Mûzîk  

Video

Wêne

Helbest

Rêziman

Navdar Navên kurdî Lîsk Çîrok Meselok Pêkenok Link

 

Bavê bê dayik zayi

Helbest

Kamran Simo

 
Auslender beg
Helîm Yusiv
 
Cejna mamoste
Ebdilqadir Egîd
 

 

 

 

 

 

Auslander beg, dibe bav

 

 

Helîm Yûsiv

 

Berî ku berê xwe bide derveyî Welêt, mal dabû ber firotinê û pêre jî dest bi danheva nemreyên telefonan kiribû. Kesek ji nasên wî û nasê nasên wî li Elmanyayê nema û telefonî wan nekir.Di encamê de gihijtibû hinek baweriyan. Hatina bi zarokên pir re şerpezebûne, weha jî hatina bi tenê zore û zû mafê rûniştinê bidest naxîne. Ya herî baş ewe ku jina wî di balafirê de yan di balafirgehê de biwelide, da ku di cih de mafê rûniştinê wergire, madem zarok li ser erda Elmanyayê çêdibe. Bihîstibû ku qanûnên wan wisane. Ewrupayî jî, berevajî me, bi qanûnên xwe ve girêdayî ne. Ev agahî hemû ji cîranekî xwe ku berî wî bi du salan hatibû Elmanyayê bihîstibûn. Cîranê wî berdewam dikir :

- Min bixwe wilo kiribû û niha bi xêra zaroka xwe min mafê rûniştinê stendiye. Cîranê te li vir bûye beg. Lê divê tu baş meselê iyar bikî ha. Yê min jina min di balafirê de qolinc hatinê û eyn di balafirgehê de welidî.

Ji wê rojê de jina xwe xistibû hundir û du sê caran rojane pêre radiza û di ber re ji jina xwe re digot :

- Ev car nebû carek din. Ma karê min çiye. Divê ez vê mehê zik li te biwerimîn im. !

 Weha jî ji yê qaçaxçî xwestibû ku di meha nehan de wî bişîne Elmanyayê.Her tişt li gor dilê wî  meşiya. Roja dawî xatir ji cîranekî xwe yê xort xwestibû. Cîranê wî yê xort jêre got :

-         Me jibîr neke ha. Nemra Telefona xwe ji min re bişîne. Kî zane, dibe ez jî li pey te bêm.

Bi kêfxweşî li cîranê xwe vegerand :

-         Ma ev gotine cîran, bixwedê çawa wî cîranê me yê li wir teqsîr nekir, ez jî  ji hêla xwe de teqsîr nakim.

Ji kêfan re nizanîbû wê rojê çi bike. Jixwe bawer nedikir ku wê xewna wî bicih bê û wê ji vî halî heta hetayê xelas be.Roj li nav hev xistibûn. Nema zanîbû çend roj mane ji welidandina jina wî re. Di balafirê de ji jina xwe dipirsî :

-         Ma qolinc nayên te.?

-         Na.

-         Ya rebî ya îlahî, îca wê çawa be ?

Li balafirgehê kêfa wî hat gava ku xwêdan bi jina wî ket. Dîsa jê pirsî :

-         Nebêj qolinc nayên min.!

-         Na wele, ez ditirsim. Çawa emê bi lingên xwe herin cem polîsan ?

-         Keçê polîsên Elman, ne wek yê ereb û tirkanin ha, netirse.

Gava nerî ku qolinc nêzîkî jina wî jî nabin. Berê xwe da avdestxana balafirgehê û weke ku yê qaçaxçî jêre gotibû, pasaporta xwe û ya jina xwe qetand û avêtin. Çû cem polîsan. Dem derbas bû û ew şandin kampê penaberan. Li wê derê, li cîranê xwe rast hat. Ji wî weye ku hatiye pêşiya wî, lê gava naskir ku cîranê wî jî li wêderê bi cih dibe, devê wî jihev ma:

-         Cîran beg , mane te digot …??

-         Erê wele, ne ji zarokê ba niha em vegerandibana Îtalyayê û yek rojê jî em li vir nedihiştin. Xwedê zane wê em ji wir jî vegerandibana Welêt.

-         Naxwe wilo !

Meha din li kampê penaberan jina wî welidî. Heta roja îro jî mafê rûniştinê bidest neketiye. Berî du rojan cîranê wî yê xort ji Welêt telefonî wî kiribû. Gazin jê dikirin ku ew jibîr kiriye :

-         Ez jî têm cîran. Ma tu çi dibêjî ?. Gerek tu xwe ji ber min nede alî lo. Te soz daye ku tu teqsîr nekî.

Auslander beg  ling danîbû ser ling û bi telefona xwe ya dest serbilind bû :

-         Erê cîran. Malê bifroş û zû bizewic. Baş iyar bik ha, ku jina te di balafirê de yan jî li balafirgehê biwelide. Hayê te ji qurmîşkirinê hebe, ew ji tevdî giringtire yana wê wek cîranê te li te bê. Qurbana çavan cîran hayê te ji iyarkirinê hebe. Ew berî her tiştiye.

*          *          *

Ev kurteçîrok ji xelekeke çîrokan bi navê Auslander beg  hatiye girt in.(nivîskar

 

 

 

 

 
   
 

Webstats4U - Free web site statistics