|
Dilo

Mahsum Nisêbinî
Nizanim li kume
hê dibin siya tirsên
firandî de
wêrekbûna gelê min
hesiriyê
û li dirama cîhaheka
nedî
diponije
ji min re bêjin
em çibikin ji
jiyaneka bê sut
û nedî
em çibikin ji der dê
hişê kulek
û mirî
em çibikin ji
belengaziya xwe
xapên û girî
em çibikin ji roniya
bi pifa tariyê
nepixî
û ji durucikên bext
xwarî
em çibikin ji zikên
giviştî
û yên têrî çav birçî
em çibikin?
em pêşiyên li pêş
li ciwaniya xwe
pîrbûn
kirinên ne kêr li me
vedan
û aqil li ber ava
zîncîrên
zewirdayî diçin
baweriyên stewr
dev mîjokî laş bûne
dilo
Mahsum Nisêbinî
28 Tebax 2006
|