Beşîr ê Mele

 

Ahînek ...

 

 

11.01.2010

Şevek mêşinî û guneh

Li dergahê dilê wê da

Ji mafê yara xemgîn e

Bi dengê hevtan bixwîne…

Li çend deştan bêrîvan bû

Li çi warî şoreşevan bû

Nêka xama wê diqirçe

Ji kengîve diqolince…

Ji kengîve diqolince

Ne xwê şînhat !

Ne ximav za !

Ji tembûra sîh û têlek

Bi yek têlê hev dûzan kir

Ji hev vedan ji dengvedanê

Di qirka ewra sîpî da…

Gul û reyhan û şîlan tên

Ji ahîn û kesera tên

Çûk û çivîka hejîra

Ketin şaqûla iblîsa

Ne Feqî hat !

Ne Xanî za !....