|
|
| |
 |
|
Kamran Simo Hedilî
|
xwestin
ez
di bin siya şûrên
neyartiyê de
li dostaniyê
di henasa mirinê de
li serkeftinê
di awirên nefretê de
li kenê hezkirinê
di cejna azadiyê de
li navê xwe yî
qedexe
di jana evînê de
li nêrînên şadiyê
di piyalên serxweşan
de
li
hêstirên
tenêtiya xwe
geriyam
11.09.2007 |
|
|