Bavpîrên me ji berê de gotine (çi DEREWên wek rastan) , ango
DEREW DEREWin lê hin ji wan DEREWan dikin ku mirov têkeve
baweriyê de, kesê DEREWîn DEREWekê amade dike û ji deh kesên
rastîgo re dibêje û her weha li pirr deveran belav dibe,
daku xwediyê ewê DEREWêyî resen wenda dibe û ew DEREW dibe
gunehê yekî ji wanên rastîgo .. weke ku ji berê de jî
hatiye gotin : tira xwe dixine stuwê havalan.
DEREW jî mîna hemû tiştên evê jiyana DEREWîn -xwedê giravî-
pîtoliyek jê re heye , di evî biwarî de DEREW jî rengarengin
û curbecurin .. DEREWên biçûk(hûr), DEREWên mezin(girs),
DEREWên kesk, DEREWên sor, DEREWên zer û....h..w..t..d.. û
birastî kirî min ji bîr bikira .. ên sipî (gewr) jî hene..
xwedê kirî ku hate bîra min ... ji xwe ev DEREW a girînge ..
mirovan dixapîne( ku ez dîtim ezim.. û ku ez nedîtim dizim..)
, ku bawerî pê hat .. qence.. şahnaziye.. pesinde, lê ku
bawerî pê nehat .. bi zelûlî xwediyê ewê DEREWa sipî dibêje
min henekek (laqirdiyek) kir û te jî da dû -û xwe dikenîne-..ha..ha..ha..
li min megir ... bibûrîn, ma min ji te re got.. çi zû te jî
çû got û belav kir ?
Her kesek li gor dilê xwe dire (diçe).. hin di rastiyê de
mijûlin û hin jî rahênana çewtiyê dikin .. gelo ewê li
dawiyê bi serkeve kîjane?..Di nav me de û di evê demê de ewê
ê çewt be..an na?.
Her ku ronahî nêz dibe siya mere mezintir dibe , lê ku mere
DEREWîn be .. ewê DEREWên mere jî mezintir û pitir bibin,
çiku bawerî bi mere bêhtir têt , lewra emê jî ... biçirrînin
, ka kiye ewê ku di ber re bigihêje û bidirû?.
Ew kesên ku tinaziyan bi çavên xelkê dikin , hingî li pê û
lingê xwe dinêrin û nikarin serê xwe mîna dilêran hildin ..
çavên xwe naxin çavên mirovan ..çi fedî be û çi tirs be , ew
serpêlin çiku ew xwedanên tawanêd giranin.., lê ku em li
DEREWînên xwe xwedî dernekevin û wan fedîkar û şermezar
nekin .. tew tu kesên dîtir îştera xwe ji wan nayinin (ku em
bi kêrî xwe neyên tu kes bi kêrî me nayê), ku çûk li ser
darê dimire û ji ser darê tête xwar .. zîmara derûna xwe
nake ...
Ku tirs nebe hezkirin jî tuneye, ango kesê ku nizanibe
bitirse nikare hezê jî bike.., dêmek ku em li saxlemiya
tenduristiya civaka xwe ne miqate bin û em tep , rîp û
DEREWan binuxêmin û veşêrin .. emê poşman bin, çiku em ji
civaka xwe hez nakin daku em lê jî ne miqatene.
Daku em jiyana xwe kedî bikin , pêdivêye ku em li payiza xwe
jî rawestin, ne tenê li buharê , erê buhar xweşe lê payiz wê
dadiweşîne, weke çawa ku havîn û zivistan û buhara jiyanê
hey .. her weha payiza jiyanê jî heye , - belê ez benî - ka
kî ji me heye ewê jiyanê ram û kedî dike û li temenê civakê
dibanîne ?.. ka kiye ewê ku DEREWan jê diqewrîne(diqewtîne)
?.. bila serê xwe mîna mêran hilde û çavên xwe di çavên min
xîne û bê tinazî bila bibêje dijminê DEREWan ezim..., ku kes
nebe gazina me jî namîne .. de bila payiza sar û sermeyan
pelên dar û kulîlkên jiyana me biweşîne ... biweşîne..!!!
Dîsa emê vegerin gotinên bav û kalan, dema ku ne ji
valahiyekê gotine: tiştê ku çavan vediwesîne .. xewe .. û
tiştê ku kela dilan di germa havînê de hênik dike ..dewe.. û
tiştê ku mirovan li her cîh û deman çrrûk dike.. DEREWe ,
balo ê ku dijminê gellê xweye.. kewe.. û a ku talaniya
civaka meye .. DEREWe ... !
Hokirin (hînkirin û fêrkirin) - xebateke berdewame , lewra
hokar pê ve girêdayiye , lê ew suxte an şagirtê bêyî
hoker(nîr).. û bêyî hokar (mamoste).. jirêdere, tûleye ,
çiku ne di rêzikê deye .. û endamên civakê tev hişmendin ..
û ew tenê şêt û dîne ..., lê na ne wehaye.. çima ne ew tenê
hişmende..çiku ew tenê ne DEREWîne .. çima û boy çi ..? ..
an zagoneke xureristê(sirûştê) heye û yasa daye .. ku
pirraniyê mêranî daniye.., balo em di dema berovajî û
dernexûm(derniqot) dene... û ev şêwe jî şerme û kirête û
fediye ... raserî ji DEREWê reye.. mixabin... !!??
Min veşêrin ji çavên birçiyan
Min veşêrin ji setema çiyan
Min veşêrin di himbêzên xwe de
* * * *
Min veşêrin ji havîn û germê
Min veşêrin ji çille û sermê
Min veşêrin di paxilên xwe
de
* * * *
Min veşêrin ji dîtina
jaran
Min veşêrin ji şaşan ji xwaran
Min veşêrin di reş çavên xwe de
* * * *
Min veşêrin ji gurên devbixwîn
Min veşêrin ji kesên DEREWîn
Min veşêrin di hinavên xwe
de
* * * *
Min veşêrin ji silava
pîsa
Min veşêrin bo nebînim dîsa
Min veşêrin di ramanê xwe
de
* * * *
Ev çi dema têvel û qetirmeye , em li diyarde û dîmenan
miqatene û me hinav û hundirê derûna wan ji bîr kirine , ên
ne li henkûfên navdariyê .. navdar bûne , hin dewlemendên
navdariya qenciyêne û hin jî xoşewîstin , diravgehên bayikên
wan avana .. lê bi rastî rûxsarên DEREWgehên wan berz û
şityar û xuyanîne, .. peyker û kelex û pûte jî zor qeşengin,
lê ku zirr (tirole - sexte ) bin û efsaneyî û şaristanî ji
wan bêpar bin .. kî gunehkare .. zirkar an dîrok an gell
..!?? .. na em gunehkarin , çiku zirkarî jî pêmaya DEREWên
meye.
Li dawî ezê diyariyekê bikim perû û xelat : ez dil û canê
xwe dikim diyarî boy ewan kesên xwedanêd baweriyê , ku
hewildan û xebat û kêferatê dikin daku mezintirîn xewn pêk
bînin.., çiku ew ne DEREWînin...
Arşek Baravî
18-1-2010