Hun bi xêr hatin malpera  amûdê                         www.amouda.com                          ÇåáÇ æ ÓåáÇ Èßã Ýí ãæÞÚ  ÚÇãæÏÉ     

 

Medya kurdî

Medya Turkî

Medya Farisî

Medya Cîhanî

Medya Erebî

 

Þã ÈãÑÇÓáÉ ÇáÃÏÇÑÉ

Wêne

Helbest

Rêziman

Navên Kurdî

Navdar

Muzîk

Video clîp

Lîsk

Çîrok

Meselok

Pêkenok

Lînk

TV Live

Radio

 

 

Antolojiya çîrokên kurdî

 

 

 

   
 
 

Gava bi dûr di keve

 Wergêr: Abdulkadir Musa

Helbest: Mahmûd Derwîş

 
 
Dijminê ku çayê di holika me de vedixwe
Mihîneke di dûmanê de heye û keçeke bi ebrwên bi tov.
Du çavên qehweyî û porekî dirêj mîna şeva strana
li ser milan û wêneyê wê ji wî cuda nabe
i çaxa hate ba me û çayê xwest lê belê ew
li ser mijûlbûnên wê yên di êvarê de û li ser
mihînekê ku stranan ew li jora gir berdaye
ji me re napeyive..../

***
Di holika me de dijmin ji tivingê vedihese/
Ewê li ser rûnişteka bapîrê min dihêle û ji nanê me
dixwe weku ku çawa mêvan hinekî xilmaş dibe
Li ser rûnişteka Xeyzeran û dilsojiyê bi pirça
kitika me dike û herdem ji me re dibêje:
Gazinca ji qurbanê nekin!
Em jê dipirsin:Ew kî ye?
Dibêje:Xwîneke ku şer wê zuha nake....../

***

....Bijkovkên kirasê wî diçirisin gava bi dûr dikeve
Êvar baş! Û silavê li bîra me ke
û li aliyê hejîrê û hêdî bimeşe li ser siya me
di zeviyên çeh de û silavê li selvî ya me ya li
bana ke
û dergehê malê di şevan de vekirî jibîr neke û tirsa
hesp ji balefiran jibîr neke,
û silavê bi me de,li wira, ger kat hebe..../

***
Ev bû gotina ku me divat li ber dergeh bibêjin....
ewê baş dibihîze baş û wê di kuxuka bilez de vedişêre
û wê tavêje aliyekî
De çima her êvar serî li qurbanê dide?
Pendê me mîna me jiber dike,
û sirûdên me bixwe dûbare dike,
ji ciwanê me bi xwe li cihê pîroz?
ne ji demançê ba
wê bilûr tevlî bilûrê biba...../

***
...Ceng bi dawî nabe dêmekî xak di me de
li xwe digere!
De em dilpak bin dêmek ji me dipirsî
De em li vira dilpak bin û heldest ji
Pîlotê"Yîts"re dixwend: Ez ji yên ku
di ber wan de şerdikim heznakim, her weku
dijminayiya yên ku şerê wan dikim nakim....
Û ji holika me ya darîn derdikeve,
û heştê mitrî ta
mala me ya kevirî li wira li kêleka
deştê dimeşe..../

***
Silavê li mala me ke Xerîbo!
Tasên Qehwe ya me hê di halê xwe de ne.
Ma tu tiliyên me hê li ser wan bêhn dikî?
Ma tu ji keça xwe ya xudan gulî û ebruwên
bitov re dibêjî ku dostekî wê yê nediyar heye,
bi hêviya serdana wê ye, ne ji bo tu tiştî....
Lê belê ji bo derbasî neynika wê bibe
û nehîniya xwe bibîne:
Çawa bi dû wî de temenê wî didomand
ji dêvla wî ve, silavê li wî ke
ger kat hebe..../

***

Ev bû gotina ku me divat jê re bibêjin,
ewê baş bibihîze û wê di kuxukeke
bilez de vedişêre,
û wê tavêje aliyekî û bijkovkên
kirasê wî diçirisin gava bi dûr dikeve....

 

 

 

ÇáÐåÇÈ áÑÆíÓíÉ ÇáãæÞÚ

ÚÇãæÏíÇÊ

ÇáÊÇÑíÎ

ÇáãÔÇåíÑ

ÇáÑíÇÖÉ

Íßã æÇáÇãËÇá

ÇáÍæÇÑÇÊ

ÇáÚÇÈ

ãæÓíÞì

ÝíÏíæ ßáíÈÇÊ

äßÊ

Ïáíá ÇáãæÇÝÚ

ÊÑÌãÉ ÝæÑíÉ

ÚÌÇÆÈ ÇáÏäíÇ ÇáÓÈÚÉ

ÔæÝ ÚÇãæÏÉ ãä ÇáÝÖÇÁ

ÎÑíØÉ ÇáÚÇáã

äÏÇÁ Ïæá æãÏä

ÚÏÏ ÓßÇä ÇáÚÇáã

ÇßæÇÏ ÇáÌÇÝÇ

ÇáØÞÓ Ýí ÞÇãÔáí 

 

Webstats4U - Free web site statistics