ابراج

 

العاب

 

صور

 

مسلسلات

 

افلام

 

فيديو

 

اغاني

 

الرئيسية

 

 
 
 
 
 

 

 
 

   Ez dizanim

 

 

Arşek Baravî

 

Ev her tiştê ku min ji ber kiriye , ezê bi silavê re boy te birêkim

1- Ez dizanim du çavên te hene …..

     henasa evînê di wan de dûdirêje …..

     berî dezgehên ragihandinê .

2- Û du dêmên gulî li te hene …

     du pertûkin giranbuhane ….

     Amedene boy xewnan û ravekirinê .

3- Dizanim ku ebriwên te …

     mîna du kevanan ….

     Ketine weşa ragirtîinê .

4- Herdû qepûlkên çavan …

     mijank tîrin , li dil dane …

     destekên wan kevanan boy kujtinê .

5- Di jêra rû de du lêv hene …

     zîrekin …rewan bêjin … pirr xwestekin …

     ji bilî axavtinê .

6- Gerden gaze … ser firaze … gewrî boze …

     pirr lav têde wek mewîjê …

     xuyan dikin li bin çenê .

7- Lê di sîngê de mal avawo Mezda …

     çawa te agir bi berfê xist ? .. gawir û …

     bisilman bûne kole xwe dane parastinê.

8- Çawa Yazdan saya xwe …

     weke benca hênik …

     berda pêsîra jinê .

9- Du sorlibên hinarê lêva dibizdînin ..

     ji kostekê û ji merbendan min azad kin…

     û min azad kin ji kirrîn û firoştinê .

 

 

Têbînî:

Min bibexşîn …li min bibûrîn …berêza min…

Ku xwestekên min  di çavên min de mirin…..

Û ku silava min li ser lêvên min zuha bû…

Tu ye hewesa berbanga min ..

Çima na.. û tu ye giraniya pîvana min ….

Bibexşîn ..min ew kovaniya li ser hindekî ji temenê xwe

Wenda kiriye….bobelate..

Û hindê mayî….qada min zîvar kir..

Bibexşîn….ku min rojekê ji rojan , riya riwê te şaş kir….

Û çend tîmanên mayî ji azadiya xwe….min

Nespartin sînga te…..

Li min bibûrîn…!.

 

 

 
 
 
 
 
 

E-mail    info@amouda.com

Webstats4U - Free web site statistics