Mûzîk  

Video

Wêne

Helbest

Rêziman

Navdar Navên kurdî Lîsk Çîrok Meselok Pêkenok Link

 
 
 
 
 

 

 

Homa

Gulnar Elî

 

Li welatekî bêxwedî
Li warekî
henas,..
kederistanan dibêjin
Hawar
dîmenê zarokekî,
gulwazeke bêdeng e
Li berbangên
berbendistanê
şahî, çavan dibarîne
Îske îskên baranê
Kerb. bar nakin
Bareya birîna te
Û…
Kevîzinarên min
Vehûnana.. domana çavên te ne
Evîndarê bêyar e
têhna helbestê


strana morkek

şîn
birîn
kesk
girîn.

Geşbîn
Zivri , diçe..
Poşman
şermîn
westiyayî
Reşeheyv..!
Eşq.. ax e
Ax,
axîna heyvê
perdaxa bêrîkirinê ,......


Homa,..
Ewir rijand
Ji şînê
TIYAMAT afirand
Li ezmanê henasa
hêlîna min de
Navnîşana..
evînê
Memistana
Herdû çavên te ne..
Zêmar in
Rûbarek sala buhurî
Ji rondikên te..
Diherrikî
….
kevala
helbest ê

 

 

 

 
 
 
 
   
 

Webstats4U - Free web site statistics