Mûzîk  

Video

Wêne

Helbest

Rêziman

Navdar Navên kurdî Lîsk Çîrok Meselok Pêkenok Link

 
 
 
 
 

 

 

Dildar

 

 (1918-1948)

 

Ey reqîb - sirûda kurdî ya neteweyî

 

 

Bi behdînî

Ey reqîb her, maye qewmê kurd ziman
Naşikê û danayê topên zeman
Kes nebê´n kurd dimirin
Kurd jîn dibin
Jîn dibin qet nakeve ala kurdan
Jîn dibin qet nakeve ala kurdan

Lawê kurd rabûye ser piyan wek şêran
Ta bi xwîn nexşîn bike tacî jiyan

Kes nebê´n kurd dimirin
Kurd jîn dibin
Jîn dibin qet nakeve ala kurdan
Jîn dibin qet nakeve ala kurdan

Em xortên Medya û Keyxusrew in
Dînman û ayînman kurd û Kurdistan

Kes nebê´n kurd dimirin
Kurd jîn dibin
Jîn dibin qet nakeve ala kurdan
Jîn dibin qet nakeve ala kurdan

Em xortên rengê sor û şoreş in
Seyr bike xwîna diyan me da rijan

Kes nebê´n kurd dimirin
Kurd jîn dibin
Jîn dibin qet nakeve ala kurdan
Jîn dibin qet nakeve ala kurdan

Lawên Kurd tev hazir û amade ne
Canfîdane canfîda, tev canfîda

Kes nebê´n kurd dimirin
Kurd jîn dibin
Jîn dibin qet nakeve ala kurdan
Jîn dibin qet nakeve ala kurdan

---------------------------------

Bi soranî

Ey raqîb her mawe qewmî kurd ziman,
Nay şikên danery topî zeman.
Kes nelê kurd mirduwe; kurd zînduwe,
Zînduwe qet nanewê alakeman.

Lawî kurd hestaye ser pê wek dilêr,
Ta be xuên nexsîn deka tacî jiyan.
Kes nelê kurd mirduwe, kurd zînduwe,
Zînduwe qet nanewê alakeman.

Ême roley Midya u Keyxusrewîn,
Dînman, ayînman her Kurdistan
Kes nelê kurd mirduwe, kurd zînduwe,
Zînduwe qet nanewê alakeman.

Ême roley rengî sûr u şoreşîn,
Seyrîke xuênawiya raburdûman.
Kes nelê kurd mirduwe, kurd zînduwe,
Zînduwe qet nanewê alakeman.

Lawî kurdî hazir u amadeye,
Giyan fîdane, giyan fîda, her giyanfîda.
Kes nelê Kurd mirduwe, kurd zînduwe,
Zînduwe qet nanewê alakeman.

Dildar (1918 - 1948)


Dildar yêkeke ji hozanvanên kurd yên navdar li başûra kurdistanê.
Dildar navê wî Yunis Re'ofe û li sala 1918 li bajêrê Koye ser bibajêrê Hewlêrê ji dayik bîye. Xwandina seretayî li Raniye û xwandina navendî li Hewlêrê bidumahî hîna. Paşî li Bexda kolîca dadperwerî bidumahî hîna, û çend saleka wekû parêzer karkir.
Dildar herdem dengekî zelalbî dijî dagîrkerên kurdistanê û dijî sitem û tawankarîyê bî.
Dildar şehrezayî hebî di warê cihanîda, taybet di warê wêjeya yonanî, firesî û turkîda. Sirûda 'ey reqîb ' sala 1946 hate nivîsîn bihelkefta damezrandina komara Muhabadê û hersal ev sirûde bî sirûdekî neteweyî ya vê komarê. Nûke ey reqîb yê bî sirûda neteweyî ya hemî milletê kurd li kurdistana mezin. Jibilî vê sirûdê Dildarî çend çêrûkekjî nivîsîbîn.
Dildar li sala 1948 li jiyê 30 salîda mir, û kurdan dengekî resen û pir hestê kurdayetî jidestdan.

 

 

 

 
 
 
 
   
 

Webstats4U - Free web site statistics