-Rola Dezgeha Sema di ware
pêşxistin û alikariyê bi tere çiye …?
-Bi rastî ez dibînim ku ev Derketina
min bi vî awayê xurt ji ber
piştgiriya Dezgeha sema ye . Dema
ez hatim vexwendin ji aliyê Dezgeha
Sema li Dubey , bo beşdarî Ahenga
Newroza 2007 an Li Dubey bibim . ew
Newroza Ku di bin çavdêriya Revenda
Kurd li Imarata Erebî û Dezgeha Sema
hat li darxistin . bi rastî
beşdarbûna min di wê Ahengê de bû
sedemê geşbûna Stêra min .
-Hatina te ya Herêma
Kurdistana Azad ku yekem care te
çi Hest kir …?
-Bi rastî ez nikarim hestê xwe
bînim ziman ji ber ez bi hesreta
dîtina Axa kurdistana Rizgarkirî
bûm , ev xewna min bû ku ez rojekê
ji rojan werim vêderê û li bajar û
gundên Kurdistanê bigerim . çi Duhok
..Suleymaniyê ..yan Hewlêr , min
dixwest ez bibînim û va ew xewna min
bi çîh bû , niha ez li Duhokê me û
ezê herim Hewlêr û suleymaniyê jî
bibînim .
-We Konsertek li Bajarê
Duhokê li Darxist gelo ew Konsert
çawa bû ..?
-Belê min li gel Hunermend
Abdulqehar Zaxoyî ew Konsert li
darxist bê goman ew konsert di bin
çavdêriya Vîn TV de bû .. cihê
şnaziyê ye liba min û gelek kêfa min
xweşkir wexta min dît ku li tevayî
Kurdistanê û bi taybetî li Duhokê
Cemawerê min heye û min nas dikin û
bi germî pêşwaziya min dike .
-Me bihîst ku te li gel Vîn
TV girêbest imze kiriye gelo çi
xalên wê girêbestê ne …?
-Belê raste min
Girêbest imze kir bi Vîn TV re . û
li ser Du salan emê pêkve kar bikin
. û wê pirojeya me ya yekem piştî
şeş meha dest pê bike .
Ew jî Amadekirina CD ya min ya
diweme ., ev CD wê hemî mesrefa wê
. Vîn TV bide û çi karê di derbarê
wê de wê ew pê rabin û her weha wê
çend Stran werin Hilbijartin û wê bi
şêweyê Kilîpa werin Tomarkirin . ez
dixwazim bêjim ku ev Girêbest li ser
razîbûna me herdû aliya çêbû , pir
bi hesanî û nermî û bê mercên Zehmet
me li hev kir û li vir ez gelek
Sipasiya rêvebirê Vîn Tv dikim
rêzdar Kawa rêkanî û her weha
karmendên Vîn TV bi rastî gelek
Hêjane û xizmeteke Baş dikin ..
- li gora dîtina te gelo wê
Vîn TV çi li ser Televizyona Kurda Zêde
bike..?
-Bi rastî wek min dît ku Vîn TV pir
Alîkariya Hunermendên kurd dike û
bercewendiyê hunermenda diparêze
bêtir ji ya xwe . mebesta wan tenê
ewe ku huner û hunermendên kurd pêş
bikevin û ev jî cihê sipasiyê û
destxweşyê ye .
- Em te sipas dikin û tu çi
dixwaze di dawîya vê hevpeyvînê de bêje
keremke …?
-di dawî de ez dîsa sipasiya
Semakurd dikim û dîsa ez dibêjim
Alîkariya min gelek kir û ez dame
naskirin û navdarkirim . her weha
Malpera Semakurd jî bi wê role rabû
ji ber Malpera we Semakurd gelekî tê
şopandin li Rojavayê Kurdistanê (
Sûrî)