Mûzîk  

Video

Wêne

Helbest

Rêziman

Navdar Navên kurdî Lîsk Çîrok Meselok Pêkenok Link

 
 
 

 

 

Arşk Baravî

 

 

Tu jî dewlemendî ... û ez jî dewlemendim !!!

 

 

 

 

Min çand û min çinî.

Kesî kesan tuneye.. ku mere bi kêrî hev neyê tew kes bi kêrî me nayê, xwe mavêjin talda kendalan .. hûn ji ên li serên çiyan nayêne veşartin .. ewê we di kûrnewalan de jî bibînin !!!

Dexs dilan birîn dike û keçî jî tîrên xwe tavêjê.., ez nîvê canê xwe diyarî gulekê dikim daku neçilmise ..û nîvê dîtir jî didime zarokekî(mendalekî) da bigirnije(bimizice) .. lewra kenê cîhanê  xwe li ruwê min dixwe û mendalekî azirî di dilê min deye .

Zindîgor bûm bi bêdadî      xwîniyê vî dawerî

Min divat hindeke şadî       û hinek  bextewerî

Tu kamî min nedît tucar     ev herêma bê derî

Mîna zer deşteke kevnar     lê diçêrin her kerî

Mîna xewnên di çalên hêviyan de  ezê derbasî dilên we bibim.

Têkoşer pêdarên kêferatêne, hunermendên melhezên hermayinêne, girtiyên ramanên têvelin… û goriyên berevaniya azadiyêne, şapatên vejîna doza nûvariyêne.. û piştevanên serfiraziya mafê mirovan ji dadewerên nerêtî û yasayên tengavîne, rêbiwarên vegeşîn û geşîpêdanêne.

Wa  birako…erê guhê xwe bide min lo : eya tiştê ku ez dizanim tu jî dizanî an na ?

Na , na ?.. çima na..!!?

Ez jî xwedîmejîme û tu jî xwedîmejiyî ..lê mejiyê min ê zanînêye û ê te ê dirave , lewra  ez zaname  û tu nezanî , her wekî ku tu têrî û ez birçîme .. û ev bîrdoza vajî ji berhemên dema berovajiye (yek zana û yek nizane .. û ê nezan dewlemende lê zana xizane ..) dêmekî tu jî dewlemendî û ez jî dewlemendim( tu dewlemendê diravî.. û ez jî dewlemendê zanînême ) lê cudahiya duwem ewa ku tu qêmîşî mewdanê xwe nakî û tu çavê kul jî pê derman nakî (ne xwar û ne da hevalan .. genî kir avêjt newalan ), belê ê min  cîhanê ji zanîna min sûd wergirt ( kerran bihîzt û koran dît ..û êş û azar bi şahî û zanînê noşdar bûn .. û vewesiyan ) lê a herî girîng dîroke ,tu mir û tu çû û hew,lê ez mirim û ez mam û mam(tu dîrokan dewlemendiya te a diravî tomar nekir, belê hemû dîrokan tomargeh ji zanîna min re ava û herma kirin) tu jî dewlemendî û ez jî dewlemendim !!

Tu dikarî bi min re yaryariyê bikî û biser kevî lê tu nakî û ev gunehê teyî .. hevalo … tew hevalo … çi heval !!.

Heval ewê ku awaza dilê te nas dike û dikare bike stiran,ew hevale..

Di nerîna min de : tucarî kole nikare rajeya(xizmeta) du serweran (axan) bi hev re û di yek astê de (wek hev) di yek radeyê de bike ,ewê hey yekî ji wan di ser ê dîtir re bigire, ewê dilsozê (xemxurê) yekî ji wan be ji ê dî bêhtir, ango ez dikarim bibêjim ku dewlemend jî xemxurê dirav û mewdane , lewra ne dilsozê  pêdawîstiya zanîn û wêjeyêye çiku serêşane .. lê xemxurê dewlemendiyêye çiku bi mize û çêje û hêsane .

Ku xweşî û şahî li mere dirin(ji dest mere diçin) .. mere bîriya wan dike û ku bi zorê  ji mere tête standin.. mere tucar ji bîr nake, de îcar tew devera dirav bi ê dewlemend pirr girane .. di ser her tiştî reye.

Hêstirên min pirrin û gunehên min biçûkin .. axxxx .. dijberiyên jiyanê çi bêcirin(cirnexweşin)!!!.

Hey torin û neviyêd raperîn û şoreşan : êş û azar berya sitayişê (navdariyê) têtin çiku sitayiş bêyî goriyan nabe… vîn û deyax jî hêviyên mirî geş dikin .

Ku xwestek û daxwaziyên mirov tevde pêk werin û tok nemînin ku pê re herne gorê  .. ew mirin bê mize û çêje çiku wê hedan di aramgehê de bi çi bê(bi çi were)..

Lewra ne njkaviye .. zanibin ku hêviyên zordest û kujeran jî tevde pêk nayên û hin bi wan re diçine gorê .. lê ji ên bindestan cihêne çiku ên wan kevir û kuçan di wan werdikin..li wan dibarînin .

 

Arşk Baravî             22/8/2009

 
 

 

Webstats4U - Free web site statistics