|
FEQIYÊ TEYRAN

» Ay dilê min ay dilo
» Dîlber
» Ez
Ay dilê min ay dilo
Dil ji min naket xeyalan
Bûme perwana şemalan
Bêriya husn û cemalan
Ay dilê min ay dilo
Can ferît im te nabînim
Deftera işqê bixwînim
Serxweş û sukran û dîn im
Ay dilê min ay dilo
Serxweş û sukran û mest im
Efa’lê eswed digestim
Sebr û aram çûn ji destim
Ay dilê min ay dilo
Sebr û aram û sikon e
Baziyê nav lê ’uyon e
Dil ji pencan kirbû xwon e
Ay dilê min ay dilo
Bazê me krî sikince
Girtibû ez bi her du pence
Min mûdan dil jê bi renc e
Ay dilê min ay dilo
Hêstirim barîn ji xwînê
Sotim ez derdê evîne
Kes ji min neket yeqînê
Ay dilê min ay dilo
Dax û kovan bê hesab in
Mihnet û eyş û ezab in
Xem ji qelbê min venabin
Ay dilê min ay dilo
Van deman yek carî xwarim
Dîn kirim dîne bi har im
Agirê işqê bijarim
Ay dilê min ay dilo
Agirê işqê û pêt e
Her kesê dê kes navête
Demekî naket tebête
Ay dilê min ay dilo
Demekî naket qerar e
şev û roj ahî û zar e
Ez xelas bûm bûme dar e
Ay dilê min ay dilo
Rey û tekbîrim xilas bûm
Zilfê çokan çep û rast bûn
Gelew kazin bê qiyas bûn
Ay dilê min ay dilo
Sîne ey hubê herişte
Bi agirê işqê birişte
Qet li min nayên nivişte
Ay dilê min ay dilo
Sîneya hubê sidûr e
Dax bi dil kovan û kûr e
Wan hemiyan dil ji nûr e
Ay dilê min ay dilo
Wan hemiyan agir di nav bit
Min ji daxan dil zirav bit
Bê hisab şîşe di nav bit
Ay dilê min ay dilo
Bê hisab şîş lê kişande
Hûr kiro misk lê reşande
Nezera zer şeh veşande
Ay dilê min ay dilo
Nezera sahib nezîra
Teşbîhê berqê di şîra
Dame ser gezmê di tîra
Ay dilê min ay dilo
Gezmeyan carek hinavan
Hûrtira ejnû û nûgavan
Tarûmar kirbûn ji gavan
Ay dilê min ay dilo
Tarûmar kir can û cism e
Pisyar in cîran û xizme
Ev xizmet babet tilisme
Ay dilê min ay dilo
Mîm û hê wesfê xwe hilda
Xweş mêsal in çûn di cilda
Cerh û kovan çûn di dil da
Ay dilê min ay dilo
DÎLBER
Ey Dîlbera gerden zerî,
Way nazika dêm qemerî,
Qamet ji mûma fenerî,
Wêran ezim, malim xirab.
Ey Dîlbera gerden letîf,
Way nazika qamet elîf,
Qamet ji reyhana xefîf,
Wêran ezim, malim xirab.
Ey Dîlbera gerden zuzac,
Way nazika mislî zuzac,
Qamet ji reyhana qirac,
Wêran ezim, malim xirab.
Ey Dîlbera qamet misal,
Way nazika dilî hejar,
Te ji xandinê kirim betal,
Wêran ezim, malim xirab.
Ey Dîlberê, way Dîlberê,
Firyad ji destê keserê,
Avik ji ava Kewserê,
Wêran ezim, malim xirab.
Ey Dîlbera gerden zirav,
Dêm şûşeye, tijî gulav,
Ey duxtera bejna zirav,
Wêran ezim, malim xirab.
Çavan ku hiltînî bi meste,
Ew çend ya misrî bi deste,
Li kuştina min te bi qeste,
Wêran ezim, malim xirab.
Tu bi qesta min dikujî,
Tu bi k'ifra di nosojî,
Gelek sotim kirim rijî,
Wêran ezim, malim xirab.
Gelek sotim, kirim kşibab,
Kirye bi min, sed reng xirab,
Ya leytenî kunrû turab,
Wêran ezim, malim xirab.
Ya leytenî kunrû ve xar,
Wey nazika min te ji dûr,
Bêhiş kirim zilfê di hûr,
Wêran ezim, malim xirab.
Bêhiş kirim zulfê du reş,
Biskê siyah, bîhnê di xweş,
Ey duxterê, çapik bi meş,
Wêran ezim, malim xirab.
Bêk'êf kirim zilfê du reş,
Biskê siyah, zilfêd qemer,
Eşq û muhbeta min li ser,
Wêran ezim, malim xirab.
Sotim, biraştim bê hesab,
Lê pirsî bo kirme k'ebab,
Kirye bi min sed reng ezab,
Wêran ezim, malim xirab.
Sibhan ji şahê bi tenê,
Xalik li xala gerdenê,
Ez dîn kirim berdam dinê,
Wêran ezim, malim xirab.
Eşqa mezac peyda bûye,
Îro li min dijwar bûye,
Hîvî dikim heqîqiye,
Wêran ezim, malim xirab.
EZ
Îro ji dest husna hebîb sergeste û heyran im ez
Min eşq û muhbet bûn nesîb sewadê sergerdan imlez
Eşqê gelek sewda kirin bê mal û bê mewda kirin
Nûra çira winda kirin Mûsayê Imran im ez
Mûsa ji dest husna bi nûr şêrîniya xalên di hûr
Secde bire ber Kohê Tûr nêzîkî remzê wan im ez
Remzê ku dê dilber bikin carek bi çeşman seyr bikin
Dê kohê Qaf ker ker bikin mecrûhê pir-kovanim ez
Min ah ji dest kovan û qehran min sebr nayêt li sehran
şubhetê mewcên di behran qulzemê umman im ez
Qulzem û behrên di heftê agirê eşqê ku keftê
Dê bisojit subhe neftê min diye, pê zanim ez
Min diye muhbet çi reng e sohtim edoja pir-ye'ke
Min mudam dil jê biheng e bi nalîn û efxan im ez
Nalîna teyr û tuyûran kalîna çeng û bilûran
Xulxulên di qesr û qusûran bulbulê xoşxan im ez
Bulbulim daîm dixwînim ez yeqîn ez te bibînim
Dîn dibim sewda dimînim serxoş û sukran im ez
Serxoş û ebter kirim te ji illeta rengzer kirim
Te sotim û ker ker kirim tu agir î buryan im ez
Agir û pêta di dil da me'neyan daxan ku hilda
Ew kitab naçit du cilda hafizê medhan im ez
Hafizê medh û pesendan rohiya mehbûb û rindan
Bê hisab werbûn di findan satiyê bêcan im ez
Soti me qet pêt û nar ne kuştîme derb lê diyar ne
Min demek sebr û qerar ne nexweşê pir-jan im ez
Nexweşê reng lê nemayî dest li ser falê nihayî
Wan digot ji çavê giyayî kûştiyê e'ynan im ez
Kuştime herdu 'uyûnan yan kî yêd nisbet ji nûnan
Radikit ew qetl û xûnan girtiyê zindan im ez
Girtî me insaf di mîr ne qazî û muftî ve bîr ne
Qeyd kirim kes bê xebîrne bendeyê hicran im ez
Ma di benda firqeta te canfidayê xidmeta te
Da bibînim rehmeta te nobedarê xanim im ez
Nobedarê qullehê xo dergevanê dergehê xo
Bîne bîr û agahê xo tûleyê asîtan im ez
Tûleyê dergahê yar im şev û rojan nobedar im
Westayê der întîzar im çavrêyê Sultan im ez
Çavrêyê sirra li pêş im meqseda ezlê feniş im
Hicreta Yûsuf dikêşim Ye'qûbê Ken'an im ez
Kor e bo Ye'qûb ji dînê j'perdeya daxa evînê
Ger dibên veke birînê hewceyê Lokman im ez
Wan digot Lokman tebib e gote min xef 'endelib e
şafiyê derdan hebîb e pê bawer û îman im ez
Sond dixwim sa'id û destan kevir û seylêd li bestan
Min bi xom li curhan bebestan be rahet û asan im ez
'Aşiqa rahetya kêm e agir û pêt a dilê me
Çend hezar medhan dibême muhitê esman im ez
Xwezî min sed ser hebûna sed hezar dev pê ve bûna
Ew hemûl'medhên te bûna hêj bi wan niqsan im ez
Ez kiz û zer bûm ji qehrê dê devêk çibkit ji behrê
Yan du çav çibkin ji sehrê bê dîtina eynan im ez
Sed hezar çav min divêna bayekî perde hilîna
Xet û xal min têr bidîna eşqe qûtî can im ez
Her kesê eşq tê eser kit sed hezar perdan di ber kit
Hemuyan dê ker be ker kit tazî yû 'uryan im ez
Perde çû ez mame tazî dil sirra mehbûb dixazî
Min ibadet eşq û bazî bê mey û meyxan im ez
Xaniya bade û mey tê mexnî yû hem çeng û ney tê
Min ji eşqan heye-hey tê serxweş û sukran im ez
Serxoşê ava heyatê meclisa reqs û sematê
Dê çi kim bi sewn û selatê b'kûzê û fîncan im ez
Ew meyê gerden dirêjan şîşe û wan bade rêjan
Min nema hiş li nivêjan li deftera dînan im ez
"Mim" û "Hê" aqil vederda sicleya eşqê û derda
Lew qelem anî bi ser da me'fuyê Xufran im ez
|