 |
|
Kamran Simo |
"Lehengê"
jimare 8
Çi dema
ku ez çavbirçîtî û
xwestina xapandin û
kuştina kurdan ji
rêveberên tirk dibihîzim
an di televîzyonan de
dibînim. Tilîiya
”lehengê” numara 8 tê
ber çavên min û kenê min
tê.
”Lehengê”
jimare 8. wilqasî
çavbirçi ye û ji bo
xapandinê ji xwe bawer
e, fêhmnake ku hinên din
jî hene û dibe ku neyîne
xapandin. Hesabê perên
ku ji xapandinê dê
qezanc bike dike û berê
xwe dide doktor. Lê ew
tê xepandin û zerarê
dibîne. Ez zêde dirêj
nekim xwendevanên hêja,
fermo hûn û çîroka
”lehengê” numara 8 bi
hev re ne.
Doktorek,
di rojnaman de reklama
şêwê derman kirina xwe
dide. Di reklemê de
dibêje; ”ez hemû curên
nexweşiyê derman dikim
ku ez derman nekim ezê
10 qatî perên ku hûn ji
bo lênêrîna nexweşiyê
didin ez ê bi paş ve
bidime we”. Yekî
çavbirçî û ku karî wî
xapandina mirovan vê
reklamê dibînê û heman
ji xwe re dibêje; ”ez
herim ji doktor re
nexweşiyeke ku ew qet
nizane bêjim û ji xwe re
10 qatî perên xwe, peran
ji doktor bisitînim. Ez
ê ji doktor re bêjim
çêja devê min nemaye. Ew
çi bide min, ez ê bêjim
ez nizanim bê çi çêjê
dide”. Yekser berê xwe
dide cihê doktor, li
derî dixê û diçê oda
doktor. Silavê li doktor
dikê û derdê xwe dibêje.
”Doktor ez çi dixwim ez
çêja devê xwe nizanim,
ez çûme ba gelek
doktoran lê kesî ji
derdê min re derman
nedît Ez hêvî dikim ku
tu ji min re dermanekî
peyde bikî”. Doktor tê
digêhijê ku mêrik hatiye
wî bixapîne û 10 qatên
perên lênêrînê ji doktor
bi paş ve bisitêne.
Doktor dibêje başe tu
perên lênêrînê bide paşî
em binêrin bê derdê te
çi ye? Tu zanê eger ez
ji derdê te re derman
nebînim ez ê 10 qatî
perên te pere bidime te.
Mêrik
perê lênêrînê dide û tê
ba doktor û dibêje ez
amade me doktor.
Doktor
careke din ji mêrik
dipirse; ”te got ku te
çêja devê xwe winda
kiriye ne wisa?” Mêrik
dibêje; ”belê ez benî,
ez hingiv, an jî tiştekî
wek jahrê tahl bixwim ez
nizanim bê kîjan tahle
an şîrîn e.” Doktor ji
keçika ber destiya xwe
re dibêje; ” keça min ka
qutiya numara 8 bîne”
keçik diçe qutiya numara
8 tîne dide mêrik.
Doktor ji mêrik re
dibêje qutiyê veke û
dermanê di qutiyê de
tahm bike! Mêrik qutiyê
vedike û tiliya xwe li
dermên dide û dibe devê
xwe, çawa tiliya wî
digihê devê wî fêhm dike
ku gû di qutiyê de ye û
gû xwariye, di cih de
dibêje; ”doktor te gû da
min”? Doktor dibêje;
”aha te fêhm kir ku gû
di qotiyê de hebû tu
başî, di çêja devê te de
tu problem nîne tu
dikarî herî mala xwe.”
Mêrik tê
malê û her li perên ku
dane doktor difikire.
Dixwaze perên xwe bi paş
ve bigire, nexweşiyan ku
hene tîne bîra xwe û li
ser wan disekine bê
kîjanê ji doktor re
bêje. Dixwaze vêcarê
nexweşiyekê bêje ku
doktor jê re derman
nebîne. Paşî nexweşiyekê
peyde dike. Heman berê
xwe dide cihê doktor, li
derî dide û diçe oda
doktor.
Doktor
dibêje; ”te xêr e tu
dîsa hatî? Nexweşiya te
çi ye?” Mêrik dibêje;
”doktor min hişê xwe
winda kiriye. Tu vêga
tiştekî ji min re bêje
ez paşî deqîqeke ji bîr
dikim. Ez xwarina sibê
nîvor ji bîr dikim, ya
nîvor jî êvarê ji bîr
dikim. Ez ji malê der
dikevim nizanim vegerime
mala xwe. Gelek caran ez
navê jina xwe û zarokên
xwe ji bîr dikim. Ez
hatim ku tu dermanekî ji
nexweşiya min re
bibînî”.
Doktor
weke cara pêşî ji mêrik
re dibêje; ” here perên
lê nêrînê razêne û were
ez ê li nexweşiya te
binêrim”. Mêrik diçe
perên lênêrîna xwe dide
û bi paş ve tê. Doktor
ji keçika ku li ber
destên xwe kar dike re
dibêje; ”keça min qutiya
numara 8 bîne” mêrik
dema navê numara 8
dibihîze ji doktor re
dibêje, ”doktor di
numara 8 de gû hebû, tu
dîsa dixwazî gû bidî
min?” Doktor ji mêrik re
dibêje, ”baş e hişê te
hate serê te êdî tu ne
riya mala xwe û ne navê
jin û zarokê xwe ji bîr
dikî, raba tu baş î û
here mala xwe.
Vêcarê hê
xirabtir li mêrik tê û
nizane çi bike ku
bikaribe perên xwe bi
paş ve bigire. Hemû
curên nexweşiyê di serê
xwe de dibe û tîne paşî
li ser nexweşiyeke ku ne
mumkun e ku doktor
derman jê re bibîne
disekine û berê xwe dide
cihê doktor mîna berê li
derê dixe û diçê jûrê.
Doktor ji ber radibe û
pirsa hatina wî dike.”
Tu vêcarê ji bo çi
hatî?”
Mêrik
dibêje; ”doktor derdê ku
bi min ketî, xwedê nede
dijminên min. Ez ji
mêraniyê ketime, tu
rayên mêraniyê bi min re
nemane. Ez wisa ji
mêranî ketime ez êdî
nikarim çêran jî ji kesî
re bidim. Berê min rojê
ji 10 kesan re dida
çêran bi wane re min şer
dikir û paşî ez diçûm
mala xwe, vêga ez ne
dizanim şer bikim û ne
jî dizanim çîran bikim.”
Doktor
mîna herdu carên din
dîsa ji mêrik dixwaze ku
perên lênêrînê razên û
were da ji derdê wî re
derman bibîne. Mêrik
diçe perên xwe dirazênê
û tê ba doktor disekine.
Doktor li mêrik dinêre û
gazî keçikê dike; ”keça
min here qutiya numara 8
bîne”. Çawa dengê navê
qutiya 8 tê mêrik hemû
perên ku dane doktor ji
bîr dike û dest bi çêran
dike. ”Doktor ez di nîvê
qu ...diya te kim, kurê
qehpikê, ma ji qutiya
numara 8 pê ve li ber
destên te tu qotiyên din
tune ne? Hey qûnekê kurê
qûnekan, bê manûsê kurê
bê namûsan de ji min re
bêje!”
Doktor ji
cihê xwe jî ranebe û bi
aramî bersiva wî
dide;”baş e mêraniya te
hate te, tu dîsa dikarî
ji xelkê re çêran ji
bidî û tiştê din jî li
malê bike. Here û careke
din newe gû nexwe. Mêrik
diçê û careke din bi paş
ve venagere.
Eva ya ku
ez, van kesên ku Tirkiye
bi rê ve dibin di rewşa
”lehengê” numara 8
dibînim. Her cara ku
gefan li kurdan dixwin û
êrîşî wan dikin ji cara
pêşî xirabtir vedigerin.
Lê weha diyar e ku
”lehengê” gû xwarê
qutiya numara 8 ji wan
biaqiltir e. Ji ber ku
cara çaremîn naçê ba
doktor û dizanê ku bê
sudgirtin dê dîsa vegerê
û zêde naxwaze bi gû
xwerina xwe re zerarê
bibîne.
Lê ev
”serok, serkêş,
rêvebirên û aqilmandên”
tirk dê heta kengî
bixwazin dermanê qutiya
numara 8 tahm bikin?.
Kamran
Simo Hedilî
11.09.2007