Werin, werin
ji bo yadî nû û bîranînên min ên
raberdû,
strana şoreşê,
strana rizgariyê û strana azadiyê
bistrênin.
Bi dengê
bilindtir bi hestên germtir
bistrênin û zûtir stranê bidine
bihîstin.
Strana
serhildanê dixwazim ez. Peyvên wê
mîna artêşa azadiyê di dilê mirov re
derbas dibin.
Tîpên wê di
hevokan de pergala şer digirin. Di
xewnên şevê de dizê kuştina jînê
digire. Bêhna kulîlkên serkeftinê
pêşkêş dike.
Di herika
stranan de hûn awaza vê stranê kêm
distrênin. An hûn zêde têr bûne û bi
we re hestên şikandina nîrê dîlîtiyê
çênake? Strananîna rojê û
belavkirina reştariyê bistrênin da
we hestyar bike. Ji xwe bi xwe re
bistrênin bi deng an di dilê xwe de.
Ji hemsalên xwe re bistrênin û
zarokên derdorên xwe fêrî vê stranê
bikin.
Bistrênin
da dengê êş û tahliya şirqîna
giraniya lalên, di lingên dîlan de
werê we. Bistrênin da hûn di stranê
de îşkenca girtiyan bibînin.
Gulebarbûna pêşengên xwe û
binberkirina wan bibînin. Bistrênin,
strana gula pêşî li singa neyar ketî
bistrênin, ne stranên çêkirî û sexte.
Strana Egîdan bistrênin, strana ku
ew dilêr bi pîroziya wê bawer bûn.
Bi dizî û bêdeng we dest bi strana
xwe kir. Êşa bi dengê bilind ne
strandinê dikişandin. Hûn bi dengê
bilind bistrênin.
Ez û hûn bi
dilopên xwînê û rondikên çavan
dilovanên evîna wan in. Pêwîste em
vêga bi dengê bilind strana wan
bistrênin û di guhên ker de bidine
bihîstin. Jana bêdengiya wê demê kal
û pîr naxwazin bibîr bînin û nayê
bîra zarokan jî, destpêka destana
çirûsk di rûbarê berxwedana lehengan
de bûyî birûsk.
dil
nefela
baran lêhatî
hestên me
xunavgirtî
hatinên dûr
li mirina
lehengên bênav dinêrin
çirûskên
hêviyê direcifîn
di cîhana mêjiyê me
de
bêdengîyeke giran
giran hebû
ronahiya nûvejînê
bi kulîlkên awirên
heyvê
di nav kirasê bê
hêvîtiyê de
xwe berdide
ser bêdengiyên
di malzaroka evînê
de
hezkirin û hêvî
hişyar dikir
çirûska GELAWÊJÊ
bayekî nerm û nazik
li gerdûn digerand
piste pista kulîlkan
bû
mizgîniyên şîn û
şahiyên
dê bên didane hev
dilên
di bîra evînê de
tirsiyayî
rondikên
hezkirinê dibarandin
destên ji hev
qetandî
ber bi hev direviyan
ramanên kelemçekirî
zincîr diqetandin
bi agirê azadiyê
mexalê dîlîtiyê
dişewitandin
di malzaroka evînê
de
bi sedan siwarên
cengê
li hev diqulibandin
ew dem nayê
bîra zarokan
demeke
melûl melûl…
mezin
naxwazin bi bîr bînin
nêrînên
mirî
di gevzoka
gera bêbinî de
dans dikirin
di pêşbirka
xulamtiyê de
bi
hev re şer dikirin
koma heyî jî
balav dikirin
zarokên hêviyê
ajotine ser rastiyê
şoştin
guman û mij
bi hêza ronahiyê
êdî fireh in
gavên me
û dengên baweriyê
dengên îro
nayêne bihîstin
li ser lêvan
afirandin ev jiyan
xunava dilê me
anî
ewrên dûr dûr...
yên çav şil
yên li zengilê
dîlanê dixin