|
NÛSALEN
PÎROZ

Pêlek din jî li deryaya
gerdûnê
xelek vedide…
xweziyên bextpşî
tevgerên piroz himbêz dikin
qonaxên nûjen
hevokên xwar di zikê dirokê de
dirizînin û rûpelên lêvkenok
govenda weşanê li dar dixin
sersalên min
di raqsa roniya rojan de
bi iskîniya şevan diçin
pelên deman ji sawdîmenên tal
yeko yeko ji dara temenê birçî
diweşin…
mehên dilovan
di dawa salan de
bi liva mejîreşan xwînrêtî dibin
fitlên demsalan
bi gurmînên çiya herijî
bi çûkên dengkujî
û bi rondikên çemên ziwa dengijî
li ser cîgera min a xaksotî digerin
hê bedêla kenê nûsalan
di vekirin û dîtina deriyê ramanên xwe
de
datînim
birûskên nava min
req-reqa zorbarînên ewran dibilîne...
hêzroniya lehengên bê kêl
ricfa sar bi tehna rengîn dixin
û hesret birînên tije bi bilindbûna
dengê azadiyê şah dibin...
26. 12. 1007
Mahsum Nisêbinî
|