Zar û pîtolî
Çi zimanên ku hene pîtoliya
wan heye, dêmekî qonaxêd
avahiya pîtoliyê jî hene..
çiku tu pîtolî di bêhnik an
hûrdemekê tenê de pêk nayê
… û peyda nabe, lewra
pêwîstiya demên dûdirêj û
warên têz ji avahiya
pîtoliyê re giringe..
Dûrêzkirina mercên avahiya
zar û zimên jî pêdivêyî
rêbazên çaksaziyeke
bingehiye , gelo zar bêyî
hebûnê hebûn .. û hene .. û
ewê hebin..?..
Başe .. û hebûn jî bêyî
peydabûna afirandî tuneye..,
dêmekî jêderên peydabûna
afirandî hene taku hebûn jî
heye .., erê - ka emê
werine ser hebûna zar û
ziman.. û emê ji hev re
binasînin…hela bê kanîn ew
jêderên fermî û gerek ji
egera zar û zimên re çine …
Xurist (surişt) bi hemû yasa
û ayin û rewayên avahiya xwe
ve heye.. candar û bêcan jî
tê de hene .., têkiliya
candaran pev re(bi hev re) û
bi bêcanan re jî pêdawîstî
danasîn û ravekirinêye..taku
jevnaskirin hebe boy
berdewamkirina jiyanê bi
şaşî û rastiyan re..bi keçî
û qenciyê re.. bi xweşî û
tengasiyê re …û…h..w..,
dêmekî danasîna jevnaskirinê
li nîşandekên liv û bizava
ewan yasayên avahiya xurista
jiyanî digerin..û bi
berdewamiyê re ew liv û
bizav bi pêş dikevin, ew
nîşandek jî di ewê şopê de
berz û şityar dibin .. çiku
bi candaran re navendên hay
û hestan peyda bûne û di wan
şivarêkan re pêjn û pelandin
bûne alîkar daku di rêya
bihîztinê re deng nas bûne
.. û ji nerînê dîtin peyda
bûye .. û bi pelandin û
pevgihîjtinê jî bizavên
curbecur (rengareng) belû
bûne..
Bi pêşketina berdewamiya
demê re mejiyê hişmendan bi
lez û bez û ê hemû candarên
dîtir jî bi hêmenî bi pêş
dikeve.. ta gihîjte astekê
ku ew pevgihîjtina tiştên
heyî jî bizavên nûvar di
pêdawîstiya jiyanê de ava
kirin , .. û bi alîkariya
ewan bizavên peydabûyî
pêwîstiya peydakirina
bizavên bi nav û nîşan hate
hebûnê .., û daku em bi
kurtî xwe bigihêjînin
mebesta xwe (çiku zanyariya
xuristî firehe ) .. emê
bêjin deng ji hev hatin
naskirin , dema ku dengên
balindeyan ji ên direndeyan
an jî ji ên ejderan hatin
cihêkirin , tevlî ku zarên
danasînê ji her cureyekî ji
lawiran re jî hebû … lê
pêdivê bû ku dengê hişmendan
jî zarên cihêreng ji komikan
re li gor têkiliya wan bi
cîwarê wanî xuristî re
damezrîne..
Deng peyda bûn.. her dengek
weke navekî li tiştekî heyî
bû, her tişt bi dengan bi
nav bûn û hatin naskirin ,
dêmekî ew dengên serete
sanbolên danasîna beşên
koman bûn .. navnîşank bûn ,
ew pîtolên despêkê hîmdeyên
bingehî bûn û dabîra ên ku
dibêjin (deng di zar de
tunene ..lê zar bi giştî û
gelamperî tevaya dengaye ..)
berovajî dikin ..
Di dîrokê de dem dûdirêje û
berdewame , ew sanbolên ku
bi pîtoliya xuristê re
xwevelîstî û perpitî bûn..
xwe dan ser hev û hatin
parzinandin .. û ji her
komekê ji ewan komên bûrî
zarek derket(derhat) .. û ji
her zarekî bi pirbûna
mirovan re şêwezar pejirîn
.., hin ji wan li ber pêlên
demê man xwegirtî ta ew jî
bûn zarên serbixwe … û
..her.. weha…!!
Lê de ka îcar emê binihêrin
ka hela bê zar çiye :
Zar komeke deng û sanbol …
nîşandek û alavin .. gote û
bêje û zaravin , bi rêzan û
tûzikên rêxistî boy dayin û
stendinê di navbera mirovan
xwe bi xwe û naskirina
jiyana cîwar û tîmanên
xuristê deye .. boy
hevnaskirin û jevfêrbûnêye ,
têkilî sebaret bi hay û
hestan pêdivêyî pêdawîstên
pêjn û pelandina
pevgihîjtinên ponijandî bi
kêferata mayin û hebûnê reye.
Zar avahiya pisporiya
endaziya çax û demê bi cîh û
war reye.. hêmenên avahiyê
jî evin :
1- Axaftin :
dengivedana dev û lêvan.. û
bihîztina guhe , lewra kesên
kerr lalin jî … çiku ku guh
nebihîze wê cîderên deng di
mejî de çi anînê (ayinê) bi
hiş ve bighîjînin , ango
cîhderka biryarên hiş vala
dimîne û tu bihîztinê
wernagire daku weke biryar
ji dev û lêvan re biguhêze ,ew
kesê ku piştî axaftinê jî
guhgiran dibe dengê wî jî li
wê gorê bilind dibe daku
guhê wî bibihîze ka bê çi
dibêje..ji wî weye (werê) ku
ew kesên guhdar bi tevayî ew
jî mîna wî guhgiranin .
Dêmekî axaftin dayin(dan) û
standina hay û hestên mirovî
bi jiyana derveyî gewde û
laşê wî reye.. pêjne .. ji
hay dipele û hest hişyar û
haydar dike.. , rêçana ewê
têkiliyê hem ew komdengên ku
dikare wan bide der .
Balo ew pêjn û bizava dev ji
zar re bi deng hatiye
naskirin ..çiku
pêgihîjandinê bi cîwara
hawîrdorî xwe re dike.. lê
her dengek bi wateya xwe a
taybet cîhdereke taybet jê
re heye .. ev tê wateya ku
axaftin ji gotinan (gote û
bêjeyan) ava dibe û gotin jî
ji dengan ava dibin û deng
jî curbecurin (rengarengin)
..ango cihêdengin.. lewra
wateyên gotina jî ji hev
cihêne .. ne hevwate û ne
yekwatene .., dêmekî di her
gotinekê de bêhtirî
dengekî (çi kerrîlal û çi
dengidar) heye .., eger her
axaftinek komeke peyv û
gotinin.. tew em dikarin
bibêjin erê her wateyek (danasînek)
jî ji dengekî hêhtire..,
balo ku peyv û gote pirdeng
bin tête wateya ku ew deng
jî ne weke hevin … dengê di
her goteyekê bi xwe de
curbecurin … lewra cîderkên
ewan dengan jî curbecurin.
Lê .. çima kirî em ji bîr
bikin ku axaftin devokiye û
bilêvkirina dengan jî
devokiye .. ma gelo her
axaftinek ne ji komelek
gotina peyda bûye .. û her
gotinek ne ji bizava dengekî
bêhtire ..?
Dêmekî axaftin a gotinaye û
bilêvkirin a dengaye .., ji
evê avakirinê pirseke balkêş
xwe dide pêş : erê ma reng û
durv û navên dengan tevan
yekin ?
Bêyî ku em mijûl bibin û
mitala bikin bersiva evê
pirsê bi na tête danin ..haaaha
eger ku cîder û bizavên
dengan tevan ne yek bin ewê
bi durv û reng û navêd(navêt)
xwe jî ji hev cuda (cihê)
bin .., ew bilêvkirinên bûrî
dengin û her bilêvkirinek bi
navekî cihê bi nav û nasîn
bûye.
(deng ji deng cihêye )..
Têbînî :
Gotin komela dengaye û
axaftin komela
gotinaye..dêmekî
axaftin
komelgeha dengaye..
2- Nivîsandin : bê bi
çi awayî her dengekî navek
standiye her weha jî her
navek nîşandekekê an
sanbolekê û rengekî an jî
wêneyekî (nîgarekî) bi rewş
û rawe boy jevnasînê dixwaze…
Di axaftinê de her dengek
ji cîderekê bi lêv dibe , ew
cîder ji deng re dibe rewş û
rawe (dûx) û nav li deng
dike .., piştî serbûriyên
hezarên salan û li gor
pêdawîstiyên civaka mirovî
bi têkiliya zar û ziman re
pirr kês û derfet derbas bûn
..û bi delîveyên hevgar û
rojgaran re pîtoliya
axaftinê li beşdariya pêjn û
pelandinên dîtir(ji bilî
bihîztin û dengînê-bangînê)
kola û geriya daku
di qonaxên teng re bi ser
qonaxêt şirovekirinê vebû..
ew qonaxên curbecur bi
pêşketina demê û pêwîstiya
nûvarkirina mercên wê re..
nûjeniya nîşandek û sanbolên
dengan bi peydakirina
alîkariya çav û poz û
çerm bi mejî re .. bersiva
vedenga dev û guh hate dayin
..ta gihîjte asta ku tîp(pît)
şityar û mancî bûn ..
Li şûna deng navê tîp bikar
hatiye.. daku bête nasîn erê
tîp ji tevayên dengan re ..
û yeka yeka re jî tête gotin
û tête nîşadan jî .. ango
tomar dibe, balo navê
cîderka bilêvkirinê ji her
tîpekê re bûye navê rewş an
raweyê (dengenav) .. û
jevnaskirina pêjna her
tîpekê di axaftin û
bilêvkirinê de bi bihîztina
guh nas dibe .. lê bi çavan
reng û durvê tîpê weke
tiştekî heyî ku berya nuha
wendayî bû tête dîtin û bi
destan jî ew wêne bi mizyarî
nîgar dibe û berçav jî dibe
… ango hay û hest bi tevayî
pê dibilin (dest- çav- guh-
dev- û poz jî di hin raweyan
de.. ) , deng diçe lê tîp
dimîne .. û axaftin tête
guhêztin ta demekê .. lê
nivîsandin dîrok û mîjoye ..
bûrî û nuhok û ayindeye..
Têbînî : bi berdewamkirina
dîrokê re û di warê
zanyariya zimanan de bi pir
kesan re derbas bûye ku ji
pêhaybûna pêjna her tîpekê
li gor guhertina fonîtîka (pêllerza)
bilêvkirina dengan ji jiyan
germê ta a sermê .. û ji
kesên çiyayî ta ên deştî
deng .. deng pirşêwe
derhatiye ..(qube- bilind-
nizm- nazik- qalind- sert û
hişk- nerm- zivir- şayik û
zelal..û..h..w..) , lê ji
hêleke dîtir ve jî bi ewan
zanyaran re rengên dengan
derbas bûne lewra kêferata
derûnî rengê tîpa (A) bi
hinan ji wan re rengê gewr
dide û (V) rengê sipî dide
.. , û ev rêbaz bû alîkara
pîtoliyê daku nêr û mê ji
bêregeziyê re hate
şirovekirin .. û ev ne
mebesta me bû lê min hindek
agahî tê re da nasîn bi
hêviya ku em di mijareke
dîtir de berfireh ravekin..
çiku ev mijar bi xwe
zanyariyeke serbixweye ..
beşek ji pîtoliya zanestiyêye
…
Arşek Baravî
10 / 2 / 2009