Mûzîk  

Video

Wêne

Helbest

Rêziman

Navdar Navên kurdî Lîsk Çîrok Meselok Pêkenok Link

 
 
 
 
 

 

 

Mahsum Nisêbînî

 

Zimanên janbizêr

 

 

 

 

Lorînên xewê

ji dengê pênûsên dîrok şerm tên

razana çavên vekirî

xemsarî şiyariyê dibe

zimanên janbizêr

li tenikiya hestan diçêrin

guhên bê parzûn

ji gotinên kerşînî neqrîk didin

dek û dolabên ez eziyê

raqsa kenê rondik rêj li jiyana min

dide

vedana kiryarên rûgeş

hêviyên cenga dil xweş

ramanên rast livî hevbeş

ji destên bi xwîn diçepin

dîtinên me yên xewar bi çengelê maf xwiran ve

diçin

aqilê tiwîjikî bê ber

ji melûliya hiziran dirijin

û ji şevên bê elend re

dibe gepa devê çavên sor

hilatina rojên biharîn

qeşa şevên dîlitiyê dihilînin

rewşêşa bi pirs

guhbêlî bersifçarên lehengvanan

dibe

 

26. 09. 2007

 

 
 
 
 
   
 

Webstats4U - Free web site statistics