xwînê bi dûrxim

Û vekşînim

                                De wer yarê …

 

 

 

 
   
 

Webstats4U - Free web site statistics