Li kenarên jînê li
mijrojeke payîzê bi dengê stranên
dilşewat ên dengbêjekî serhadî
em dixwazin hemû êş û
kovan û hezkiriyên xwe bicih bihêlin
û herine cihekî dûr pir dûr.
Lê tu deman bê ku em
wan bi xwe re bibin, em vê nakin.
Ji ber ku çeranûsa me
û ya welatê me bûye yek.
Di nava xwe de bi
rojan neqişê welatê ku em dixwazin
herinê, em bi wênekêşiya xeyalên xwe
wênên wî dikêşin. Çaxê ku dema
xetirxestinê ji êşan hat û berê
qiblenama dilê me kete benderên din,
di wê demê de çavên xoşewîstan, jan
û êşên me di nîvê dil de dijenin. Em
her tiştî bi cih nahêlin û nafirin,
evîn nahêle em bê wê herin.
Di van şevên lacîwerd
de li nav dengê tirsa kevokan bi
sedan stêr di ser serê me re
dişemitin.
Bi rewşa ku em ketine
nav tirsa dengê Askê bê ku em rengê
çavên mirinê zanibin, navnîşana
mirinê bi dehên ceran tê pêşberî me.
Her carê mîna bayê
evîne têkçûyî ku riya xwe nizane, em
xwe berdidin nav şepolên rûbarê
nediyar. Caran di bîranîna evîneke
bê qisûr de em berdidine xwe û li
xwe digerin...
Ji asoyeki ber bi
asoyê din ve, xeyalên xwe difirênin
dûr hê dûrtir bi hesreta agirê
parzemînên din em dişewitin.
Lê piştî şevên
bêhijmar, hemû hêviyên me di
esmeriya asîmanê tarîtir de
difetisin. Evînên me û tiştên me bi
cih hiştî, keştiya xeyalên me
dişewitênin û dikine xwelî.
Ev evîn, evîneke
wisaye, derbê li dil û mîjiyê dixe.
Ji ber ku em bi paş ve vegerê jî
nikarin bikin, helbest û stranên hê
bêhnferhtir û hê aramtir tu caran em
nanivîsin û nastrênin.
Em çi bikin bêsud
wergirtin dimîne ji ber di vê cîhanê
de êş û xiyanetên ku mirov xeyal
neke hene. Bi serde di tu deman de
mirov nikarê dilê xwe derîn û êşên
bêmafiyê ji derxê û bavêje.
Di rewşa vê zilmê de
jiyan di dilê zarokan de diqermiçe.
Ji nav dilopên ava rondikên dayîkan
û hevokên me bêxwedî hiştin refên
feriştan ji nav wan difirin. Careke
be jî ku em zanibin ji kendalê êşê
re bigirîn, di bin tarîtiya Kemalîst
û nijadperestan de emê berxwedana bi
hezaran giyanan bibînin.
Ji ber vê sedemê ye
evîn û feriştên ku me bi cih
hiştine, her derên ku em diçinê
pêşî ew me pêşwaz dikin. Em li gelek
welat û parzemînên cûde bi piyên xwe
digerin, ne bi hest û ramanên xwe.
Bi çûna xwe re, gêj
gêj em li paş xwe dinêrin.
Lal dibin. Zimanê
me di devê me de ziwa dibe. Di nav
tofana bîranînan de em xwe dibînin.
Bi çûnê re hemû hevok wateya xwe
winde dikin. Em wateya xwe jibîr
dikin. Li ber sermê dilê me
bêparastin dimîne, giyanê me
dicemide.
Li
parzemînên dûr heroj dilê me gulebar
dibe. Bi dilê ciwanên ku hê evîn
hembêz nekirin re... Jîna ku jê re
jîn dibêjin, heroj em di nav de
dirizin û ber bi mirinê ve diçin.
Di destên me de bi
tenê xemrevîniya ku evîna pêşî didê
dimîne. Rawestana me bi helbest û
stranên xwe li pêşberî vê nehezkirin
û zilma dinyayê dimîne. Ligel
rûreşiya Naziyên nû, evîn disa di
her demê de dibe şahidê me ya herî
sipehî û bedew .
Ev evîna kesî nedîtî
û nabînin, di jiyanê de zarokê evîna
herî xweşik e.
30.09.2007