![]() |
|
Beşîr ê Mele |
werîsê reş!
11.01.2010
1:
Bi hizr û bîrweriyeke seqet
Bi tûrkekî bin pertî
Diçin bazara şeytên
Çavên teva li bêîrîka xwdêye
2:
Cade û şiqamên bê mirûs
û ewrên baskokirî
Newaziş û nefret ,
Di qirkan de li hev vedane
3:
Kurte pistek tê ji axê
Guhê tarê ne li baye
Zinhare kesê xerîb li dahola we bide
"ku ba hat şebeşan bidêr…."
4:
Kerekî pişt kurmî,
di kul kule
Berjêr hildikişe!
Bajarê kolistanê !
5:
Ronak sitewir ma
Çekçekolan şaşik girêdan…
Hêviyek şore
Werîsekî kevnare,ji çi hatiye rêsan?
Hilorekî reş pêve hatiye girêdan
Hêlaneke , çêlîkên dujehan xwedî dike dihejîne!!
6:
Du Çem dernexum bûn
Guloka sipehîbûnê di pîrbûnê de hilya
Dîroka bi talanan re hevîrkirî
Di qewilkin pîeoz de xwe parast !
7:
Mazûbanî tenê lawê xwe jêre serjênekir
Bi nimêja sibehêre di gola xwînê de werbû
Bûk û keçên pişt şikestî
Girêka jana xwe avêtn hezar salên pêşî
8:
"Mû bi zimanê me ve şînhat"
û xwê di mejîkî de şîn nehat
Belkî ev warê mirya ye ?
Jîngeha derd û belaye !
Mîratzadeya yekê û yekaye û gewdekî kole…


