Pirtûka Eşîra Bêrtiyan
derket!

Nivîskar
Adminisrator | 30 JANUARY 2010
KNN/Pirtûk
Ji Weşanên Han pirtûka Eşîra Bêrtiyan...
Pirtûka lêkolînî ya bi navê Eşîra Bêrtiyan
ya nivîskarê Kurd Ayhanê Bêrtî ji nav
Weşanên HANê derket.
Pirtûka lêkolînî ya bi navê Eşîra Bêrtiyan ya nivîskarê Kurd
Ayhanê Bêrtî ji nav weşanên HANê derket. Pirtûk 6. berhema
lêkolînî ya nivîskarî ye.
Pirtûka Eşîra Bêrtî ji yanzdeh beşên
lêkolînî pêk dihê. Her wiha beşeke lîsteya kronolîjîk ya qismeke
ji Eşîra Bêrtiyan û albûmeke ji wêneyên lêkolînî jî pêk ve ye.
Di dawiya pirtûkê de lîsteyeke bêjeyên taybetî yên Bêrtiyan jî
hatiye destnîşankirin. Pirtûk bi tevayî ji 364 rûpelan pêk
hatiye.
Di destpêka pirtûkê de nivîseke Edîtorî ya di derbarê vê
xebata giranbiha de hatiye nivîsandin. Ev nivîsa Edîtorî û
nasnameya pirtûka Eşîra Bêrtiyan li jêr hatiye weşandin.
KNN/Nahê Xan

Ji Edîtor
Ev berhema di destê we de ya ku ji aliyê nivîskar û
lêkolînvanê Kurd Ayhanê Bertî li ser dîroka Eşîra Bêrtiyan
hatiye nivîsîn, gelek agahiyên bi nirx di nava xwe de dihewîne.
Nivîskar berî ku vê pirtûkê binivîse, li gelek herêmên
Kurdîstanê geriyaye û di derheqê Eşîra Bêrtiyan ya ku li
Kurdîstanê yek ji eşîrên herî kevin û bingehîn e de, lêkolîneke
kûr pêk aniye û agahiyên ku berhev kirine di vê berhema xwe de
bi Kurdiyeke zelal û herikbar pêşkêşî bala xwendevanan kiriye.
Bêrtî ji bilî Eşîra Bêrtiyan hem li ser dîroka eşîrperestiyê
û hem jî li ser hemî eşîrên Kurdîstanê yên din jî lêkolîn kiriye
û derbarê wan de jî di beşa yekemîn ya pirtûkê de gelek agahî
ragîhandine. Em di beşeke vê berhemê de jî dibînin ku li
Kurdîstanê serokên eşîrên Kurdan çawa bi gelê xwe ve li hemberî
dagirkerên kevne-perest jibo serxwebûn û azadiya miletê xwe yê
ezîz têkoşîn kirine.
Wekî din jî, nivîskar di pirtîkê de gelek belgeyên fermî yên
ku di encama lêkolînê de bi dest xistine, tevî wêneyên hin rûspî
û serokên eşîrê pêşkêş kirine. Jixwe beriya vê jî pênc berhemên
Ayhanê Bêrtî ji aliyê weşanxaneya me ve hatibûn weşan-din, em
hêvîdar in ku ev pirtûka ku ji ked û zehmeteke giran pêk hatiye,
dîroka Eşîra Bêrtiyan derdixîne ber ronahiyê û di
Pirtûkxaneya Kurdî de ji xwe re cihê ku heq kiriye distîne.
Berlîn´2010- Çille
Nasnameya Pirtûkê
Eşîra Bêrtiyan / Ayhanê Bêrtî
WEŞANÊN HAN - 21
Dokumantasyon - 9
Edîtor: Zeynel Abidîn Han
Rûpelsazî: Sylvia Demirocak
Berg: Welat Souliman
Wêneyên bergê: Ahmet Demirocak
Wêneyên pirtûkê: Xwemal
Çap û Girêdan:
Han-Grafîk Verlag & Werbeagentur
Bülowstr. 56-57
10783 Berlin/Deutschland
Tel.: +49 (0) 30 23 55 25 40
Fax: + 49 (0) 30 23 55 25 41
Mobil: +49 (0) 178 78 07 68 3
han-grafik@hotmail.de
www.evra-kitap.com
ISBN: 978-3-940997-24-1
Biha:
14,00 € |