|
 |
|
Arşek Baravî |
Arîşa (aloziya) tîpa /y/
di
axaftin û rênivîsa kurdî de
Masî- azadî- sêwî
Rê- dê- şê
Ga- ba- çiya
Şêwe(hawe)- xurme- gewde
Rû- mû- stû- şû(şo)
Ço- ho- ro …..
Dema ku em li pîvera zimanê kurdî dinêrin .. em pêrgî pirr
arîşên dûvdirêj dibin, çi di warê axaftinê de û çi di warê
nivîsê de, bindestiya zimanê kurdî û ewê jiyana gundîtî û
bêyî zanîn …h..w..t..bi bandora şêwezarên deverkî, holeke
mezin ji şaşî û çewtiyê re di cewşena kêferata pîtolî de ava
kiriye… lewra roj bi roj alozî mezintir dibe û arîşe
berfirehtir dibe.
Emê nuha ji evan arîşeyên bêyî bingeh..a herî eşkere û
berçav şîrove bikin.. ango bi alîkariya ewan bêjên(bêjeyên)
jorîn emê şaşî û xwariyê ji rastiyê bidine naskirin .
Ê-A-ÊN : sê alavin heyina saman û arziyê tekez dikin, ango
dema ku dibin paşkokên cihê..(ê) dibe alava arziyê ji nêr re
û (a) boy mêye û (ên) alava arziya komêye…
Dema ku (ê-a-ên/êd-êt/) ji gotinê cihê bibin ,ew hersê alav
ên tekeziya arziyêne..dêmek arziya tiştan li tiştinî dîtir
vedigerînin ..
Wek : Ew bar ê meye
Pertûka mêjoyî a me bû
Ew dibistan ên/êd-êt/ mene
Lê ku paşgirên pêgeh(pêvegihîjtî) hatin nivîsandin ew hersê
dibin pêrnavêt pêgehî(pêgihîjtî)..
Wek : Ew barê meye
Pertûka mêjoya me bû
Ew dibistanên-êd-êt mene
Mebesta me ji evê şîrovekirinê ewe ku em di rêya berfireh re
xwe bi xwesteka xwe bigihêjînin û xwesteka me jî her ew gote
an bêjeya ku di dawiya xwe de li ser tîpeke dengedar
radiweste..
Mînak : ji mînakên despêka mijara me..
Masî- azadî- sêwî- rê- dê- ga- çiya- xurme- gewde....
Her gotinek ji evan mînakan bi du darêjan li gor mebesta me
bi (ê-a-ên..) re tête dariştin :
1- (ê-a-ên...) alavên arzî û samaniyêne: paşgirên cihêne..
Wek : Ev masî ê deryaye ne ê robaraye ( ..ên-êd-êt
deryane...)
Azadî a hişmendaye ne a bêhişaye (..ên-êd-êt
hişmendane...)
Ew sêwî ê zîrek bû (...ên-êd-êt zîrek bûn...)
Ev rê a gunde ne a bajêre (..ên-êd-êt gundin...)
Ev dê a meye ne a kesên dîtire (..ên-êd-êt mene...)
Ga ê Mîtane ne ê mistoye (...ên-êd-êt Mîtanin..)
Ka a nîskaye ne a genime
Ev xurme a Cîhane ne a Navdare (..ên-êd-êt Cîhanin..)
Ew gewde ê mêre ne ê jinêye (..ên-êd-êt mêrane ..)
2- (ê-a-ên…) pêrnavêd pêvegihîjtî : paşgirên pêgehin..
Wek : Ev masiyê deryaye ne masiyê robaraye (masiyên-êd-êt
deryane)
Azadiya hişmendaye ne azadiya bêhişaye (azadiy”n
hi•mendane)
Ew sêwiyê zîreke (sêwiyên zîrekin)
Rêya gunde ne rêya bajêre (rêyên gundin)
Dêya meye ne dêya kesên diye ( dêyên mene)
Gayê Mîtane ne gayê Mistoye (gayên Mîtanin)
Ka(kaya) nîskaye ne kaya genime
Xurma Cîhane ne xurma Navdare ( xurmênx/xurmeyên
Cîhanin)
Gewdê(gewdeyê) mêre ne gewdeyê jinêye( gewdên
mêrane)
Li gor herdû darêjan (1-2-) tête nasîn ku arîşe nine, çiku
di rêzanên durist re derbas bûne..
lê arîşe û pisgirêk ewe a ku em wê (y) a navbirra du
dengedaran di darêja duwem de vegerînin darêja yekemî ku
(ê-a-ên..) tê de alavên arziyêne û cihê têtin nivîsandin ,
em wan alavan tevlî (y) a navbirr cihê bibêjin û binivîsin
.. ev şaşiya herî beloqe..
Wek : em bibêjin
Ev masî yê meye.... yê ....
Azadî ya hişmendaye.... ya ....
Ew s”wî yê zîreke …. yê ....
Ev rê ya gunde .... ya ....
Ev dê ya meye .... ya ....
Ga yê Mîtane .... yê ....
Ka ya nîskaye .... ya ....
Ev xurme ya Cîhane .... ya ....
Ew gewde yê mêre .... yê ....
Heger em evî şêweyê axafıinê û nivîsandinê hilbijêrin û rast
bibînin pêdivêye ku em tîpên (w-h) jî di evê darêjê de bikin
karmend û bi pîvera evî biwarî (sebaret bi evê pîvanê )
bipîvin , çiku ew jî mîna rola (y) di navbera du dengedaran
de bi kar têtin...
(h) di hin şêwezaran de li şûna (w-y) bi kar têt
Wek :
Masihê me- rêha gund- xurmeha Cîhan- gewdehê
mêr....h ..w..d.
(w) bi dengedarên(u-o-û) re bi kar têt
Wek : Rû+ê = ruwê bedew
Mû+ên = muwên bizinê
Stû+ê = stuwê te
Şo(şû)+a = şuwa înê
Di evan mînakan de (a-ê-ên..) pêrnavên pêvegihîjtîne û (h-w)
karmendin di rajeya navbirriyê dene, ew jî pêwîstin mîna (y)
.. ango ku em li gor çewtî û şaşiyê herin pêdivêye em mafê
(y) bidine (h-w) jî, herwekî ku bi çi awayî em (y)
hildigirin û bi darêjê re diguhêzînin raweya pêrnavêd
tekeziya arziyê (yê-ya-yên..), (h-w) jî wê bibine
(hê-ha-hên..) û (wê-wa-wên..)..
Wek : Azadiya me = azadî ya me
Masihê me = masî hê me
Ruwê me = rû wê me
Û ev arîşe dinasîne ku em di guhêztina (y) de jî bi evî
awayî şaşin...
(h-w-y) derbasî navbera du dengedarêd pevgihîjtî dibin daku
rawestinê di navbera du dengedarên li pê hev de bikujin û
bilêvkirinê şayik û zelal bikin û mafê rewanbêjiyê bidênê..
Lê ku dengêd paşgir(ê-a-ên..) cihê bûn ango ji raweya
pêrnavêt pêgihêjtî derketin û bûn alavêd arzî û samaniyê
..tu rola (y) êdî namîne , herwekî ku mefaya (h-w) jî
namîne..
Daku aloziya (y) ravekirîtir bibe ... pêdawîstî şirovekirina
rêzanên dengedaraye..
Rêzanên du dengedaran:
Mexabine ku em rênivîsa ziman ji rêzimaniyê û bilêvkirinê
cihê bikin, çiku bi çi awayî tête bilêvkirin weha jî tê
nivîsîn, gelo ma ne ew nivîs tête xwendin..?
Rêzanên jevcudakirina du dengedaran:
dema ku du dengedar di gote an bêje an zarave an peyvekê
de..çi lêkdayî (hevbend) û çi sadeyî resen (rehmak)..pev
bigihêjin ..giraniyê di bilêvkirina zimên de peyda dikin ,
sekn û rawestanê pê re tînin,..her gotinek bi rawestanê re
birr bi birr tê birrîn, ango her goteyek dibe dusê
gotin,..lewra em jî evan r”zanan şirove dikin ,
Nimone :
- Gîa - çîa = giya (giha) - çiya
- Sêuî - rêuî = sêwî - rêwî
(in) hem paşgira jêderiye û hem jî alava tekeziya koma
(ez)e ji pêrnavên komî reye.
1 - ku du dengedar di goteyekê de pev re hatin : Yek ji wan
dengê dirêj be û a dîtir kin (kurtedeng) be,..pîtoliya ziman
dinasîne ku dengedara kin a dirêj boy rewanbêjiyê tavêje,..
Nimone
:
- Çûin = çûn
- Bûin = bûn
Lê di hin şêwezaran de ku (e) bi dengedareke dirêj re were
(h-y) dikine navbirr ..
Wek :
Şêweê
= şêwê = şêweyê
Beratea = berata = berateya
2 - Ku du dengedar li pê hev hatin : Yek kin be û a dîtir
dirêj be .. û berya herduwan .. tîpên bêdeng (d) an (b)
hatin ,herdû tîp xwe diguhêrin û dibin (t) û (p) ,..
Nimone
:
- Diêşe = dêşe = têşe
- Diaxive = daxive = taxive
- Diên = dên = tên
- Biavêje = bavêje = pavêje
- Biaxive = baxive = paxive
- Biîne = bîne = pîne
Her weha jî li gor vê darêjê ..di hin şêwezaran de , ku (hev)
an pêrnavê kesê sêyemê nediyer (wê-wî) an jî pêrnavên
nîşandana dûr û nêz (ewî-ewê-evî-evê).. li dû (di- bi) hatin
û dengedareke pêgeh li paş wan hat ..dîsa pevguhertin pêk
têt ,..
Nimone
:
- Bi hev re = pev re
- Di hev derbas bûn = tev derbas bûn
- Bi wî - wê re = pê re
- Di wî - wê re = tê re
- Bi ewî-ewê re = pê re
- Di evî-evê re = tê re
3 - ku du dengedar pev gihijtin .. du nîvdengên
cihêkirinê bikar tên..dêmeĸî (w-y) nîvdenginî .. navbirê
dengedarane û girêkokê birrên goteyêne ,.. dema ku du
dengedar peve gihîjtin..(w) bi(u-û-o) re têt û
(y) bi (î-ê) re têt.. li pêşiya wan (î) dibe (i) û (û) dibe
(i/u) û(ê-o) weke xwe dimînin, ev rêzaneke ji xwezaya
pîtoliya zimêne..
Nimone
:
-Şîar = şiyar
- Sûar = siwar
- Çîa = çiya
- Cûan = ciwan(cuwan)
Di hin şêwezaran de ..li ciyê (y) tîpa (w) bikar tînin..û ji
dêlva(i) li deverna tîpa(u) bikar tînin,
Nimone
:
- Sûar = siwar = suyar
- Duem = diwem =duyem
Lê di hin şêwezarên dîtir de jî..(Botanî..) .. tîpa (h) li
ciyê (w-y) bikar tînin ..
Nimone
:
- Şîar = şiyar = şihar
- Gîa = giya = giha
Ku du dengedarên weke hev hatin dibin yek deng,.. lê hin
şêwezar dîsa(h-y) tavêjin nav wan..
Nimone
:
- Cook = cok = cihok
- Kaa me = ka me = kaya me
- Taa = ta = taya
4 - ku sê dengedar pev gihijtin ..an du dengedarên ku (î-ß)
di orta wan de ..dîsa (w-y) li nav wan cîgirin lê bêyî ku
(i-u) li pêşiya xwe bikar bînin çiku ew xwe tavêjin
nava du dengedaran..lewra (i-u) ne gerekin ,
Nimone
:
- Koleîe = koleye
-
Şaîan
= şayan
- Rauan = rawan
- Rêuî = rêwî
-
Şêuaz
= şêwaz
- Kaua = kawa
- Zêua = zêwa
- Kauî = kawî
- Sêuî = sêwî
- Bûîin = bûyin
Dêmekî di pevgihîjtina sê dengedaran de (w-y)
dibin cîgirên tîpa navîn(ortê)..
Arşek Baravî