|
PÊJNÊN LAŞÊ
MIRÎ

ez
li seqema
zivistanên xopan
dergevanê ber
deriyê
asoya havîngehên te
me
di fala qehweya
esmer de
li şewqa rûyê te yê
fîncanî
digerim
dil û kezeb
li kelkela
bêrîkirina evînê
hatin biraştin
yasemîna guldanka
dilê çilmisî
bi hêstirên êşa
bîranînan
av didim
li ber bayê pekîna
gavên te
di derûniya giyanê
xwe de
kaş dibim
ji salnameya temenê
wêran
keser û nalîn
dipale ser sîngê
min
wêneya siya bejn û
bala te
li gerdena
rawestgehên meyxaneyan
dineqişînim
ji piyala dest û
lepê serxweşan
meya awirên te yê
efsûnî
dinoşim
ji rengê hineya
kefa destê te
bêhna hesreta min
difûre
di dûmanê cixara
xeman de
noqî deryaya
şefaqên te dibim
li ser balgiya xewa
şevistanan
mişextî xewn û
xeyalên te dibim
tu
li ser rafa koşka
dil
çirûskên finda
kerba şeven min î
êdî bese were
qêrîn û hawar
di gewriyê min de
fetisî
bi neynokên eşqa
dilê xwe
êşa perdeya giyanê
min
bidirîne
veçirîne
di hêlîna kenê
şermok de
awirên min yên sêwî
bihewîne
cemeda hestên
tevzînok
bi hilma henasa xwe
bihelîne
ji kaniya bostanên
xwe
bereketa
xwedawendan
li ser şuva bedenê
min
bibarîne
bihareke bi gula
helbestan dagirtî
diyarî jana dilê
min bike
pêjnên laşe mirî
bi lezeta zimanê
hingivî
û bi maça lêvên
qedîfe
ji nû ve
vejîne
Xizan Şîlan
18-09-2007
Stockholm
|