|
 |
|
|
|
Arşk Baravî |
|
|
Zîmara mihre Rizo Osê
Ne hemû roj bi tîrêjên hêviyan dest pê dibin..lê - hemû roj bi
gef û fort û berhemgariyan despêkerin .
Dema ku hay û hest ji hev belav dibin,yadîgarî xwe di kuşe û
qurçikên nejbîriyê de vedişêrin .. daku kêferata hay û hestan
radiweste, dil û hiş vediwesin.., yadîgarî ji nû ve bi bîranînan
re xwe didine der… ango viyanê bi şêna mirovî şa dikin, havil di
êş û jana xwe de ji ber ziyanên berjewendiyan dikizkize…,
çareseriyê di liveke lerzok de taya tirsê girtiye, nûşiya kat û
demê jî hên ne holisiye…, asîman zuha bûne..
stêrkin hîwî şînahiyê di asîman de jal dikin…
Keldûmana ronakbîran dara jiyanê av dide, zewenda hermayan
azarên exterê bextereşan di bîr tîne .
Mamoste Rizo : veşartokên tirsonekan kavil dikir û kêlên
goristana kînê diherifand, jiyan kedî dikir û lê dibaniya, lê bi
koçberiya xwe stûnek ji jiyana çand û wêjeya kurdî hilweşand.
Jiyana mirovî hermaye.. bi komahiya hemdelîveyên demê re vîn û
hezê dide ardiwê ponijandinê,.. taku kêferata hay û hestan
vemale û hizir û raman xwe ji erkê radeya çerxa demê binasin ,
ango melevanî bilîmetan peyda dike ,zanyarî pîtol û hozanên
şevên tarî bi bizava komahiyê re dinasîne .....Leşkerên nepen ji
şanişînên tariyê .. di dema raperîneke galdanan de dipejirin û
nas dibin .
Mihre Rizo : ne ji jiyaneke were û miftî hatiye , belê ew ji
hedan û arama dawerê kurdên jîndar û ne nişkavî nûvar bûye ,
naşê navdar bê encam nasyar bin , loma ronahiya karê ewî peyarê
pît rêya rêwiyên rêdûr çirisandiye û bûye homanê deştekê ku
koçber lê holisîne, weke ku hemû jiyana xwe kiribû raje û
pasvaniya wêjeya gelê xwe de , pêdivêye ku em evan hêjayêd xwe
ji bîr nekin û doza wan bişopînin daku canên wan di aramgehan de
biholisin .
Bi navê nivîskar û rewşenbîr û hevalêd mihre ji Amûdê , sersaxî
û xweşnoşî ji malbata wî re bi taybetî û ji gelê kurd re bi
giştî .
Arşek
baravî
08.03.2010
|