Beşîr ê Mele

 

Ha ho

 

 

11.01.2010

Karxezalek bûm ,çêja jîngehê nekiribû

Ji sîr û bîhna daykê têr nebibûm

Di xeyala min de buharek hebû

Dêlegurekê milên min ji cewrê xwere birin

Dilê min bê bask ma

Bi zikkiskêve çûm xatira berx û karan

Çar Hevtok di rêzê de man…

"Yeka nakê gula çepo çepilmijo…"

Xwiêkino:

Hûn dizanin bê ez li ci digerim

Hûn nizanin ku ev warê esmeran e

Çi karê SegGurên boz li van deran e!

Belkî ez li mirinê digeryam!

Li davkên vesartî

Li kelemên çandî

Li Qesabê demê…..